Friday, June 5, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Til Koçer xebatên xizmetê berdewam dikin

01/06/2018
in Uncategorized
A A
Li Til Koçer xebatên xizmetê berdewam dikin
Share on FacebookShare on Twitter

Li bakurê Sûriyê xebatên civakî û xizmetguzariyê berdewam dikin. Şaredariyên bajar û navçeyan li gor derfetên xwe xebatên xizmetê bi rêvedibin. Şaredariya navçeya Til Koçer jî xebatên sererastkirina binesaziya navçeyê birêve dibe. Dema ku navçe di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de bû binesaziya wê hatibû hilweşandin.

Şaredariya Gel a navçeya Til Koçber a kantona Qamişlo kar û xebatên rojane dimeşîne û toreyên binesaziyê fireh dike. Navçeya Til Koçber ji aliyê şaredariyên berê ve dihate paşguhkirin. Binesaziya wê ji ber kiriyarên çeteyên DAIŞ`ê xirab bû. Ji ber vê yekê pêwîste pirojeyek salane were dayîn.

RAKIRINA BERHMAHIYÊN ŞER
Di dema ku navçeya Til Koçer û gundewarên wê di bin dagikeriya çeteyên DAIŞ`ê de bû. Çeteyan hemû pirên li navçeyê rûxandin, bi vê yekê xwestin ku rê li pêşketina şervanên YPJ/YPG`ê bigirin. Piştî ku navçe û gundewarên wê ji çeteyan hate rizgarkirin şêniyên navçeyê rastî gelek zehmetiyan hatin û gelek zehmetî didîtin. Li ser vê bingehê şaredariyê dest bi pirojeya xwe ya salane kir û pir bi buhaya 23 miliyon LS sererast kir.
Li ser xwesteka komînên gundê Taş Xerbî û Taş Şerqî yên dikevin başûrê navçeyê dest bi sererastkirina pira nêzî herdû gundan a ku ji ber ava baranê xirab bû, kir.
Ji aliyekî din ve jî şaredariyê hemû bermahiyên şer ji navçeyê rakir û zemîna erdê rast kir da ku daran lê biçînin.

SERERASTKIRINA KANASLÎZASYONÊ
Sererastkirin û firehkirina toreyên kenalîzasiyonê di hundirê navçeyê û gundewarên wê de yek ji kar û xebatên di nava pirojeyên şaredariyê yên salê de ne. Di vê çarçoveyê de şaredariyê pirojeya sererastkirina toreyên kenalîzasiyonê li komîna Şehîd Demhat a dikeve navenda navçeyê bi dirêjahiya hezar û 375 M û bi buhaya 15 miliyon LS bidawî kir. Ev piroje xizmeta zêdeyî 240 malî dike. Ji aliyekî din ve jî li komîna Şehîd Evîn rêgarên kevin hatin guhertin û paqijkirin.
Li gundewarên navçeyê jî şaredariyê li ser xwesteka şêniyên gundê El-Mehmûdiyê hindek kenalîzasiyonên ne rêxistin kirî yên ku xeterî li ser jiyana şêniyan çêdikir û ji ber wan nexweşî belav dibûn, girt.

KAR Û XEBATÊN ROJANE
Komîte û beşên şaredariyê rojane gelek xizmetan ji şêniyan re pêşkêş dikin. Werşeyên paqijiyê çopê kom dikin û ber bi cihê komkirina çopê ve dibin. Her wiha komîteya Zabîtê sûkên li bajar rêxistin dike û buha madeyan dişopîne. Komîteya Parastina Welatiyan derfet nade bazirganan ku madeyan buha bike û madeyên dem bûrî digre.
Girêdayî mijarê yek ji rêveberên şaraderiya Gel a navçeya Til Koçer Ebid Salih El-Miflih tekez kir ku wan ji Desteya Şaredariyan re gelek pirojeyên xizmetguzariyê pêşkêş kirine. ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin
NÛÇE

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin

04/06/2026
Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe
CIVAK Û JIYAN

Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe

03/06/2026
PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E
HAJMARA PDF

PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E

03/06/2026
Bi kamîreya Solîn Mihemed
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Solîn Mihemed

03/06/2026
 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike
CIVAK Û JIYAN

 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike

03/06/2026
10 çiyayên herî bilind di cîhanê de
CîHAN

10 çiyayên herî bilind di cîhanê de

03/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.