Idrîs Henan
Piştî hilweşîna rejîma Baas li Şamê ku çend meh di ser şahî û geşbîniyên gelên Sûriyê yên li dijî zilm û zordariya rejîma ketî serî hilada bûn re derbas nebibûn, rûbirûyî komkujî û kiryarên desthilatdariya nû ya Şamê man û bi sosretî gavên wê yên dişibîn rejîma berê temaşe dikirin. Îroj jî, piştî çend roj di ser vekirina pencereya hêviyê li Sûriyê ku bi îmzekirina peymana dîrokî ya di navbera Fermandarê Giştî yê QSD Mazlûm Ebdî û serokê qonaxa demkî li Sûriyê El Şar`i – Al Colanî- de derbas dibin, desthilata Şamê “Reşnivîsa Destûrî” ku tê de bendên kevneşopî, şêwaz û pîvanên Baasê tîne bîra mirovan, erê dike.
Diyare desthilata Şamê bi rijde ku heqîqeta Sûriyê û pirengiya wê înkar bike û bi zanebûn nasnameya wê ya civakî û neteweyî berovajî bike ku tişta bi navê “Beyanameya Destûrî” hîç temsîla giyan û nasnameya niştimanî ya pêkhateyên Sûriyê yên Ereb, Kurd, Suryan, Asûr, Ermen,… hwd nake. Ji lew re, Rêveberiya Xweser wê yekê red dike û tekezî li hevgirtin û yekîtiya pêkhateyên Sûriyê dike ku bi hev re pêşeroja demokratîk ava bikin.
Xuyaye desthilata Şamê naxwaze sûdê ji derfeta ku peymana dîrokî ya bi QSD re îmze kiriye werbigire û hewl dide li dorê bizivire û bi pîvanên derniştimanî tekezî li zihniyeta takekes a ku gelên Sûriyê li dijî wê rabûne, dike. Mirov bi vê yekê re carek din fêm dike ku gotin û pratîka desthilata Şamê hev û din nagirin û li gorî elmandinên dagirkeriya Tirk tevdigere. Ango bi şêwra wê radibe û rûdine ku dagirkerî jî dixwaze kopyakê ji sîstema xwe li Sûriyê ava bike û tevayî Sûriyê bike eyaletek Tirkiyê. Lew re, gelên Sûriyê gavên vê rejîma nû biyaniyê xwe dibînin ku dûrî çanda welêt in û ti carî mirov nikare li gorî bendewariya gel û nasnameya wî ya resen binirxîne. Berovajî wê yekê, li dijî vîna gel û têkoşîna wî ya azadî û demokrasiyê ne.
Divê Dîmeşq têbigihêje ku çi biryar û pratîka dûrî nirxên gelên Sûriyê û çanda wî ya resen bin, ti şansê wan ê jiyanê nabe û nikarin domdar û li gorî hêviyên nifşên pêşeroja wê bin. Israra di vê zihniyetê de, bi cil û bergên nû, ji nû ve vejandina rejîma Baasê ye. Ango; destpotiyeke nû bi rêbazên klasîk ên sîstemên faşîst ên weke AKP, Baas û Ixwan Almislimîn afirandine. Ev jî ji ber şaşnihêrandin, şaşxwendin û xwespartina hêzên derve ye.
Komkujiyên li Beravê rûdane û hîna jî di dewrê de ne, ji ber vê zihniyeta me li jor qalê kiriye ne. nêzîkatiyên berjewendîperest, desthilatperest û destpotîk ku qedera welatekî dispêrin çanda biyanî ya Tirkiyê, rê li ber hezaran çeteyên Îgorên Tirkistanê, Ozbek, Şîşan, Tajîk, Dagistan, Elban, Ereb û Tirk vekir ku li Sûriyê komkujiyan pêk bînin.
Bi qasî ku peymana bi Şamê re hatiye îmzekirin dîrokî ye, bi qasî wê jî divê, ji vir û pê ve, mirov bi şik û guman li pabendiya Şamê binêre. Mîrateya desthilatdariya Baas û pratîka El Şer`i wî mafî dide gelan ku gerantiya parastina hebûna xwe misoger bikin. Ji ber vê jî, erêkirina desthilata Şamê ji “Reşnivîsa Destûrî” ku welêt li gorî yek netew, yek ziman, yek al û yek olê dîzayin dike, tê wateya xapandin û berterefkirina pêkhateyên Sûriyê yên dîtir e. Di heman demê de, dûrketina ji nirxên azadî, demokrasî, edalet, wekhevî û di rêbazên qirkirin û komkujiyan de îsrarkirin e.
Eger Şam rêbazên xwe neguhere û dest ji xapandin û berovajîkirina rastiyan bernede, li gorî talîmat û berjewendiya dagirkerên axa Sûriyê tevbigere û di ya xwe de rijd be, wê çarenûsa Baas para wê be.