Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Ji bo nîqaşkirina rewşa tenduristiyê li kantona Cizîrê civîn tên lidarxistin’

03/03/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Ji bo nîqaşkirina rewşa tenduristiyê li kantona Cizîrê civîn tên lidarxistin’
Share on FacebookShare on Twitter

 Ronaz Silêman/Qamişlo

Hevserokê Desteya Tenduristiyê yê Kantona Cizîrê Memmo Mihemed diyar kir ku di 25’ê Sibatê de civînek di navbera Yekîtiya Bijîşkan û Desteya Tenduristiyê ya kantona Cizîrê, ji bo nîqaşkirina buhayên derman û lênerînên bijîşkiyê hate lidarxistin. Herwiha ev civîn yek ji civînên ku wê çê bibin, da ku çareseriyeke ji buhayên heyî re bê dayîn.

Di sala 2011’an de kirîza ku li Sûriyê dest pê kir, bandora xwe li ser hemû aliyan jî kir. Yek ji aliyên bibandor ji bo hemû mirovan, cihên tenduristiyê ye. Lê di van salên dawiyê de nirxên zêde di vî warî de hatiye kirin. Lewra Desteya Tenduristiyê her di nava hewldanan de ye ji bo çareseriya vê yekê û başkirina rewşa tenduristiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Li ser vê bingehê Yekîtiya Bijîşkan û Desteya Tenduristiyê ya kantona Cizîrê, ji bo nîqaşkirina buhayên derman û lêvegerên (Muayene) bijîşkiyê, di 25’ê Sibatê de civînek li Nexweşxaneya Gel a bajarê Qamişlo li dar xistin. Di civînê de giftigo ji bo rewşa tenduristî û buhayên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin kirin.

Derbarê rewşa tenduristiyê li Kantona Cizîrê û civîna ku ji aliyê Yekîtiya Bijîşkan û Desteya Tenduristiyê ve hatibû lidarxistin, hevserokê Desteya Tenduristiyê yê Kantona Cizîrê dektor Memmo Mihemed ji rojnameya me re axivî.

‘Rawestandina alîkariyê ji rêxistinan re bû sedema rawestandina gelek navendên bijîşkî’

Memmo Mihemed eşkere kir ku rewşa tenduristiyê li gorî derfetên heyî başe û wiha got: “Rewşa Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî derfetên heyî başe ku dibe bersiv ji gelek kêmasiyên ku li cem milet hene. Lê zehmetiyên di warê tenduristiyê de jî her tim hene. Mîna peydakirina dermanan û buhabûna wan. Ya din jî çeksazkirina alavên nexweşxaneyan, di van aliyan de gelek astengî têne dîtin. Herwiha lêdanên ku li ser navendên bijîşkî û karmendên wê jî çêdibin, dibe sedema zehmetiyên gelekî mezin. Ji xwe di vê dema dawî de jî, piştî biyara serokê Amerîka Doland Trump ku piştgirî ji bo rêxistinan rawestandiye, ev yek jî gelek zirar kir ku navendên bijîşkî werin rawestandin. Di heman demê de gelek kêmasî xist warê alîkariyên tenduristî yên bi gel re.”

‘Sîstemek ji bû rêgirtina buhayên tenduristiyê bê danîn’

Memmo Mihemed diyar kir ku civîna ku ji aliyê Yekîtiya Bijîşkan û Desteya Tenduristiyê ya kantona Cizîrê ve hatibû lidarxistin, civînek ji wan civînên ku wê çê bibe û wiha got: “Ev civîna ku hate lidarxistin wê civînek ji gelek civînên ku çê bibe. Da ku sîstemek ji bo buhabûna nirxê lênerîna bijîşkî, yekkirina  nirxên emliyata û her tiştê di warê tenduristiyê de, mîna lênerîna nexweşan, emliyat, razana nexweşan di nexweşxaneyên taybet de, him jî ji bo yekkirina nexweşxaneyên gel re, bê dayîn. Ev civîn yek ji civînên ku hatine iyarkirin di navbera Desteya Tenduristiyê û Yekîtiya Bijîşkan de, Herwiha wê di navbera rêveberên nexweşxaneyên taybet û bijşîkan de jî, wê giftogoyên nirxên lênerîna, emeliyat û hwd… bê kirin û wê bibin weke pêşinyar. Ev pêşinyar jî wê ji Meclisê Gelan re bê şandin û li bajaran jî wê giftigo li ser bêne kirin, da ku nerînên wan li ser van pêşinyaran bêne girtin û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bêne belavkirin.”

‘Desteya Tenduristiyê ji bo başkirina rewşa tenduristiyê bi istratîcîk dixebite’

Hevserokê Desteya Tenduristiyê yê Kantona Cizîrê dektor Memmo Mihemed axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo başkirina rewşa tenduristiyê ev çend mehin me weke istratîciyekê li pêşiya xwe daniye, destpêkê ji bo nexweşxaneyên taybete em weke bîlanco dikin ji wan re. Ya din jî zagonên navendên bedewiyê hêdî hêdî bi cih tînin ku kesên di van navendan de kar bikin, xwedî bawernameyên vî karî bin. Herwiha me zagon ji taqîgehan re jî derxistine û em wan dişopînin. Di heman demê de wê zagon ji bo cihên tedawiyên fîzîkî jî derkevin. Da ku her alî bi rêya zagonan tev bigerin.”

Post Views: 120
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Cejna Heciyan
QUNCIK NIVÎS

Cejna Heciyan

09/06/2025
Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.