Rohat Bulut
Tiştek ji azadiyê xweştir nîne. Di her wateyê de bi her awayî azadî jiyanî ye. Jiyan dema ku ne azad be mirov nikare behsa xwezaya jiyanê bike. Lewre di xwezaya jiyanê de azadî heye. Jiyana ku em behs dikin ne ya ku tenê ji mirovan pêk tê. Jiyana bi giştî ya xwezayê û ya xwezayî. Di xwezayê de tenê di civaka mirovan de serdestî û bindestî heye. Ji derveyî mirovan hema bêje di navbera hemû zindîwaran de wekhevî heye. Her cureyên zindîwaran bi erk û berpirsyariya xwe ya di xwezayê de radibin. Lê mirov hem di nav xwezayê de hem jî di navbera xwe de vê erk û berpirsyariya xwe bi cîh naynin.
Mirovên di warê hişmendî de bi fen û fûtan serdestiyê dikin. Mirovên di warê fîzîkî de hêzdar serdestiyê li yên qels û lewaz dikin. Lê belê hemû zilamên xwedî hişmendiya baviksalarî, feodal û desthilat serdestiyê li jinê dikin. Ev serdestiya zilam ya li dijî jinê dijberî qanûna xwezayê ye. Heke hişmendiyeke li ser desthilatiyê be ne pêkane ku ji wê hişmendiyê azadiyek biafire. Bi taybetî jî di civakên ku têkoşîna azadiyê didin de. Beriya her tiştî pêwîstî bi rakirina nakokiyan heye. Mirov û civakên ku têkoşînên azadiyê didin heke bi xwe re têkevin nav nakokî û paradoksan ne pêkan e ku bigihêjin armanca xwe ya azadiyê. Lewma jî divê ev nakokî ji holê rabin.
Ji bo ji holê rakirina cihêkariya zayendî û afirandina şert û mercên zayendiya civakî pêwistî bi guherîna hişmendiya serdest a “baviksalarî” heye. Heta ev hişmendî neyê guherîn zehmete ku civak azad bibe. Bi taybetî jî wekî civaka Kurd û em têkoşîna azdiyê didin pêwîste em di nav xwe de jî azad bin. Ne tenê li dijî zext û tundiya ji hêz û dewletên serdest. Tenê di gotinê de nabe ku mirov bêje em azadî û wekheviyê diparêzin. A girîng ew e ku di her şert û mercî de di navbera jin û mêr de wekheviyek hebe û ew jiyan bi azadiyê tacîdar be.
Mirovên azadîxwaz, yên bi giyanî û bedenî qewîn encax dikare li ser bingeha azadiya zayendî vê cihêkariyê ji holê rabike. Em berê xwe bidinê li cihê ku azadî û wekhevî hebe li wê derê aramî û dilgeşî heye. Ji bo wê jî pêwistiya me ya sereke bi wekhevî û azadiyê heye. Wekheviya ku em behs dikin bi taybetî jî ya di navbera jin û zilam de ye. Di civakê de zilamê hêzdar her tim dixwaze jin bindest be ku bi hêsanî dikaribe xwe bide jiyîn. Heyîna li ser xistina jinê ava dike û di heman demê de xwe ji jiyana jinê jî berpirs dibîne ku dest werdide.
Têkoşîna ji bo azadiya civakê ya aştî, azadî, wekhevî û demokrasiyê heke ne li ser bingeha azadiya jinê be dê pêşeroja civakê jî ne azad be. Lewra jiyan bi jinê dest pê dike. Lewma jî ew civaka ku jin têde ne azad be ew civak bi xwe jî azad nabe. Ji ber vê yekê em bi hêsanî dikarin bêjin azadiya civakê di azadiya jinê re derbas dibe. Di civakê de heke ev hêman nebe ne pêkan e ku mirov behsa jiyaneke azad jî bike. Ji ber vê em dikarin bi hêsanî bêjin ku jin jiyan e, jiyan azad û wekhev bi xwe re civakeke demokratîk diafirîn e. Civaka ku jin têde ne azad be ew civak jî ne azad e û nikare têkoşîna azadiyê jî bide meşandin. Em tenê behsa azadiya fizîkî nakin. Li vir em behsa azadiya hişmendî, azadiya, giyanî, azadiya jiyanî, azadiya nirxî, azadiya çandî û civakî dikin. Ji lewre jî azadiya civakê di azadiya jinê re derbas dibe.