Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Na ji berdana guleyên bê serûber e’

19/02/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Na ji berdana guleyên bê serûber e’
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo


Ji bo parastina welatiyan ji gulebarana bê serûber, Hevserokatiya Desteya Hundirîn ya kantona Cizîrê bi drûşmeya(Na ji berdana guleyên bê serûber e) pêngava hişrarkirinê ji bo rêgirtina xeteriya berdana guleyên bê serûber da destpêkirin.

Di demên dawî di encama guleyên bêserûber li kantona Cizîrê gelek welatî birîndar bûn. Ji bo rê rêgirtina li pêş vê diyardeya ku jiyana welatiyan dixe xeteriyê, Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê bi dirûşmeya ‘Na ji berdana guleyên bê serûber e’ pêngaveke da destpêkirin.

Armancên pêngavê:

Perwerde û hişyarkirina civakê ji ziyana gulebarana bê serûber li ser welatiyan û civakê.

Zêdekirina çavdêriya ewlehî û standina tedabîrên zagonî di derheqê her kesê ku destê wan di van bûyerên ne zagonî de heye.

Zêdekirina Hevkariya Civakê bi alîkariya gel di derbarê agahdarkirina aliyên têkildar ji bo gulebarana bêserûber.

Derbarê vê mijarê de hevserokê Desteya Hundirîn a kantona Cizîrê Şêrwan Mihemed re axivî.

Şerwan Mihemed diyar kir ku berdana guleyên bêserûber pirsgirêkeke ku jiyana welatiyan dixe xeteriyê de û wiha got: “Bi armanca hişyarkirina welatiyan li ser xeteriya vê diyardeyê, me hemleyeke hişyarkirinê da destpêkirin ku ji 8 heta 10 rojan wê dewam bike. Armanca me ya sereke ji destpêkirina vê hemleyê belavkirina hişyarkirinê di nava şêniyan de, xurtkirina hestên berpirsyartiya ferdî û komî herwiha diyardeya berdana guleyên bê ser û ber ya bi xeter bidin rawestandin.”

Şêrwan Mihemed eşkere kir ku hemle wê ji aliyê kordînasyona Ewlekariya Hundirîn û bi tevlîbûna hemû saziyên raghandinê ji bo alîkariya belavkirina hişyarkirinê di riya wesîleyên raghandinê de bê destpêkirin. Wê di pêngavê de formên medyaya civakî û belavkirina belavokên hişyarkirinê li bazar û taxan, bi taybet li bajarê Qamişlo û Hesekê bê belavkirin. Desteya Hundirîn tekez kir ku rapor ji bo saziyên fermî yên xwedî çek hate şandin, da ku vê mijarê di civînên xwe de nîqaş bikin, endamên wê bên hişyarkirin û pêwistiya rawestandin gulebarana bêserûber.”

Şêrwan Mihemed wiha domand: “Ji bo gihaştina nameya me, wê roja înê di mizgeftan de bang bê kirin ji bo belavkirina hişyarkirinê di nava gel de, xeteriya berdana guleyên bêserûber bê şîrovekirin herwiha pêwistiya bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn alîkariyê bikin ji bo rê bigrin ber vê diyardeyê.”

Tedbîrên qanûnî

Şêrwan Mihemed destnîşan kir ku di dema heyî de hemle tenê di qûnaxa hişyarkirinê de ye, lê ew kar dikin li ser amadekirina tedbîrên hişk û wiha got: “Gelek daxwazên şêniyan hene ji bo tedbîrên qanûnî li dijî kesên ku guleyan berdidin, me jî ev daxwaz bi awayekî cidî girtin dest. Wê cezayên qanûnî di demeke nêz de bê ferzkirin, bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Edaletê ji bo rawestandina diyardeya berdana guleyên bêserûber.”

Hevserokê Deseteya Hundirîn ya kantona Cizîrê Şêrwan Mihemed axaftina xwe wiha qedand: “Herêm di qûnaxeke hesas de derbas dibe. Li ser herêmê gefên ewlekariyê û hewildanên belavkirina kaosê hene. Lewma divê çek ji aliyê welatiyan ve neyê bikaranîn. Parastina ewlehî û aramiya herêmê berpirsyartiya hemûyan e. Em bang li gelê xwe dikin li herêma Cizîrê ku bibin alîkar bi me re, da ku ev hemle bi awayekî serkeftî pêk bê.”

Post Views: 115
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Cejna Heciyan
QUNCIK NIVÎS

Cejna Heciyan

09/06/2025
Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.