Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Pirsgirêka avê li bajarê Hesekê didome

02/03/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Pirsgirêka avê li bajarê Hesekê didome
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Piştî dagirkirinan Serê Kaniyê ji aliyê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve, ava stasyona Elok ku dikeve gundewarê bajarê Serê Kaniyê li ser welatiyên bajarê hesekê hat qutkirin. Ji wê demê ve û heta niha welatiyên bajarê Hesekê pirsgirêka peydakirina avê jiyan dikin.

Dewleta Tirk a dagirker dema ku di sala 2019’an bajarê Serê Kaniyê dagir kir ava stasyona Elok li ser bajarê Hesekê qut kir. Ev jî bû sedem ku milyonek mirov ji avê bê par bin.

Li gel şerê ku li herêmê diqewime, aloziya avê zêdetir dibe ji ber nebarîna baranê di werzê çile de û guhertina avhewaya herêmê.

Zêdetirî milyon kesî li bajarê Hesekê li ser stasyona Elok jiyan dikin, niha xwe dispêrin tankerên avê ku ji cihên dûrî herêmê tên bajar.

Di çarçoveya şerê çekdarî û operasyonên leşkerî yên berdewam li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, binesaziya herêmê û avahiyên sivîl bi awayekî rasterast tên hedefgirtin, di van hedefgirtinan de cihên avê, enerjî û neftê pêwistiyên rojane yên gelên herêmê têne armanckirin. Li gorî raporên rêxistinên hiqûqî û mirovî, di nav de (Human Rights Watch) di Sibata 2024`an de ev kiryarên dijî mirovahiyê bandoreke mezin li ser jiyana şêniyan kiriye. Aloziya avê zêdetir dibe ji ber koçberiya ku çêdibe bi sedema êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên girêdayî wê li ser herêmên cuda.

Hejmara şêniyên Hesekê ji sala 2019`an milyonek derbas kir. Ji ber êrişên dewleta Tirk, bi taybet di vê dema dawiyê de, piştî hilwişandina rêjîma Esad û destserkirina hin herêmên din mîna Şehba û gundewarên wê ku piraniya wan koçberên Efrînê lê bi cih dibûn bi sedema êrişên çeteyên dagirkeriya Tirk, ev şênî dîsa bi darê zorê koçber bûn û hatin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet li bajarê Hesekê ji ber vê yekê hejmar dibe ku zêdetir bûye, bi vî awayî aloziya avê her ku diçe xirabtir dibe.

Stasyona Elok ku ji sala 2019`an ve hatiye rawestandin, çavkaniya sereke ya niştecih û koçberên bajarê Hesekê, gundewar û kampan e. Pirsgirêka avê bandoreke mezin li ser tevahiya qadên jiyanê dike, ev yek dibe sedema bandorên neyînî li ser niştecih û koçberan, di nav de aliyên aborî ya têkildarî avê, bi taybet qada çandiniyê û xwedîkirina sewalan, ku ew çavkaniya sereke ya şêniyên herêmê ye, wekî din qirêjiya çavkaniyên xwezayî ku binesaziya herêmê xirab dike.

Di çarçoveya pirsgirêkên cuda, çareseriyên awarte derketin weke eltrnatîf ji bo peydakirina pêwstiyên rojane ji avê, ev çareserî di veguhestina avê de bi tankan (giştî û taybet), ji çavkaniyên cuda weke kaniyên herêmî, her wiha avakirina projeyên avê ji çend çavkaniyên curbicur.

Alternatîfên

Bîrên Nefaşa û Şemoka, hin ji van bîran girêdayî gerenîndeya avê ye û hin bîrên taybet ên şêniyan hene di xizmeta gel de ne. Bi destûr ji aliyê şaredarî û Gerenîndeya Avê hetin kolandin. Projeya Nefaşa dikeve bakurê çiyayê Kewkeb, 47 gund sûd jê digrin.

Di demeke nêz de wê ev proje bên berfireh kirin û bîrên ne di xizmetê de wê aktîv bikin.

Çavkaniya din projeya Firatê, bi awayekî domdar av tê sekinadin. Ji sedî 35 pêwistiyên bajarê Hesekê ji avê tên peydakirin.

Rewşa avê li Hesekê pir xirab e nemaze kêmbûna baranê jî wê bi awayekî mezin banodrê li ser kêmbûna avê bike.

Hêjayî zanînê ye ku ji dîroka  2023-10-15 heya roja îro ava stasyona Elok hatiye qutkirin.

Post Views: 147
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Cejna Heciyan
QUNCIK NIVÎS

Cejna Heciyan

09/06/2025
Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.