Birûc Resûl/Qamişlo
Hevjîna şehîd Ebdulqadir Ibrahîm Raniya Ibrahîm destnîşan kir ku şehîd Ebdulqadir xwedî hestên welatparêziyê bû, di heman demê de mirovekî fedekar û azadîxwaz bû.
Şehîd Ebdulqadir Ibrahîm di sala 1960’an de li Gundê Girkê Dijwêr yê girêdayê bajarê Girkê Legê hatiye dinê. Şehîd Ebdulqadir ji malbateke welatparêz de çavê xwe li dunyayê vekir û birayê wî di sala 1984’an de tevlî Refên Tevgera Azadiyê bû û di sala 1990’î de li çiyayên azad bi qehremantî gihîşte asta şehadetê. Şehîd Ebdulqadir di sala 1985’an de li bajarê Qamişlo zewcî û 7 zarokên wî hene; 2 keçik û 5 lawik in. Di sala 1990’î de şehîd Ebdulqadir diçe serdana Rêber Abdullah Ocalan li Lubnanê. Şehîd Ebdulqadir ji zaroktiya xwe ve bi Tevgera Azadiyê re girêdayî bû û bi destpêka şroreşa Rojava di sala 2012’an de û dema ku Saziya Malbatên Şehîdan hate avakirin û ji destpêka avakirina wê wî cihê xwe di nav de girt û bi rihekî şoreşgerî tevdigeriya.
Bi ketina rêjina Baas re, dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe li ser herêmê dijwartir kir û bi taybet li ser bendava Tişrînê û Qereqozaqê. Ev êrişên dagirkeriya Tirk heya roja îro jî bi rengekî hovane didome. Gelê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina destkeftiyên şoreşê, ax û ava xwe berê xwe dide bendavê û nobetê li wir digrin. Lê belê ev yek ji dagirkeriya tirk re giran hat, her gelê ku li bendava Tişrînê nobet digire, wan dike hedef û wan bombebaran dike. Di 17’ê Çeleyê de welatiyên bajarê Qamişlo bi îradeyekî xurt berê xwe dane bendava Tişrînê, mixabin di 18`ê Çileyê de dagirkeriya Tirk welatiyên ku li bendava Tişrînê nobet digirtin kirin hedefa û komkujî li ser gel pêkanî û di encamê de bi dehan şehîd û birîndar çêbûn. Yek ji van şehîdan jî Ebdulqadir Ibrahîm bû.
Di derbarê kesayet û jiyana Şehîd Ebdulqadir Ibrahîm de hevjîna wî Roniya Ehmed Remedan ji Rojnemeya me re axivî.
‘Wî ji bo xizmeta gelê xwe kar û xebat dimeşand’
Hevjîna Şehîd Ebdulqadir Ibrahîm Roniya Ehmed Remedan diyar kir ku şehîd Ebdulkadir ji bo malbat û her kesî hevalekî rast û dirûst bû û wiha domand: “Şehîd Ebdulqadir Ji bo min weke hevalekê bû. Ev 40 salên me ye ku me bi hevre jiyan dikin, rojekî dilê tu kesî nehiştiye. Şehîd Ebdulqadir kêfxweşî dikir nava dilê her kesê derdora xwe, kesayetekî pir bi coş û kelecan bû. Heya roja ku çû bendava Tişrînê ku niha bi bendava şehîdan û berxwedanê tê nasîn, min jê re got: Xwe baş biparêze ku tiştek ji te û hevalên te newe; wî bersifa min da û got: “Ji her kesî re şehadet dernakeve, ma ji kî re derdikeve ku hevjînê wan şehîd be, bila her dem serê te bilind be.” Ji ber vê yekê wî bi dil û can rêya serbilindahiyê hilbijart, ez jî pê serbilindim. Tevî ji ber şehadeta wî ez dilgiranim, lê serê min pê bilinde. Şehîd Ebdulqadir hezkirin û eşqa wî ji welatê wî re pir mezin bû, girêdana wî ji welatî wî re ne ji rêzê bû. Her dixwest pêşengtiya her kar û xebatekî bike, di kesayeta wî de fedekariyeke mezin hebû. Ew li pey serkeftina gelê xwe û Kurdayetiyê de çû. Hêviya me pir mezine ku xwîna zarokên me li erdê nemîne, di heman wextî de wê dagirker bişkin û gelê Kurd serbikeve.”
Di 17’ê Çileyê de gelê Qamişlo xwe gihandin bendavê ku vê yekê ruhê berxwedanê zindî kir. Şehîd Edulqadir bi coşekê mezin berê xwe da bendava Tişrînê, her wiha bi ruhê ciwantî tevdigeriya. Kenê li rûyê wî û kelecana ku li hundirê wî ji derdorê xwe re jî belav dikir. Şehîd Edulqadir ji bo berxwedanê mezintir bike û cihê xwe di nav de bigire, bi hemû îradeya xwe ya xurt û di heman demê de bi kesayeta xwe ya şoreşgerî tevlî berxwedana bendava Tişrînê bû û bû yek ji qehremanên ku li bendavê canê xwe feda kir.
‘Şehîd Ebdulqadir her dem giringî dida karên xwe’
Raniya di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ji sala 2012`an de şehîd Ebdulqadir Ibrahîm di Saziya Malbatên Şehîdan de cihê xwe digirt. Her dem giringî dida karên xwe, ji ber ku ji kar û hevalên xwe hezdikir, Her wiha di mal û nava hevalên xwe de xwedî zimanekî xweş bû. Di heman demê de şehîd Ebdulqadir bi exlaqê xwe yê baş dihat naskirin û tu pirisgirêkên wî bi tu mirovî re tune bû. Bi awayekî rast tevdigeriya û bi wijdan kar dikir. Bê guman me di demên dawî de dîmenên bendava Tişrînê didîtin ku çawa dewleta Tirk a dagirker komkujiyan pêk tîne, ema kêleka wê jî gelê me dest bi dîlanê kirin û berxwedana xwe domandin, tilîliyê dayikan, dîlana gelan û dirûşmeya wan hîn mezintir bûn. Berxwedaniya ku niha ji aliyê gelan ve tê kirin ev bi serê xwe serkeftinek e.”
‘Em xwedî xak û doza rewa ne’
Hevjîna şehîd Ebdulqadir Raniy Ehmed Remedan di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ev ne cara yekê ye ku dewleta Tirk a dagirker komkujiyeke wiha pêk tîne. Dewleta Tirk zarokên me sêwî dike û komkujiyan pêk tîne. Armanca dewleta Tirk jî zelal e, koçberkirina me ye. Dewleta Tirk a dagirker nikare îradeya me ya xurt têk bibe. Em xwedî xak û doza rewa ne. Emê li pey şopa zarokên xwe bin. Bendava berxwedanê ya Tişrînê wê bibe sembola serkeftina Rojavayê Kurdistanê. ”