Esma Mistefa/ Qamişlo
Kîn û Hovîtiya dagirkeriya Tirkiyê û komên çeteyên girêdayî wê li ser gelê Kurd nayê bidawîkirin. Di çarçoveya vê hovîtiyê de komên çeteyan li herêma Şehbayê ew tûndrewên ku xwe parêzerê ola Îslamî dibînin, di heyva remazanê de tavahî goristanên sivîlan talan û wêran kirin.
Piştî serweriya HTŞ’ê li Ser Sûriyê û derbasbûna komên çete ji herêma Şehbayê re. Careke din dîroka komên çeteyan ya ku ji bilî kîn, neferet, talankirin, kuştin û diziyê nîne, di şexsê gelê Kurd yên ku di Şehba de mane û li ser xwezaya wê; xwe dubare kir. Bi ketina komên çete ji ji herêma Şehabyê re kiryarên dij mirovî li ser gelê herêmê hatin destpêkirin. Her wiha hemû binesaziya herêmê, sazî, nexweşxane û gelek cihên din hatin talankirin.
Careke din kiryarên ku di Efrînê de hatine meşandin, li herêma Şehbayê jî heman yek hate dubarekirin. Ev yek jî tekez dike ku hişmendiya li Efrînê û Şehbayê heman hişmendiye. Li Şehbayê li ser gel qetilkirin, tecawîzkirin, talankirin û hemû rengên kiryarên dijmirovî hatin meşandin. Pêwîste ku ji tavahî raye giştê û hêzên navnetewî re were eşkere kirin ku ev hemû kiryarên dijmirovî li Efrînê û hem jî li Şehbayê bi destê dagirkeriya Tirkiyê têne meşandin û Dewleta Tirk dewleteke dagirker e û di vê ji xaka Sûriyê derkeve.
Bi rengekî hovane dixwazin koristanên koçberan talan û wêran bikin!
Di çarçoveya dagirkeriya Tirkiyê û kiryarên komên çeteyan li ser herêma Şehabyê de. Ji bilî kuştin, revandin, dizî û hwd. Di van demên dawî de jî hate dîtin ku di meha remezanê ya pîroz de nirxên mirovî û olî têne wêran kirin. Herî dawî Çeteyên girêdayî dagirkeriya Tirkiyê gorên koçberên Efrînê ku li şehbayê wefat bibûn têne xirakirin.
Guristana koçberên Efrînê ya dikete gundê Til Qereh ji aliyên dagirkeriya tirk û çeteyên wê ve hate wêran kirin. Xwediyên wê erdê yên bi navên (Mehmûd- Ednan- Selah) piştî ewqas sal hatine û dibêjin ku em erdê xwe dixwazin, xuyaye ku ev yek jî girêdayê heman hişmendiya dagirkeriya tik û çeteyên wê yên ku li Efrînê û li bakurê kurdistanê jî korên şehîdan wêran kirin. Hêjayî gotinê ye ku di goristanê de zêdetirî 2000 cenaze hene û di dema Rêveberiya Xweser de ew erd bi awayekî fermî hatiye kirîn û veqetandin. Li ser vî esasê bi xwediyên miriyan çi li Efrîn çi yên koçberî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûne re têkildar dibin ku werin û cenazeyên miriyên xwe derxin.
Ev tawan berdewamiya nêzîkbûna wan a rûxandina goristanên şehîdan e, çawa ku berê goristana şehîdan li Efrînê veguherandine bazara pez. Herwiha talankirina goristana Cindirêsê û ya Metîna li navçeya Şera.
Di meha aşîtî û rehmetê de, dagirkerî û çeteyên wê bêyî ku li pîroziya miriyan xwedî derkevin, sûcên xwe didomînin. Di nava hewldana tunekirina dîroka gelan de ev yek pêk tê. Her wiha Ev bêdengiya navnetewî ya berdewam cesaretê dide wan ku binpêkirinên xwe bidomînin. Divê li hember van sûcan mudaxeleyeke cidî ji bo rawestandina van tawanan û parastina mafê gel li ser xak û dîroka wan bê kirin.