Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Mihsin Gawî: Wênekêşî parçeyek ji giyanê min e

16/02/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Mihsin Gawî: Wênekêşî parçeyek ji giyanê min e
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Qamişlo


Rahêner û wênekêş Mihsin Gawî diyar kir ku wênekêşî dewamkirina jiyanê ye û wiha got: “Rojek bi ser min re derbas nabe ku ez wêneyan nekişînim ji ber ku bûye parçeyek ji giyanê min”.

Mihsin Gawî temenê wî 18 salin, ew ji bajarê Qamişlo ye. Tevî ku ew kesekî astengdare lê dev ji xewn û xeyalên xwe bernade. Ji sala 2020’an ve dest bi fêrbûna wênekêşiyê kiriye.

Mihsin Gawî di derbarê jiyan û karê xwe ji rojnameya me re axivî.

Kar û xebatên Mihsin Gawî 

Mihsin Gawî da zanîn ku astengdarî ne ya bedenê ye lê ya hişmendiyê ye û wiha got: “Di sala 2020’an de ez li UNCEF beşdarî pewerdeya wênekêşiyê bûm, du heftiyan berdewam kir, him tewrî û him jî piratîk bi taybet ji bo kesên astengdar bû. Em 14 kes tevlî vê perwerdeyê bûn û mamosteyê me jî Azad Evdikê bû, di vê perwerdeyê de ez fêrî rêzikên bingehîn yên wênekêşiyê bûm.  Êdî min kamîreyek kirî û dest bi projeyek taybet kir û ez jiyan û taleneta kesên astengdar bikşînim. Ev Proje li ser wênekişandin û belgekirina jiyan û jêhatîbûna kesên astengdar bû, da ku ez ji civakê re nîşan bikim ku ew jî xwedî şiyan û potansiyel in û dikarin gelek tiştan bikin. Bi rêya belge û medyayê min karî nêrîna cîhanê ya neyînî li ser van kesan veguherînim erênî. Piştî ku min xwe pêş xist, êdî ez bûm rahêner min zêdetirî 50 kesên astengdar û normal perwerde kirin. Di heman demê de min di rêxistina Nûdem, navenda Fînîqiya û komeleya Şawîşka de jî wane li ser wênekêşiyê dan. Di sala 2022’an de bi boneya Roja Cîhanî ya Astengdaran min belgefilmek li ser astengdaran çêkir, ev belgefilm bi 14 zimanên cîhanî hatibû wergerandin û li 15 welatan hat pêşkêşkirin. Her wiha li gel tîma Tîtra Hînar û bi Yekîtiya Jinan re me şano li ser kesên astengdar pêşkêş kirin. Bi armanca hişyarkirina civakê li ser kesên astengdar. Ji bo daxwazkirina mafên kesên astengdar, li Minbic û Qamişlo beşdarî konferansa furman bûm. Her wiha ji hêla UNCEF ve hatim xelatkirin di sala 2021’ê de wek baştirîn kesê astengdar li Bakur û Rojhilatê Sûriyê”.

‘Wênekêşî û çapemenî cewherê jiyanê ne’

Rahêner û wênekêş Mihsin Gawî axaftinên xwe bi van gotinan bi dawî kirin: “Wênekêşî û çapemenî cewherê jiyanê ne û mezintirîn navgînên belgekirinê li cîhanê ne. Belgekirina bi wêne û vîdiyo baştirîn rê ye ji bo mirov û civakê bawer bike. Min di jiyana xwe de ev kar kir û min dikarî vê rêyê berdewam bikim bi saya bav, dayîk, heval û mamosteyê min yê ku ez ji xwe re mînak dibînim Azad Evdikê bû. Lê ev demek e ez dûrî rûpelên xwe ketime, lê ez ne dûrî rastiyê me. Niha ez di hişmendiya xwe de li ser projeyên nû dihizirim û dixwazim gavên mezin biavêjim ku sûdê bidin kesên astengdar. Ez niha li bendê me ku rewşa welat aram bibe ku ez bi hêzeke xurt dest pê bikim. Wê di demên pêş de gelek şano û belgefÎlim werin çêkirin. Peyama min ji bo her kesê astengdar ew e ku tu carî bedena xwe ji bo xwe nekin astengî, em ê hemû bi hev re bighêjin hemû hêvî û daxwezên xwe. Her wiha em ê ji derdorê re tekez bikin ku em dikarin her tiştî bikin”.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.