Ronaz Silêman/Qamişlo
Ridwan Îsamîl girtiyê ku zêdeyî 33 salan di zindanên dewleta Tirk a dagirker de li ber xwe daye diyar kir ku her çiqas dijmin dixwest polîtîkeyên xwe li hemberî wî bida meşandin, lê ew li hemberî van polîtîkeyan radiwestiya û got, “Tevî binçavkirinê, min partî û gelê xwe diparastin”.
Bi hezaran parlementerên Kurd, kesayetên siyasî, rewşenbîr û azadîxwaz di zindanên dewleta Tirk a dagirker de têne dîlgirtin. Girtiyên di zindanan de, bi îşkenceya fizîkî û ya pîskolojîk rû bi rû ne. Di heman demê de dewleta Tirk li gorî xwe zagonên ku ne li Tirkiyê û ne jî li cîhanê têne pejirandin, dinivîse û li ser girtiyan disepîne.
Yek ji girtiyên ku 33 sal û nîvan di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de hatibû dîlgirtin, Ridwan Nesrî Îsmaîl e. Ridwan Nesrî Îsmaîl ji gundê Sinceqa Sedûn a girêdayî bajarê Amûdê ye. Ridwan ji bo doza gelê xwe tevlî Tevgera Azadiya Kurdistanê bû, da ku mafên xwe yên çandî, siyasî û çarenûsa xwe wergire. Lê li Bakurê Kurdistanê ji ber xebatên xwe yên siyasî tê girtin û bi vê sedemê cezayê heta hetayê lê tê birîn. Li gorî zagonên Tirkiyê kesên ku cezayê muebed lê tên birîn, piştî 30 salan divê bê berdan. Tevî ku cezayê Ridwan di 28’ê Tebaxa 2021’an de bi dawî bû, lê bi hincetên cuda 3 sal û nîv li cezayê wî hate zêdekirin.
Ridwan Nesrî Îsmaîl di sala 1961’an de, li gundê Sinceqa Sedûn a bi ser bajarê Amûdê, di nava malbateke welatparê de, ji dayîk bûye. Ridwan di zarokatiya xwe de nûçeyên Kurdî dişopandin û di nava lêgerîna siyasî de jiyan dikir. Lew re çi tevgereke kurdî rasterast ku ji bo gelê kurd kar û xebat dida meşandin bi fikir û ramanên xwe li wir bû.
Ridwan piştî lêgerînên xwe yên siyasî, Tevgera Azadiya Kurdistanê nas dike. Êdî di sala 1985’an de dibe xwedî biryar ku tevlî Tevgera Azadiya Kurdistanê bibe. Tevî ku zarokên wî hebûn û destê wî astengdar bû, lê ew ji biryara xwe venegeriya. Li ser vê bingehê di 1989’an de bi temamî têkiliyên xwe yên malbatî qut dike. Îsamîl di dawiya sala 1990’î de beriya kongra 4’emîn ji Rojava ber bi Başûr ve diçe û tevlî Tevgera Azadiya Kurdistanê dibe.
Lê di 5’ê Îlona 1991’an de li herêma Gulpînarê li Wanê tevî 4 hevalên xwe, ji ber xebatên xwe yên siyasî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate girtin û cezayê heta heyatê lê hate birîn. Ridwan Nesrî Îsmaîl ku ji aliyê dijmin ve bi navê Dijwar dihate naskirin, piştî 33 sal û nîvan ji zindanên dewleta Tirk azad dibe.
Ridwan Îsmaîl têkildarî kar, xebat û girtina xwe ji rojnameya Ronahî re axivî.
‘Tevgera Azadiyê hucreyek mejiyê min e’
Ridwan Îsmaîl diyar kir ku piştî naskirina wî ji Tevgera Azadiya Kurdistanê re, êdî tevgera azadiyê bû hucreyek mejiyê wî û wiha got: “Di bingeha xwe de ez li Tevgera Azadiyê geriyam. Piştî ku min Tevgera Azadiyê nas kir û şûn de, tevger bû hucreyek mejiyê min û parçeyek ji dilê min. Bi taybet piştî ku min heval dîtin, her wiha li berxwedana zindanan guhdar kir, êdî tu hêzek nema karîbû min ji vê tevgerê dûr bixe. Her tim min ji xwe re digot; “Eger hebûna min bikeve devê topekê û perçeperçe bibe, wê Tevgera Azadiyê mîna hesinkêşê wan perçeyên canê min kom bike”. Dibe ku tevgerên din jî heta astekê xizmeta doza Kurdî dikirin. Lê ez gihiştibûm encamekê ku tu tevger weke Tevgera Azadiyê wê xizmeta doza Kurd bi rengekî rast bike û me bighîne daxwazên me, tune bû. Lew re di demeke kurt de min biryar da ku ez tevlî Tevgera Azadiya Kurdistanê bibim. Ji ber ez di wê baweriyê de bûm ku eger sekina min nebe perçeyek ji tevgerê, nexebitim û hêza xwe nexim xizmeta wê û doza Kurd, wê demê, ez ê mîna kesekî nexweş bim. Lê mixabin derdora min dixwestin astengiyan li pêş tevlîbûna min derxînin. Lê min got eger ez tevlî Tevgera Azadiyê nebim, enerjiya xwe nexim xizmeta gelê Kurd û tevgerê, ez ê nexweş bim.”
