Wednesday, May 14, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Komkujiya Helebce; xaleke reş li ser eniya mirovahiyê ye

16/03/2025
in ROJEV
A A
Komkujiya Helebce; xaleke reş li ser eniya mirovahiyê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo

Beriya 37 salan, dijminên gelê kurd bi çekên kîmiyayî li pêş çavê cihanî li abajrê Helebce yê Başûrê Kurdistanê 5 hezar kes qetil kirin. Li hemberî vê komkujiyê weke her car cîhan bêdeng ma. Lê her cîhan çend kerr û lal be jî, êdî gelê kurd ê azadîxwaz nahêl in Helebceyeke din rû bide.

Deme ku mirov li dîroka gelê kurd dimeyzîne, êşeke mezin û komkujiyên ku nayên bawerkirin li ser gelê kurd pêk hatine, dibîne. Yek ji wan rojên bi êş û di bîra her kesî de mayînde ye komkujiya Helepce. Berî 37 salan rejîma Baas a Iraqî, li bajarê Helebceyê yê Başûrê Kurdistanê komkujiyeke pêk anî. Tê de bi yek carê 5 hazar kes hatin qetilkirin û bi hezaran birîndar bûn. Helepce weke deqeke reş li ser eniya mirovahiyê ye. Xwedî çîrokeke dûr û dirêj e.

Di 16’ê Adara 1988’an balafirên şer yên artêşa Îraqê bombeyên kîmyawî barandin ser Helebceyê. Kurd bu qurban şerê di navbera Îran û Iraqê de. Bi yek carê 5 hezar kurd bi xaza xerdal a kîmyewî hatin qetilkirin. Bi 10 hezaran Kurd jî seqet man. Dema ku dem derbasbû êdî qîr û qêjîn di nav hev de bilind bûn û li erşê xwedê sekinîn. Bandora bombeyên kîmyewî tenê bi mirina pênc hezar Kurdan û bi deh hezaran seqet mayîn ve bi sînor nema. Bandora bombeyên kîmyawî hê jî li bajêr didome. Bi hezaran kesan jî çavên xwe wendakirin. Li hemberî vê komkujiyê weke her car cîhan bêdeng ma. Lê her cîhan çend kerr û lal be jî, êdî gelê kurd ê azadîxwaz nahêl in Helebceyeke din rû bide.

Komkujiya Helece; Birîn vebû, lê hîn jî derman nebûye

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, ji bo bombeyên kimyawî li Helebce û derdora wê di navbera salên 1991 û 1994’an de nexweşiya penceşêrê ji sedî 800 zêde dibû. Herwiha ji ber bombeyên kîmyawî nexweşiyên jinan çar qat zêde bûn û bi hezaran kes ji bi nexweşiyên qiriq, kezeb, poz û çavan ve rû bi rû man. Bi hezaran kesan jî çavên xwe wenda kirin. Li gorî agahiyan, hê jî bandora bombeyên kîmyawî, zarokên nû tên cîhanê tehdîd dike.

Ji berpirsyarên sereke yên komkujiya herî bi xwîn a diroka nêz Sedam Huseyn û Elî Hesen Ebdulmecidê bi navê kodê “Eliyê Kimyawî” bûn. Herdu hatine girtin hikûmeta Îraqê cezayê darvekirinê liser wan sepand. Sedam Huseyn di 30’ê Kanûna Biçûk a 2006’an de hat bidarvekirin û Eliyê Kimyawî ji di 25’ê Kanûna Mezin a 2010’an de hat darvekirin.

Helebce di dîrokê de rastî gelek wêrankariyên xedar hatiye

Navçeya Helebce ya ji 1599 km. çargoşe rûberan pêk tê. 75 km. dikeve Başûrê Rojhilatê Silêmaniyê. Di dîrokê de Helebce gelek caran rastî wêrankariyên xedar hatiye. Cara dawî 1650’yan bajar jinûve tê avakirin û 1889’an dibe navçe. Helebce ji navenda wê û bajarokê Sîrwan, Xurmal û Biyare pêk tê.

Li Helebce cara yekê dewletekê di nava sînorên xwe de çekên kîmyawî berdan!

16’ê Adara 1988’an 20 balafirên şer yên MIG-23, yên rejima Iraqê çekên kîmyawî bi ser Helebce de barandin. Cara yekê bû ku dewletekê di nava sînorên xwe de çekên kîmyayî dibarandin. Artêşa Iraqê 2 rojan berî çekên kîmyabaranê, derdora Helebce dabû ber roket û hawanan. Bombe bi giranî bi ser navenda navçeyê de dihatin barandin. Ji bo ku ti kes nikaribe derkeve, rêyên ketin û derketinê dihatin bombebarankirin.

Komkujiya Helebce plana bi destê neyarê gelê kurd pêk hat

Di serî de ev yek di navbera Tirkiyê, Îran û Îraqê de hatibû plankirin. Wê çawa bikin û çawa hewl bidin hatibû axiftin. Deme ku heta 16’ê Adara di sala 1988’an de êdî hêzên Îraqê dest bi qetilkirina kurdan kir. Bi çekên kîmyewî ji aliyê hêzên Îraqê hatin bi kar anîn. Ev çêkên ku bi kar anîn jî, ji Holenda hatibûn Îraqê. Alamanyayê jî heya wê kêlîkê hinek çekên tiransferî Îraqê kiribûn.

