Ronaz Silêman/ Qamişlo
Yekîtiya Parêzeran a Kantona Cizîrê daxuyaniyeke nivîskî di derbarê binpêkirinên ku li dijî mezheba Elewî yên li beravê û deverên din ên Sûriyê pêk tê, da.
Ji aliyê Yekîtiya Parêzerên Kantona Cizîrê de, di derbarê sûc û kiryarên hovane yên ku li ser mezheba Elewî li herêma beravê ya Sûriyê pêk tê, daxuyaniyeke nivîskî li pêşiya dadgeha bajarê Qamişlo hat dayin.
Daxuyanî wiha hate destpêkirin: “Yekîtiya Parêzerên Kantona Cizîrê derbarê bûyerên ku li berava Sûriyê ji 6’ê Adarê ve dest pê kiriye bifikare. Ev bûyer ji hêla komên nediyar li dijî hêzên Ewlekariya giştî pêk hat, di encamê de 13 endamên wê hatin kuştin. Bi awayekî bilez tundî li dijî sivîlan bi taybet mezheba Elewî pêk hat, piştre binpêkirin li bajarên Lazqiyê, Tertûs, Hims û Hema pêk hat. Li gorî raporên dawî û heta amadekirina vê daxuyaniyê zêdetirî hezar sivîl hatin kuştin.”
Daxuyanî wiha hate domandin: “komkujiyên ku di derheqê sivîlan pêk tê, di nav de jin û zarok hene. Ev yek binpêkirineke li dijî zagonên mirovahî yên navdewlet ye. Herwiha hedefgirtina tîmên destwerdana mirovî di van bûyeran de rû da, ev yek jî binpêkirina di derheqê zagonên navnetewî ye. Di van bûyeran de zêdeyî 10 hevalên me yên parêzer yên ji beravên Sûriyê hatin kuştin. Ev bûyer bû sedema koçberiya mirov ji mal û cihên xwe derkevin û qeyranekî mirovî rû da, bi taybet di demekê de ku tevahiya welat di rewşeke zehmet re derbas dibe. Di van êrişan de çekên giran hatin bikaranîn û ev yek bû sedema hilweşîna gelek avahî û binseziyên herêmî.”
Daxuyanî bi komek ji daxwazan bi dawî bû:
1- Daxwaz dikin ku alîkariyên mirovî bighêje deverên ku êriş lê pêk hatiye, bi taybetî kesên ku ji malê xwe reviyane.
2- Em her hewlek ji bo rewakirina komkujiyên li dijî sivîlan bi hinceta êrîşên ewlehiyê red dikin û em tekez dikin ku armanckirina mirovên bêguneh, çi di bin sîwana fermî de be, çi jî bi bêdengiya rayedarên berpirs, tawaneke li dijî mirovahiyê ye ku pêwîstî bi berpirsyariyê heye.
3- Em bikaranîna çekên giran li deverên sivîlan şermezar dikin, ji ber encamên wê yên karesatbar li ser jiyana sivîlan e û em bang dikin ku rêzgirtin ji prensîpa hevsengiya di bikaranîna hêzê de bê girtin, li gorî yasayên navdewletî.
4- Em daxwaz dikin ku hemû kesên ku ji sala 2011’an heta îro di tawanên kuştin, koçberkirin û binpêkirinan de ne, çi kes, çi dezgehên fermî û çi nefermî, li pêşberî dadgehên neteweyî û yên yêkdest berpirsyar bin, da ku dadmendî pêk were û çanda ne dadgehkirinê bi dawî bibe.
5- Em sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazin. Herwiha ji birîndaran re şifaya lezgîn dixwazin. Em piştgiriyê didin hemû kesên ku ji van binpêkirinan bandor bûne.
6- Em destnîşan dikin ku dewlet ne tenê ji bo mezheb an beşekê ye, lê divê nûnertiya hemû pêkhateyan bike bê cûdahî. Herwiha domandina paşguhkirina vê rastiyê temenê pevçûnan dirêj dike û êşa gelê Sûriyê zêde dike.
7- Em bang li hemû hêzên Sûriyê dikin ku diyaloga niştîmanî weke rêyek ji bo çareseriyê qebûl bikin, li gorî perensîbên edalet û cezakirinê di çarçoveya biryara 2254 a Meclisa giştî ya sala 2015’an ku tekezî li ser pêwîstiya gihaştina çareseriyeke siyasî ji aloziya Sûriyê re.
8- Em daxwaza dikin ku rawestandineke bilez a bê şert û merc ji her operasyonên leşkerî yên ku sivîlan armanc dikin. Em bikaranîna siyaseta cezakirina komî red û şermezar dikin.
9- Em hemû tawan û binpêkirinên ku li dijî sivîlan tên kirin bi tundî şermezar dikin û em tekez dikin ku ew tawanên li dijî mirovatiyê ne. Herwiha pêwîst e kesên berpirsyar li pêş dadgehên neteweyî û navdewletî bên dadgehkirin. Bi siyaseta kîn û tolhildanê wê nakokî gurtir bibe û ewlehî pêk neyê. Tenê rêzgirtina zagon, pêkanîna edaletê û misogerkirina cezarkirinê wê Sûriyê bixe rêya aştî û aramiyê.