Ahmet Aktaş
Heke ne Rêberekî mîna Abdullah Ocalan bûya, nikaribû ev biryara rawestandina şerê çekdarî bida û şwûna wê xebata demokratîk ragihanda.
Giringî û wateya vê biryarê pir mezin e. Ev biryar, hema di çend rojan de nehat dayîn. Ji bo biryarek wisa dorfireh a çarenûsa gel di xwe de dihewîne, diviya 26 sal derbas bûba, an jî heta ev biryar bihata stewandin têkoşîna dem dirêj a 46 salan diviya.
Ka bi gotinek Rêbar APO, em vê pêngavê şîrove bikin. Dibêje “çi li kuderê wenda bûbe, divê mirov biçe li wê deverê lê bigere”!
Ka em bi şêwazeke din li vê gotina wî binerin; “biryar li kuderê, di çi şerd û mercan de hatibe dayîn, divê mirov ji wir ve dest pê bike û were îro”!
Em bînin bîra xwe; biryara vê dozê û têkoşînê, di Newroza sala 1973an de li Bendava Çubuka Ankarayê, bi 3-4 hevalên xwe re dabû.
Hinek aliyên her du biryaran dişibin hev. Mînak, biryara niha jî bi 3 hevalên xwe re dide.
Lê şerd û mercên her du deman gelek ji hev cûda ne. Wê wextê, ne bîr û baweriyek stewiyayî, ne bîrdoziyek meyiyayî, ne rêxistinek, ne jî haya gel ji wan hebû, hema her ew çend kes in, belê dîsa yê bi bingehîn biryara têkoşîna ji bo şoreşê dide Rêbar Apo ye.
Îca kesekî di demek wisa bê derfet de, karibe curetî biryarek wisa mezin bike, ne hilwestek ji rêzê ye.
Di wê demê de hinek ji me jî li wan deveran bû û şahidê gelek gotinên ne li rê û ne goncaw, li dijî vê komê û bi taybetî dijî rêberê wê Abdullah Ocalan re dikirin. Digotin “maceraperest, eceleker” û hwd.
Mirov dikare bêje piraniya van gotinan, ne bi zanebûn, belê ji nezanebûnê an ji tirsê dihatin kirin. Ma mînaka diya wî jî balkêşê, ne? Digot diya min ji min re digot “dînê çolê”!
Hilbet ev biryara giring, bi nezanî nehatibû sitandin. Na xêr, zanebûn û zanistî hebû lê pir kêm bû. Bêlê cewhêrê vê biryarê, xwe dispêre bingeha xurt a hezkirina welat û gel e, ya din jî curet û cesaret e!
Îca kesekî wisa di wan şerd û mercên kêm derfet de karibe bê tirs bi wêrekî biryarek wisa ya şer bide, ma wê piştî têkoşîna giranbuha ya 50’î salî, xwedî îradeyek ji pola afirandiye, êdî ne 3-4-5 heval/hogirê xwe, belê bûbe xwedî 3-4-5-6-heta bi deh milyonan alîgirê xwe, hîn bi hêsantir nikaribe biryara aştiyê jî bide?!
Jixwe him şandeya ku çûbû Îmraliyê digotin him jî di wêneyê wî de dihat dîtin ku gelek ji xwe bawer, bêtirs, bi wêrekiyek pir şênber, hemû berpirsiyariya vê bangê û pêngavê hilda ye ser milê xwe û ji xebata nuh a bê çek ya siyasî û demokratîk re amadebûna xwe diyar dikir.
Lewma, ji dil mirov dikare bêje ev pêngav bi ser dikeve, lê divê her alî bi berpirsiyariya xwe rabin, destên xwe bixin bin barê Rêber Apo hildaye ser milê xwe, bila barê wî hinek sivik bibe.