‘Evînên biçûk dibin qurban ji evînên mezin re’
Ridwan Îsmaîl anî ziman ku malbat evîna biçûk e lê têkoşîn evîna mezin e û wiha got: “Tevî ku girêdana min bi zarok û malbata min re hebû, lê li cem min malbat evîna biçûk bû, têkoşîn û Tevgera Azadiyê jî evîna mezin bû. Lew re bê çare nîn bû ku evînên biçûk bibin qurban ji evînên mezin re. Li ser vê bingehê min têkîliyên xwe yên aborî ji malbatê qut kir. Tevlîbûna min jî, ji Tevgera Azadiyê re beriya Kongra 4’emîn bû. Wê demê tevlî têkoşîna çekdarî bûm, piştî wê bi şûn de, em li ser herêman hatin belavkirin. Hin herêm li hemberî me hatibûn girtin, lê hewledanên min ji bo vekirina wan herêman û xizmeta wan hebû. Ez ji bo rizgarkirina welat û gelê xwe dixebitim. Parastina doza gelê Kurd erkekî me yê sereke ye. Ez di 5’ê Îlona 1991’an de, ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatim girtin. 13’e rojan di girtîgeha Gulpînarê de mam. Sawciyên zindanê dixwestin antîpropogadna li ser me bidin meşandin û digotin; çawa jin li cem we ne? Lê bersiva min ji bo wan ew bû ku li cem me ji xwîşk û biratiyê bêtir li hev xwedî derdikevin, canê xwe ji bo hev didin. Wan îslam dikirin hincet, lê min bersiva wan dida û mînakê şoreşa îsalmê ku jinan serkêşiya wê dikirin, dida wan. Êdî ji min re digotin tu hatiye girtin çima tu li ber xwe didî? min got; dema mirov bê girtin nayê wateya ku teslîm bibe. Dema mirov li ser rastiyê be, wê heta dawiyê mafê xwe biparêze. Sawciyên zindanê di dema dawiyê bandor bibû, ji min re digotin tu tiştekî dixwazî? min digot tiştekî tenê dixwazim “PKK ne tevgereke terrorist e, PKK ji bo mirovahiyê û hemû gelên bindest e, hem li vir ji bo gelên Kurd û Tirk têkoşînê dide meşandin, ez hêvî dikim bi vî çavî mêze bikin, bi çavê terorîzmê mêze nekin.” Xebatên min di vê çarçoveyê de dihatin kirin”.
‘’Tevî binçavkirinê, min partî û gelê xwe dipartastin”
Ridwan Îsmaîl axaftina xwe wiha qedand: “Di sala 1991’ê de hatim girtîgeha Amedê. Lê zindana Amedê bi serkêşiya berxwedana şehîd Mezlûm Dogan, Kemal Pîr û hevalên din zemînek dabû afirandin û risteke girîng lîstibû ku mercên cezayê ne weke berê bûn. Di heman demê de têkoşîna gerîlayan zextên li ser zindanê rakirin. Em jî hatin li ser vî mîrasê rûniştin, ev jî mîrasê şoreşê û şehîdên mezin bû. Di zindanê de bi pergalî işkence nemabû, dem dema dixwest mirov ji tevgerê û doza Kurd qut bike, armancên wan ev bûn. Tevî Pergalî tunebû jî, lê nayê wateya ku nakujin û ezeziyet jî rabûye. Bi vî rengî 33 sal û nîvan li zindanê mam. 30 salên xwe me qedandin û şûn de dijmin siyasetek derxist. Tevî ku li gorî Tirkiyê cezayê muebed 30 salin, zêdeyî wê jî tuneye, lê li cem xwe hin zagonên ku ne li Tirkiyê û ne jî li cîhanê têne pejirandin derxistin. Di her hêlê de xwestin me bihêlin, lê li her derê jî, ew zagon nexistin meriyetê, ji ber ku derveyî zagonên hiqûqî bûn. Dibe ku kêmasiyên min hin caran derketibin, lê şert û merc çiqasî zor bin jî, ji parastina mafê gelê xwe paş de vengeriyam. Tevî binçavkirinê, min partî û gelê xwe diparastin. Di zindanê de derveyî daxwazên gel min tevger nekiriye û tu lewaztî nîşa nedaye. Her çiqas dijmin dixwest polîtîkeyên xwe li ser min bisepîne, lê ez li hemberî wî radiwestiyam”.