Hafiz Ahmet Turhalli
Di ferhengê de “germbuna rojê ya zêde, dema roj qum û keviran zêde germ dike û mirov pêxwas liser vê erdê bigere ji vê şewata lingan re tê gotin“ Ramadan.
Anjî ji gotina ramad „jiber tavê cîhên gellekî sor bûyî“ hatiye şîrovekirin.
Henekî şîroveyên din jî hene dibêjin, wateya wê ya dîtirjî ev e: “dawiya demsala havînê û despêka demsala payîzê, dema ew baranak dibare û rûyê erdê ji gemar û qirêjiyê paqij dike, weke gotina ramadî, an jî ji bo tujkirin, seqandin û ziravkirina şûr û tîr de, kutandina wê hesinî dinav kevirên hişk de, ji gotina ramd derketiye. (ansîklopediya Îslamî)
Li gor salnameya Heyvê (qemerî) ku Ereb bikar tînin: piştî meha Şabanê berê meha Şewwalê navê meha neha ye.
Wateya gotina dawî ku baranê rûyê erdê çawa paqij dikir, divê di vê mehê de mirovê bawermend jî xwe ji nebaşî û gunehan weha paqij bike. Exlaqê xwe baş bike, di kesayeta xwe de guhertinên ber bi başiyê ve pêşxîne.
“Meha Remezanê; Ji bo mirovan rê nîşandana rastiyêye ku mirov karibe rastî û çewtiyan ji nava hev derxîne, bi delîlên eşkere û vekirî Qur’ana pîroz di vê mehêde hatiye daxistin. Ji we kî bigîhêje vê mehê, bira bi rojî vê mehê pêşwazî bike.“ (Beqere 185)
Ji bo çi û çawa pêşwazîya Remezanê tê kirin? Berî her tiştî şîroveya ku dibêje barana ku gemar û qirêjiyê paqij dike, wateya Remezanê ya derunî eşkere dike. Wateya wê bawermendên ola Îslamê weke kesayet divê xwe carekî din nû de bigrin dest û hêla xwe ya manewî û exlaqî bilind bikin. Ji ber însan dema hêla wê ya manewî tunne bibe, ji bo hawîrdora xwe dibe tehluke.
Îbadet û tatên tê de tên pêkanîn ji bo mirov vegere ser xwezaya xwe û bibe kesayetekî ku hemû mirov jê sûdê werdigirin.
Hêla dîtir, Remezan ew mehe kû têde Qur’an daketiye, ronahî û tarîtî ji hev hatiye veqetandin. Beriya Remezanê nêzikbun û pîvanên olî cuda bûn. Kê xwedan hêza maddî bûna, ew baş bû û di nava civakê de rûmeta wan dihatin girtin, lê heman demê kesên civak dimijand, dixapand û zordestî lê dikirin jî, ew kesayet bûn.
Di vê mehê de îbadeta rojiyê heye: kesayet xwe paqij dikin û pêşwazîya rojbûna Qur’anê bi zikê birçî pêk tînin.
Mirovên têr dixwin û çavên wan birçî ne, bûne bela serê mirovahiyê. Kesê li ser hêza maddî pêşkeve û hêla xwe ya manewî bêhêz bihêle, ew kesayet di huzura xwe ya ruhî de aramiyê nikare bidest bixe. Remezan meha, rojigirtinê ye, bilindkirina berpirsiyariyên kesayetî û civakî ye, sipasdariya Xwedê ye, bîranîna kesên hejar e, parvekirina xwarin û vexwarinê ye, berê xwe dana rastiyan e, poşmanî û vegera ji gunehan e, meha îtîkafê ya tenê mayîn, kurbuna hizrê, bilindkirina rawiştê, xwe naskirin û Xweda naskirinê ye. Neha bi milyonan kesayet di vê mehê de rojiyê digrin, lê mixabin zulma xwe li ser hawîrdorê berdewam dikin. Hejaran bi bîr naynin û destê hevkariyê dirêjî wan nakin.
Ji exlaqê nebaş xwe dûr nagrin, weke adetekî rojiyê digrin û jiyana xwe ji rêzê didomînin.
Divê vê mehê de ruhê parvekirinê bilind bibe, divê dij derketina zilmê pêşkeve, divê rastî û dirustî bicîh bibe.
Divê hemû bawermendên Îslamê jibo aşitiya navxweyî kar bikin dakû aramiya şexsî û civakî bicîh bibe.