Hemza Sêvo/ Qamişlo
Şêxmûs Ehmed da zanîn ku rawestandina destekdayîna navnetewî ji bo penaber û koçberan wê kêşeyên mezin bi xwe re bîne û got, “Alîkariya koçberên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dikeve ser milê Rêveberiya Xweser, lê divê dagirkerî bi dawî bibe û koçber vegerin warê xwe.”
Dosiyaya koçber û penaberên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gel mijara çeteyên DAIŞ’ê yên di girtîgehan de dosiyake sereke ye. Ji hêlekê ve penaberên ku ew bi xwe malbatên çeteyan in, ji hêla din ve jî koçberên ku bi darê zorê ji hêla dagirkeriya Tirk ve hatine koçberkirin.
Derbarê rewşa penaber û koçberan hevserokê Ofîsa Kar û Barên Penaber û Koçberan a Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed ji rojnameya me re axivî.
‘Rawestandina destekdayîna navnetewî wê bi xwe re kêşeyên mirovî derxîne holê’
Ehmed da zanîn ku rawestandina destekdayîna penaber û koçberan wê kêşeyên mezin bi xwe re bîne û wiha got: “Piştî hilweşandina rêjîma Essed, Rêveberiya Xweser biriyarek ji bo rewşa penaber û koçberan da û anî ser ziman ku divê hemû kes vegerin warê xwe, herwiha pêwîste biriyar bi hevkariya Netewên Yekbûyî bi cih were. Ev biriyar hat dayîn berî ku Koşka Spî biriyarê bide ku nema destkdayînê ji saziyên mirovî yên girêdayî wezareta derve re pêşkêş bike. Wekî em dizanin biriyara rawestandina destekdayîna saziyan ne tenê ji bo herêma me re ye, lê belê ji tevahiya saziyên welatên din ên cîhanî ye. Piştî sitandina vê biriyarê, êdî em derbasî pêvajoyeke nû bûn. Wê bandoreke neyînî ji kamp û koçberan re bike, ji ber ku heya astekê wan saziyan destek didan penaber û koçberan, rawestandina alîkariyan di demeke wiha de wê kêşeyên mirovî ya mezin bîne holê.”
‘Destekdayîna koçberên Efrîn, Serêkanî û Girê Spî erkê Rêveberiya Xweser e’
Ehmed diyar kir ku alîkariya koçberan dikeve ser milê Rêveberiya Xweser lê divê dagirkerî bi dawî bibe û koçber vegerin warê xwe û wiha domand: “Koçberên Efrîn, Serêkanî û Girê Spî welatiyên Rêveberiya Xweser in, bidestxistina pêdiviyên wan ên jiyanî, hem jî vegera wan dikeve ser milê me. Lê Neteweyên Yekbûyî, Hevpeymana Navnetewî û civaka navnetewî berpirsên yekemîn in di warê vegera wan li ser axa wan ya dagirkirî re. Hîna dagirkerî li ser herêmeke berfireh heye, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê weke hêzên biyanî desthilatdarî û dagirkeriya xwe li ser dimeşînin. Lewma jî di vê demê de bi hebûna dagirkeriyê koçber nikarin vegerin warê xwe. Merca yekem ji vegera koçberan Ii ser cih û warê xwe re ew e, ku axa Sûriyê ji dagirkeriya tirk were rizgar kirin.
‘Em amade ne ji bo ku penaber vegerin welatên xwe’
Hevserokê Ofîsa Karûbarên Koçber û Penaberan, Şêxmûs Ehmed destnîşan kir ku ew ji bo vegera penaberên biyanî amade ne û dê destekê bidin, lê pêwîst e welatên wan daxwaz bikin û wiha bi lêv kir: “Ev çend sal in ku ji ber destekdayîna penaber û koçberan Rêveberiya Xweser astengiyan dibîne. Sedem jî ew e ku gelek kampên penaber û koçberan li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene, hemû jî tu destekê ji saziyên navdewletî yên mirovî nagirin, ev yek jî dibe barekî giran li ser milê Rêveberiya Xweser. Rêveberiya Xweser bi riya saziyên xwecihî yên ne fermî alîkarî werdigirtin, lê piştî ku Wezareta Derve ya Amrîkayê nema aîkariyê pêşkêşî saziyên girêdayî xwe kirin, rewş hat guhertin. Niha tu saziyên mirovî yên navnetewî destekê nadin penaber û koçberan. Niha gelek penaber ji welatên cuda ku zêdeyî 50 nasnameyên cuda di Kampa Roj û Holê de hene. Ji bo mijara vegera penaberan li welatên wan re, em amade ne û em ê destekê bidin wan, lê pêwîst e welatên wan daxwaza vegera penaberan bikin. Lê ev dosiya hîna weke xwe maye, divê, civak û hêzên navnetewî pê re jî saziyên wê mijara penaber û koçberan çareser bikin, bi riya desthilatdariya Şamê re zemîn were avakirin.”