Wednesday, May 14, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li dijî demogojiyê têkoşîneke bîrdozî ya bi bandor pêwîst e.

12/03/2025
in ROJEV
A A
Rêber Apo bang kir, hemû cîhanê guhdar kir…
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî Bedran

 Sûriyê niha jî bi qirkirina Elewiyan di rojevê de ye. Berpirsyarê vê qirkirinê teqez HTŞ’ê ye. HTŞ’ê nikare çi hêzên din tometbar bike. Li ber çavê hemû cîhanê ragihandibûn ku komên çekdar çekberdan e û artêşa ku ava dikin dê tevlî wan bibin. Ev komên ku êrîş li ser Lazkiyê û herêmên din kirine ne bi serê xwe ev kiryar pêkanîn e. Di heman demê de jî Ehmed Şera jî ev pejirandî ye. Niha jî NY, DYA, Fransa û Elmanya jî wan qirkirina şermezar dikin û daxwaz dikin wana bên dadgeh kirin. Kê berpirsyar e? Ji derveyî HTŞ tu hêz ev kiryar pêkneanîne. Wan hêzan bang kir ku cîhan giştî hebûna HTŞ’ê bipejirîn e. Bi şêwazekê Sûriyê radestî HTŞ hat kirin, di mijara HTŞ de nakokî û pirsên wan hen e. Ji ber wê yekê ji listeya terorê dernexistin. Ev embargoya li ser Sûriyê bi gelemperî hîn berdewam dik e. Ruxmê vê jî dorberê xwe hemû ji aliyên HTŞ ve bikaranîn. Wiha difikirin ku dê HTŞ’ê biguherin û bikin di bin serweriya xwe de.

Îsraîl ev hizirandina bi wî awayî nepejirand. Bi gotina HTŞ’ê çeteyekî terorîst e û naxwaze hêz û dewleteke bi vî rengî li ser sînor bi cîh bibe, operasyonên leşkerî pêk aniye û herêmên xwe yên dagirkeriyê berfireh dike. Hemû binesaziyên leşkerî û cebilxaneyên li Sûriyeyê ji aliyê Îsraîlê ve tên xistin. Hejmara leşkerî ya Sûriyê ji holê tê rakirin. DYA û Ewrûpa dixwazin HTŞ di desthilatdariyê de bibînin. Çalakiyên wan vê yekê nîşan dide. Balkêş e, her çend HTŞ rûyê xwe yê rastîn eşkere kir jî, wan hîn jî helwesta xwe neguherandiye. HTŞ’ê bi kadroyên xwe hikûmet ava kir. Komên çekdar Ehmed Şera weke serok hilbijartin. HTŞ’ê desteya amadekar a kongreya neteweyî vesaz kir. Tevî ku di kongreya neteweyî de hêza nûnertiya gel tinebû jî, DYA û Ewropa ev yek taloq nekirin û helwest nîşan nedan. Kongre tenê ji wan kesên ku HTŞ vexwendibûn pêk dihat. Nûnertiya gel û hêzên rêxistinkirî nake. Hemû hêzên rêxistinkirî ji derve hatin hiştin.

Makezagon peymanên civakî ne. Divê piştgiriyek beşên berfireh ên civakê hebe. Divê di navbera rewşenbîr, partiyên siyasî û raya giştî de nîqaşên berfireh bên kirin. Ji bo lihevkirineke neteweyî pêk were divê hemû derdor beşdarî nîqaşan bibin. Lê ev yek li Sûriyê pêk nayê. HTŞ’ê jî desteyekî ji bo amadekirina makezagonê destnîşan kir. Eşkere ye ku HTŞ dê li gorî nêrînên xwe zagonan amade bike. HTŞ feraseta demokrasiyê bi kar nayîne. Tişta ku em dibînin ew e ku ew hewl didin dewletek bi hişkî navendî û li ser bingeha olê ava bikin. Partiya Baas li ser neteweperestiya Ereban ava bû. Niha rejîma Baas bi dawî bûye, lê HTŞ’ê pênaseya komara erebî ya Baasê girtiye ser xwe, ku qaşo li dijî wê bû. Bi zêdekirina navê olê li ser vê, dide xuyakirin ku ew rejîmek otorîter a hişktir û pir navendî ava dike. HTŞ desthilatdariya xwe li ser hişmendiyekî yên li ser neteweperestî û ola Ereban bingeh digire. Tevî ku ev rastî niha derketine holê jî, NY û hêzên rojavayî li hemberî van kiryaran bêdeng in.