Asîmanê Helebce şahidiya babîsoka ku li rûyê erdê pêk hatibû, kir

Gazên jehrê yên di komkujiyê de hatin bikaranîn; Sarîn, Tabon û Xerdel (VX) bûn ku bandora wan li mejî, hundir, bêhindan û çerman dikir. Zêdetirî 20 balafirên şer ji du aliyan ve bajarê Helebce bomberan kirin. Piştî bombebaranê ewreke reş, spî û zer wekî bablîsokê bi qasî 50 metrî bilind bû û bêhna gazê ya weke bêhna sîran ji hewayê hat.

Heya roja îro li Helebce zarok dibin qurbanên siyasetan

Di dema bomberana çekên kîmyayî de, li cem şêniyên Helebce derbarê xweparastina ji gazên jehrî de ti agahî nebûn. Herwiha amûrên tenduristiyê jî li ber destê wan nebûn. Li gorî amarên li ber dest, berî komkujiyê 70`ê hezar kes li navçeyê dijiyan. Ti kesî nikariya amarên vê komkujiyê bi temamî eşkere û zelal bike. Lê gorî amarên hatin bidestxistin zêdetirî 5 hezar kes şehîd bûne. Li gorî amarên wê demê, ji sedî 75 ji qurbanan jin û zarok bûne. Herwiha zêdetirî 10 hezar kes jî birîndar bûn. Piraniya birîndaran jî pişt re ji ber nexweşiya mejî, derûnî, bêhndan, ketina çerm û nexweşiyên cuda şehîd bûne. Heta niha jî bandora wan gazan li ser nifşên nû dewam dike. Hê jî gelek zarok astengdar ji dayîk dibin.

Di qada navneteweyî de naskirin û erêkirina komkujîye Helebce

Di qada navneteweyî de naskirin û erêkirina wê pir girîng e. Ku bû, komkujî û jenosîdên nû yên ku wê li ser serê kurdan bibin wê bigirê. Wê li Tirkiyê, Îran û li Sûriyê ji pêşiya komkujiyên nû bigirê. Li Tirkî, Îran û Sûriyê hê jî pirsgirêka kurd ne hatiya çareserkirin, ev jî, heya ku deriyê komkujiyên nû veke ku çareserkirin nebe, bêguman wê veke jî. Ji bo pêşya wan komkujiyên ku di paşarojê de bibine bê girtin, di qada neneteweyî de û di BM de û di neteweyên yekbûyî de bê naskirin.

Erdogan dîroka Sedam dûbare dike

Welatên biyanî, rêxistin û civakên navneteweyî li hemberî vê qirkirinê, bêdengî hilbijartin û ti piştgirî jî nedan gel. Lê hin rêxistinên siyasî û civakî yên Kurdistanê, Kurdistaniyên li derveyî welat, bi xebat û çalakiyên xwe raya giştî ya cihanê ji vê qirkirinê agahdar kirin. Sala 2003’yan piştî Iraq ji aliyê Amerîka ve hat dagîrkirin yek ji sûcên sereke ku rêjîm û serokê wê Sedam pê dihatin sûcdarkirin, Jenosîda Helebce berdewama Enfalê bû. Wek jenosîd nasîna komkujiya Helebce û Enfalê di qada navneteweyî de, ji bo gelê Kurdistanê girîng e. Dewleta Tirk a dagirger di roja îro de jî, li ber çavê cîhanê dîroka Sedam dûbare dike û li dijî gel û gerîla çekê kimyawî bi kar tîne.

Dagirkeriya Tirk jî bi dehê salan e komkujiyên mîna ya Helepce dike. Ji sala 1986 haya 1999’an, ser 60 hezarî re kurd kuştine û ser 40 hezar kurdî re jî hatine windakirin. Herwiha nêzîkî 20 hezarî nivîskar û rojnemavan û mirovên navdar yên kurd hatina kuştin û windakirin. Dewleta Tirk di dagirkirina Efrîn û Serêkaniyê de gaza kimyayî bi kar anî ku ev hat teqezkirin, lê dîsa dewletên cîhanê bêdeng man.

Post Views: 120
ShareTweetPin

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Herî Dawî

Werin em li dijî dehakan agirê Newrozê dadin
ROJEV

PKK misogeriya zindî kirina rihê şoreşgertî û demokratik û parastina nirxên Apoyî ye

14/05/2025
Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn
NÛÇE

Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn

14/05/2025
AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE
HAJMARA PDF

AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE

14/05/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

14/05/2025
Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin
ÇAND Û HUNER

Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin

14/05/2025
Hemû cureyên wêjeyê dinivîsin yekê jî nabin serî
QUNCIK NIVÎS

Cejna Zimanê Kurdî..Ne Rojeke, Hemû Rojên Salê

14/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.