Esma Mistefa/ Qamişlo
Endamê Kongra Îslama Demokratîk Ebdulkerîm Saroxan da zanîn ku peyama Rêber Abdullah Ocalan ya aşitî û demokrasiyê pêvajoyekî nû di dîroka Tirkiyê de dide destpêkirin û divê Tirkiyê li gorî guhartina dengeyên sedsalî xwe saz bike.
Piştî peyama Rêber Abdullah Ocalan ya aşitî û demokrasiyê ku di 27ê Sibatê de derketiye, helbet li pêşiya Tirkiyê bi giştî û bi taybet di doza gelê kurd de pêngavekî nû tê diyarkirin. Derbarê van mijaran de Endamê Kongra Îslama Demokratîk Ebdulkerîm Saroxan bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:
Hikumeta Tirkiyê banga Rêber Apo ya guhartin û veguhartina demokratîk çawa digire dest?
Gelek alî li benda bang û peyama Rêber Apo bûn. Bi taybet hikumeta Tirkiyê. Niha di nava Tirkiyê de gelek alî hene weke partiyên muxalîf û yên li dijî hikumetê, ji ber wê jî pir alî li vê bangê meyze dikirin ku ka wê Rêber Apo çi bêje. Lê xuyaye ku Tirkiyê li hember vê pêvajoyê ne rihete. Heyanî niha rûxmî bangawazî li Tevgera Azadiyê PKK’ê ya çekdanînê hate kirin, lê dîsa jî Tirkiyê tu gavek erênî nîşan nedaye. Dema ku Rêber Abdullah Ocalan ev pêvajo dest pê kir, ew xwedî piroje û çareserî ye. Lê hikumeta Tirkiyê ne amade ye, ew weke ku ger vê bangawaziyê qebûl bike û bi kurdan re diyalog bike, wê tunebûn û lawaztiya xwe eşkere bike. Ji ber vê yekê jî Tirkiyê di vê mijarê de ne zalal e û bi dudilî nêzî pêvajoya aşitî û demokrasiyê dibe. Hikumeta Tirkiyê ji demokratîzekirina Tirkiyê ne amede ye.
Bi banga Rêber Apo re xuyaye gelek nakokî di nava Tirkiyê de derketin pêş, ev nakokî çi ne û wê çawa bêne derbaskirin?
Rêber Apo dema ev gav avêt, bi bawerî û bi îsrar got ku ew dikare vê pêvajoyê ber bi serkeftin û aşîtiyê ve bibe û çareseriyeke bingehî di navbera Kurd û Tirkan de pêşkêş kir. Êdî ev merhele wê ji bo gelê Kurd jî pêvajoyekî nû be û hin guhartin di aliyê danûstandinê de bêne çêkirin. Li gorî pêvajoyê divê Tirkiyê jî wisa bike. Rêber Apo di vê peyamê de helwesta gelê kurd li hember giştî cîhanê diyar kir û çawaniya nêzîkbûna Tirkiyê ji vê pêvajoyê re êdî li ser wan hêşt.
Helbet di nava dewletekî ku dijminê xwe tenê gelê Kurd dibîne, gelek nakokî û tevlîhevî jî derketiye holê. Beşek ku piştgiriya çareseriyê û demokrasiyê dike heye, beşek jî tam dijberin, radîkalin û van danûstandina qebûl nakin. Ger berê her du aliyên dijber li durî hev tevdigeriyan, niha mecbûrin ku li ser yek nêrînê werin gel hev û di pêvajoya nû de ji bo gelê Kurd lihev bikin. Di aliyekî din de jî şîrovekar û berpirisyarên dewleta Tirkiyê rewşa xwe ya niha di tehlûkeyê de dinirxînin ku Tirkiyê bi vê siyasetê dewam bike, wê di aliyê hundirîn û aborî de bifetise. Ev nameya ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye dayîn weke pêvajo û tecrûbeyekî nû di dîroka Tirkiyê de tê destgirtin. Ji ber ew her fêr bûne ku divê ew yên desthilatdar bin û di Tirkiyê de tenê yek nasname hebe. Lê di vê pêvajoyê de hemû denge hatine guhartin û divê xwe li gorî wê saz bikin.
Piştî banga Rêber Apo, tevî ragihandina agirbestê ji aliyê PKK’ê ve, lê dîsa jî êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêm û Qadên Parastinê nehatine rawestandin. Sedema vê yekê çi ye ?
Ev yek xwe disipêre nehevgirtina di nava Tirkiyê de. Hin alî banga agirbestê weke lawaztiyê û tesfiyakirinê didin nîşandan. Hin ji wan jî dibêjin divê PKK’ê bi temamî ji holê were rakirin. Ji ber vê yekê hê jî êrişî Tirkiyê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin. Rûxmî ku Tevgera Azadiyê PKK’ê bi banga Rêbertî re pêvajoya çekdanînê pejirand û tenê wê mafê xwe yê parastina rewa bikar bîne.
Tirkiyê heyanî niha jî li hember banga Rêber Apo û pêngavên ku wê di demên pêş de werin destpêkirin ne amede ye û bi tirs e. Tirkiyê ji feraste û zihniyeta ku Kurd dijmin in nikare xwe rizgar bike. Ji lewra jî êrişên xwe nedane sekinandin bi tayebt herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyî bi giranî tê hedefgirtin.
Tiştê ku dikeve ser Tevgera Azadiyê û Rêber Apo de hate kirin, lê tişta li ser milê Tikriyê çi ye û divê çawa tevbigerin da ku ev pêvajo bi encam bibe?
Bi banga Rêbertî re tavahî gelê Kurd û Tevgera Azadiyê peyama Rêbertî qebûl kirin û li gorî wê yekê wê gavên siyasî û leşkerî bavêjin. Bê guman ev yek jî li ser asta Kurdistanê di giştî ragihandinê de hate dîtin. Piştgiriya pêvajoya nû û pêşwazîkirina PKK’ê ji banga Rêber Apo re li ser tavahî ragirhandinê hatin eşkerekirin. Lê di aliyê hikumeta Tirkiyê de tiştek nehat xuyakirin. Ger Tirkiyê ji vê pêvajoyê re erê dike divê derkeve û bi daxuyaniyekê vê yekê eşkere bike. Ya sereke da ku ev pêvajo bigihîne encamê ji xalên herî bingehîn divê Rêber Abdullah Ocalan bi maf û hiqûqa xwe tevbigere û ji zîndanê serbest were berdan. Ji ber Rêber Apo tenê dikare vê pêvajoyê bi rêvebibe û ber bi asoyên aştî û demokrasiyê ve bibe.Yê li ser me jî em weke şopînerê vê pirojê û xetê li beyam û xeta ku rêbertî û tevgera Azadiyê daye diyarkirin xwedî lê derkevin.