Weke me got HTŞ’ê li dijî demokrasiyê ye. Ew civakek rêxistinkirî naxwaze. Ber bi avahiyeke dewleta paşverû ya ku ji demê dûr ketiye, bi rêgezên olî yên tund û pêkhateyên bîrdozî ên neteweperest ve diçe. Vebijêrkên demokratîk ên ku gel xwe bi xwe birêve dibe, ji holê radike. Li gel vê jî demagojiyeke hovane dike. Êca çi dibêjin, her kes wê di Sûriyeya nû de bigihêje mafên xwe! Çi gotinek balkêş e! Ew ê çawa van mafan bi dest bixe? Ji gel nayê xwestin ku beşdarî pêvajoyê bibe. Civakek rêxistinkirî jî nayê xwestin. Rêxistin û têkoşîn tine, lê maf wê bên girtin! Di cîhanê de tiştekî wiha tine ye. Maf teqez bi hêz û têkoşînên rêxistinkirî dikarin bên bidestxistin. Gelo divê her kes vê pirsê ji xwe bike ka dê gelên Sûriyê çawa bigihêjin mafên xwe? Rêyên lêgerîna edaletê hene? Binesaziya zagonsaziyê ya civaka demokratîk pêk tê? Makezagonek demokratîk tê amadekirin, hêzên rêxistinkirî bi bandor in? Na, yek ji van tune. HTŞ’ê li dijî civak û pergala zagonî ya piralî û demokratîk e. Tevî vê yekê jî bi gotina wê her kes wê bigihêje mafên xwe, raya giştî ya navxweyî û derve dixapîn e. Maf çi ne, kî wan diyar dike, pênaseya wan dê çawa be? Ev hemû ne diyar in. Bê guman ew ê HTŞ wan mafan destnîşan bike, diyar dike û bide. Sûriyeya ku ji hişmendî û insîyatîfa HTŞ’ê re hatiye hiştin tu carî piralî û demokratîk nabe.

Sûriyeya ku HTŞ’ê tenê ji ber Elewîtiya wê êrîş dike û qetlîaman dike, nikare bibe welatê azadiyê. Rejîma yêkdest û despotîk HTŞ’ê li şûna Baasê digire. Çapemeniya ku di destê rejîmê de bû niha di destê HTŞ’ê de ye. Di van dezgehên ragihandinê de hawirdora nîqaşê heye? Ji deng û ramanên cuda re vekirî ye? Na. Her ku HTŞ xurtir bibe û li ser dewlet û civakê serdest bibe, teqez wê zext hîn zêdetir bibin. Ger HTŞ hîna li ser hemû Sûriyeyê serwer nabe û bingehê wê ya girseyî qels e, têkoşîneke bîrdozî ya xurt û bi bandor neyê meşandin, wê sibê ji bo kesên demokrasiyê dixwazin pir dereng be. Pêwîste gel were perwerdekirin û zanebûna wan bê xurtkirin. Demokrasî di heman demê de jî têkoşîn û afirandina civakeke birêxistinkirî ye. Kes azadî û demokrasiyê pêşkêşî gel nake. Yên li demokrasî û azadiyê digerin bila bibin yek û li yek eniyê kombibin.

Post Views: 87
ShareTweetPin

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Herî Dawî

Werin em li dijî dehakan agirê Newrozê dadin
ROJEV

PKK misogeriya zindî kirina rihê şoreşgertî û demokratik û parastina nirxên Apoyî ye

14/05/2025
Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn
NÛÇE

Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn

14/05/2025
AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE
HAJMARA PDF

AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE

14/05/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

14/05/2025
Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin
ÇAND Û HUNER

Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin

14/05/2025
Hemû cureyên wêjeyê dinivîsin yekê jî nabin serî
QUNCIK NIVÎS

Cejna Zimanê Kurdî..Ne Rojeke, Hemû Rojên Salê

14/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.