Hêvî Keleş/Qamişlo
Taxa herî kevnar li bajarê Qamişlo taxa Hilaliyê ye, ev tax li ser girekî ku li ber deriyê Rojavayê bajêr dikeve. Tax ji hêla kesekî ji malbata Abû Eyşek yê bi navê Elî Yûsif ve hatiye avakirin. Herwiha avakirina wê vedigere salên pêşîn ên avakirina bajêr.
Hilêliyê kevintirîn tax li bajarê Qamişlo ye, ev tax ji hêla xaniyên xwe yên kevin û kolanên xwe yên bi derence ve tê naskirin. Dîroka avakirina wê vedigere salên pêşîn ên avakirina bajêr ji sala 1928`an de. Yekem kes ku xanî li wir ava kir, kesê bi navê Elî Yûsiv ku ji malbata Abû Eyşek e. Sedema navlêkirina Hilêliyê, ew bû ku dema temambûna avakirina taxê şiklê hîlal derket.
Di derbarê dîrok û avakirina Taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo neviyê Elî Yûsif û mamosteyê Erdingarî Farûq Yûsif ji rojnameya me re axivî.
Avakirina taxa Hilêliyê
Farûq Yûsif da zanîn ku taxa Hilêliyê gund bû û li kêleka bajarê Qamişlo bû û wiha got: “Yê yekemîn hat û xaniyek li Hilêliyê ava kir bapîrê min Elî Yûsif bû. malbata wî bi xwe ji Nisêbînê ne û erdê wan ji Nisêbînê heta bajarê Amûdê dirêjkirî ye. Roja ku xet lêxistin û sînor tesbît kirin û cumhuriyeta Tirkiyê çêbû, bapîrê min got divê ku hin ji me li ser xetê bin û hin li bin xetê bin, hin ji me vî erdî dorber bike û yê din erdê li Nisêbînê dorber bike. Çareseriya wan ew bû ku birayê xwe Elî bişînin vir. Di Sala pêşî dema hatin di konan de bûn cihên wan yê sabît tune bû, yê ku li cihê xwe sabît diman wan dagir dikirin, ji ber wilo berê xwe dan Til Afer û demekê li wir bicih bûn. Piştre Elî vedgere Hilêliyê û xaniyekî ava dike û alîkarê wî hebûn yê ku cot dikirin û yên lawirvanî dikirin. Tê texmînkirin ku xanî piştî 1925`an de hat avakirin. Herwiha ji cotkaran re jî cihekî ava dike weke hewşekê. Têkiliya Elî Yûsiv bi Haco Axa re hebû û wî wê demê jê xwest ku deh-panzdeh malbatan bide wî Ji ber ku ew bi tenê bû û gund ji aliyê kesekî ve nayê avakirin, wek ku wî wextî got, ji ber vê yekê donzdeh malbatên Xiristiyan alîkariya wî di avakirinê de kirin. Hilêliyê gund bû lê bi demê re bû taxek ji taxên Qamişlo, hejmarê xelkên ku roja îro de têde dijîn zêdetirî 12 hezarî ye.”
Sedema navlêkirina taxê
Yûsif diyar kir ku Helaliyê di Nîsana 1929`an de hatiye avakirin û wiha got: “Min ev agahî ji xalê xwe bihîstiye. Elî ew mirovekî hişmend bû ku bi dîrokê re eleqedar bû. Ew dibêje, piştî ku wan karê roja sêyem a avakirinê qedand heyvê wek hîlal dîtin. Lewma biryar dan ku navê vê taxê bikin Hilêliyê, ji ber ku li ser vê pîroziyê çêtir tiştek tune ye. Hilêliyê bi ava xwe navdar bû û çemek ji rojavayê Nisêbînê derdiket, di heman demê de sê çem ji vir diçûn gundê Hîmo, ev yek jî li ser riya sereke, ku sê pirên biçûk lê hene, xuya dibe. Ji vir heta Qamişlo çemekî bi navê Xiniz hebû ku ji binê Wadî Hilaliyê derbas dibû û pira wê îro jî li ser kargeha Rojava heye.”
Hejarbûna Hilêliyê
Neviyê Elî Yûsif û mamosteyê Erdingarî Farûq Yûsif axaftinên xwe wiha bi dawî kir û wiha got: “Dedrora bajarê Qamişlo gund bûn, Enteriyê û Hilko û Hilêliyê jî yek ji van gundan bû di van cihan de kesên hejar jiyan dikin. Enteriyê û Hilko hatin avakirin piştî ku hîzam çêbû, parêzerê wê demê bi navê Sibhî Herib tê Enteriyê konekî vedike û erdan dide xelkê. Dema berê xwe daye Hilêliyê li wir Jî konekî vedike lê xelkên Hilêliyê xaniyên xwe xeranekirin û ji ber wilo Kolanên wê gelekî berfireh nebûn û nebû wek bajar, lewma man xaniyên kevin. Herwiha Enteriyê bû bajar lê Hilêliyê nebû ji be ku xelkên Hilêliyê wek xelkên Enteriyê bi Sibhî Herib re nebûn alîkar û nehiştin kolanan veke. Piştî wê bi demê re tevger lê çêbû lê ji be ku Hilêliyê li kêleka bajêre, hejarên ku koçber bûne lê pir in, tevî ku tevger lê çêbûye û kedkar lê hene û pir in, lê maye cihê hejaran. Sedema sereke ew e ku çêkirina kolanan dereng ma, lewra kolanên Hilêliyê man weke gund.”