Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Mezlûm Hesam: Em wek malbat nêzî xwendekaran dibin

05/03/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Mezlûm Hesam: Em wek malbat nêzî xwendekaran dibin
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/Qamişlo

Hevserokê Rêveberiya Dibistanan a Bajarê Dêrikê Mezlûm Hesam diyar kir ku ew bi hemû awayî bi xwendekarên xwe re dibin alîkar da ku di dibistanê de bi rehetî waneyên xwe bibin û wiha got:”Em wek malbat nîzî xwendekaran dibin, da ku derûniya wan rehat be.” 

Hijmara maosteya di bajarê Dêrikê de 900 mamoste ne, her mamosteyek li gor beşê wa yên xwendinê û perwerdeya ku dîtîn li ser dibistanan hatine belavkirin. Hijmara xwendekaran 1500 xwendekarin. Hijmara dibistanan di bajarê Dêrikê û gundewarên girêdayî wê de 82 dibistanin. Bi giştî 9 dibistan di bajarê Dêrikê de hatin çeksaz kirin.

Di derbarê kar û xebatên perwerdeyê Hevserokê Rêveberiya Dibistanên Bajarê Dêrikê Mezlûm Hesam ji Rojnameya me re axivî.

 Kar û xebat

Mezlûm Hesam da zanîn ku di destpêka sala xwendinê ya sala 2024- 2025’an ve hemû mamoste li gor beşên wan hatin belavkirin û wiha got: “Di her qonaxeke xwendinê de helbet wê astengî derkevin, çi di milê xwendekaran de çi jî di milê mamosteyan de be. Îsal jî ji ber serma zêde em neçar man çend rojan dibistanan rawestînin ji ber ku hijmareke mezin ji xwendekaran bi nexweşiyê zivistanê ketin. Di heman demê de astengiya herî mezin a ku derketî pêşiya me êrişên dagirkeriya Tirk li ser çapxaneya pirtûkan bû. Ev yek bandor kir ku pirtûkan dereng bikevin heya ku bighêjin di nav destê me de. Lê me karî em vê yekê jî derbas bikin û niha jî xwendekar bi rehetî waneyê xwe dibin. Her havîn mamoste li ser biranşan tên perwerdekirin. Îsal jî di refa 1, 4, 7 û 10’an de guhertin di minhacê wan de çêbû. Mamosteyên me perwerde li ser guhertina vî minhacî dîtin. Her havîn em dibistanan çeksaz dikin da ku di sala xwendinê ya nû de xwendekar astengiyan nebîne.”

Hevserokê Rêveberiya Dibistanên Bajarê Dêrikê Mezlûm Hesam axaftinên xwe bidawî kirin û wiha got: “Havînî wek piroje li pêşiya me ye ku guhertin di minhacê refên din de jî çêbibe. Her wiha dibistanên ku hewcedarî çeksazkirinê ne em wan çeksaz bikin. Daxwaza me ew ku xwendekarên me bi serkeftî xwendina xwe derbas bikin û êrişîn dagirkeriya Tirk werin rawestandin da ku xwendekar bi rehetî bikaribin xwendina xwe berdewam bikin.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.