Amara Baran/ Dêrik
Dayik û xwişka şehîdan Suad Mistafa ku di sala 1995’an li Şamê çûye cem Rêber Apo, heta niha bi wê soza xwe tevdigere û xebateke pîroz ji bo azadiya Kurdistanê dide meşandin. Dayika Sûda wiha dibêje; “ Min du zarokên xwe daye, lê ez dîsa deyndarê Rêber Apo me.”
Di derbarê hevdîtina bi Rêber Apo re, naskirina wê ji Tevgera Azadiyê re û xebatên wê yên di wê çarçoveyê de, Suad Mistefa bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha ye:
-Wekî jineke kurd wa çawa Tevgera Azadiyê naskir?
Mîn di salên 80’î de tevgera PKK bi wesîleya birayê xwe naskir, malbata min bi giştî tevger naskirin. Dema ez biçûkbûm carekê bi birayê xwe re îûm civînekê, li wir gelek heval hebûn û di nava wan de jî fermandarê nemir Masûm Korkamaz bû. Min yeke car dît ku li wir herkes ji hev re dibêje heavl ez matmayî mam. Di dema em ji wir derketin û ber bi malê ve birêketin, min ji birayê xwe pirsî, çima navê tevahiya kesên li wir heval e. Birayê min ji min re got navê min jî heval e. Dema gihiştim malê min ji diya xwe re got, em li deverekê bûn ku navê tevahiya kesên li wir heval e.
Birayê min rabû ser xwe û got, erê navê min jî hevalê. Wisa destpêka naskirina min ji tevgera azadiyê re bû.
-Yekem car dema te Rêber Apo dît tişta ku herê zêde li ser te bandorkir çi bû?
Di sala 1995’an de bi şehadeta birayê min, di malbatêde 8 şehîd çêbûn. Li ser daxwaza Rêber em nêzî 50 hezar kes ji bo pîrozbahiya 15’ê Tebaxê derbasî akademîya Mahsûm Korkmaz bûn. Dem gel Rêber Apo dît ew pir bi coş û heycan bû. Rêber Apo di destpêkê de wiha got: “Em nêzî 40,50 hezar kes li vir kombûne, lê mixabin em li ser axa xelkê ne. Ger em li ser axa xwe bana wê hîn xweştirbûya.”. Ev axaftina Rêber Apo pir bandor li min kir û min soz da xwe ku êdî ezê bar bigrim ser milê xwe da ku em 15’ê Tebaxê li axa xwe pîroz bikin. Rêber Apo heta seat 2 şevî ji me re axivî.
Dema mele Evdirehman diaxivî ez li wir bûm, wî wiha got, “Ez li hember Rêber Apo wekî noqteyekê di behrê de me.” Rêber Apo danî ser pişta wî û wiha got, “Niha kaelek mîna ciwanekî diaxive.”. Sibha roja din em careke din çûn û me silav da Rêber Apo. Min jê re got, “Ez tiştekî naxwazim, tenê dixwazim heta dawîya emrê xwe li pê doz u meşa te bim.
-Ew gotina Şehîd Egîd (Mahsûm Korkmaz ) çi bû u çawe bandor li te kir?
Her gotina hevalê Egîd dihat bîramin em li tirêna ewil serketin heta ya dawîyê jî emê bibînin. Herwiha digot em ê siya dijmin jî li ser axa xwe nehêlin, van gotinên wî pir bandor li min kir.
Dema birayê min yê piçûk şehîd bû min sozek da birayê xwe û got, “Ez ê her li ser şopa te meşim û çi zarokêmin hebin jî wê bikevin ser rêya te û ez nebêjim wan vegerin, ezê piştgirîyê bidimê .
Dema Rêber Apo hat dîlgirtin ez pir hejiyam, ez ketim, wê rojê dema min çavê xwe vekir ez li nexweşxanêbûm û dema hatim ser hişê xwe ez rabûm û min got,”Gereke ez zêdetir bixebitim , çi kar hebe ez bidim ser milê xwe.
Dema ku Komploya Navnetewî a li dijî Rêber Apo çêbû, çi bandor li te bû?
Dema Rêber Apo hat dîlgirtin ji kerbê wê hêrsê re min stranek çêkir li ser Rêber Apo, ez nikarim bînim ziman ez çiqasî gîrêdayî Rêber Apo me.
Dema hat dîlgirtin min got, “Heta Rêber Apo azad nebe ez jî cilê reş ji xwe danaynim.”
Ev 43 sale bê navber ez di nava şoreşê de me û ti caran poşman jî nebim. Ruxmê temenê xwe jî ez xwe ji bo kar û şoreşê jî nadim paş. Ji ber ez dibejIm temenê min her tim 15 sale, li navendê jî ez karê xwe bi keyfxweşî dikim. Dema birayê min ji mal çû got tiştek ne ji bo berjewaendîyê partîyê be pêwîste li hember wê bisekînî min ji xwere wekê pîvan girtîye ev yek û heta niha tiştek dijî PKK were axaftin ez li hember disekinim .
Ez her carê lavan dikim ku ez layiqê şehîdan bim, layiqê serokatî bim. Banga min destpêkê ji bo min û tevahî cîhanê û jinên berxwedêre ji bo hemû kesên welatparêz re ku em heta Rêber Apo fîzîkî azad nekin em nesekinin, em ê timî di nava çalakî û berxwedaniyê de bin, xwedî li bendava Tişrînê em ê derbikevin.
Di dawiyê we bangawaziya we çi ye?
Pêwîste em ava xwe, axa xwe û kehrebaya xwe biparêzin. Ji herdemê zêdetir pêwîste em li erkê xwe xwedî derbikevin û destkeftîyên xwe biparêzin. Herwiha em kujerên mirovan yên wekî rayedar di desthilata Şamê ya nû de ne, qebûl nekin.
Divê em wekê kurd bi rengê xwe di nav Sûrîyê bin, ji bilî wê em qebûl nqkin.
Pêwîste kurd yekîtîya xwe çêbikin û bi hevre pêkhateyên Sûriyê, axa xwe biparêzin. Divê em gelê kurd bi hevre xwedî li Kurdistana xwe derbikevin.