Zekî Bedran
Li Sûriyê koçberîyeke mezin ya li ji derve û hûndirîn hat jiyan kirin. Ji welatên weke Tirkiyê jî, ji bona wan koçberan biqewitînin her tiştî dikin, ew û dewletên Ewropî ji bona paşde vergerê lez bikin wêrekî didin wan. Di navenda Sûriyê de, bimilyonan di nav rewşa koçberîyê de ne. Hejmarek ji wan vegeriyan welatên xwe, hejmarek jî di nava hewildanan da ne. Herî kêm ji bona vergera wan ti astengî nînin. Ji bona jiyana xwe bidomînin û debara xwe pêkbînin pewistîyê wan bi demekê heye.
Di nav Sûriyê de jî, ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk kurdên ku koçberbûne nikarin vergerin welatê xwe. Di vir de rewşa Kurdan istîsnayek e. Ji ber ku dewleta Tirk li ser Kurdan paqijîyekê bizanebûn û etnîkî xwistin di merîyetê de. Li kêleka artêşê, çeteyên çekdar rêxistin kir û ew kirin bela li serê gelê herêmê. Wan çeta ne jî mal û milkên gel hemû dizîn û talan kirin. Revandin, zext û girtina bacê kirin şêweyekî jiyanî. Li Hemberî gel kiryarên şer û mirovî pêkanîn. Ev tomet û kiryarên hatine kirin di rapor û lêkolînên NY (Neteweyên Yêkbûyi) û saziyên mirovî yên din de jî hatin teqez kirin. Lê rayagiştî ya cîhanê hewildan û tevgerê wan di wê mijarê de çênebû. Ji rêbazekî qirkirin û dagirkirina dewleta Tirk re çavgirtin û piştgrîdana wan êrîşan heye.
Niha jî rejîma Baas hilweşîya ye. Di rewşên asayî de pêwîste li pêşîya vergera koçberan de ti astengî nebin. Lê kurd nikarin vegerin li ser xak û welatê xwe. Gelê Efrînê li Til Rifet û Şehba jî careke bi êrîşan rûbirû man. Li wir jî koçberî jiyan kirin, hejmarekê zêde welatiyên Efrînê derbasî Tebqa û Raqa bûn. Li Minbicê jî rastî êrîşan hatin û li wir jî mecbûrî koçberiyê hatin kirin. Bi sala ne, welatiyên Efrînê li konan de di rewşên pir zor û zehmete de jiyan dikin. Erdogan jî, hewildan dike ku welatiyên Sûriyê vegerîne welatên wan, lê derfet nade kurdên ku li herêmên dibin dagirkeriya artêş û serweriya wê dene vegerin cih û warên xwe.
Welatiyên Efrîn, Grêspî û Serêkaniyê dê kengê vegerin ser axa xwe? Bersiva vê yekê nîne. Di vê mijarê de tu însiyatîf û dengek ji Neteweyên Yekbûyî dernakeve. Ji HTŞ’ê ku desthilatiya Şamê ya nû ye, deng jê dernakeve. Divê dibin sîwan û piştgiriya civaka navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û desthilatdariya Şamê vegerandina Kurdan a li ser xaka wan bê misogerkirin. Bi sed hezaran mirov ji hilberînê hatine veqetandin û ti alîkarî û piştgiriya aborî ya navneteweyî nagirin. Divê êdî dawî li van kiryaran bînin.
Pirsgirêkekî din a girîng a Herêmên Xweser jî êrîş û ferzkirina şer a dagirkeriya Tirkiyê ye. Rêveberiya John Biden hewl da ku dewleta Tirk şer rawestîne û agirbestê bike, lê bê encam ma. HTŞ’ê li dijî êrîşên li Tişrînê daxuyanî neda. Ev bendav girêdayî tevahî Sûriyê ye. Elektrîk û av ji Tişrînê ji Helebê re tê dayîn. Bendav ne tenê ji bona xizmeta herêmên Rêveberiya Xweser in, çavkaniyekî neteweyî ye. Lê Tirkiye kiriye pirsgirêk û bi mehan e hewl dide êrîşî vê bendavê bike û dagirbik e. Bendav ne ya Tirkiyê ye, ne di nav sînorê wê de ye. Nêzîkî sînorên xwe jî nabe. Armanca wê ji girtina bendavê, hilweşandina binesaziya aborî ya rêveberiya xweser û dorpêçkirina herêmên xweser e.
HTŞ’ê ti daxuyaniyekê ji bona raya giştî nedaye. Ne diyar e ku ew piştgirî dide van êrîşan an jî li dijî van êrîşan e. Ger HTŞ hikûmeta tevahî Sûriyê be, divê ev êrîş û şerê ku ji aliyê hêzeke dagirker ve li ser xaka wê tê kirin, red bike û li dijî wê derbikeve. Ev şer û êrîş ji bo çareseriya pirsgirêkên Sûriyê astengiyeke mezin e. Şer jî ewlehî û aramiya heyî xirab dike. Bi milyonan mirov li herêmên Rêveberiya Xweser dijîn. Ev der herêma herî aram û ewle ya Sûriyê ye. Her wiha bi modêla rêveberiya herî demokratîk tê birêvebirin. Hemû bawerî, çand û gel mînaka jiyana hevpar a wekhev û azad nîşan didin û jiyan dikin.
Armanca reveberiya Erdogan ne azadî ne jî anîna demokrasîyê ji Sûriyê ye. Dixwaze Sûriyê weke ku girêdayî wê be birêve bibe. Her wiha armanca wê ya bingehîn jî weke her carê, têkbirina kurdan û ji holê rakirina destkeftiyên wan e. Ev e ku ji berxwedana Tişrînê di nava wan de hêrseke mezin avakiri ye. Di vî warî de jî tevî navbeynkariya DYA’yê jî agirbest nepejirandin. Li benda desthilatiya Trump sekinîn û xwestin şansê xwe biceribînin. Rêvebiriya Biden bû navbeynkar nehişt ku şer belav bib e. Lê belê Tirkiye ji ber ku nekarî encama ku tê xwestin bidest bixe biagirbestê razî nebû. Li bendê ma, bi hêviya ku dibe ew ji rêveberiya nû ya DYA re bigihin rêkeftinekê û herêmê dagirbikin. Helbet di vê navberê de êrîşên dagirkeriyê berdewam kirin. Çavên wan ewqas tarî bûn ku li ber çavê cîhanê giştî, bi sedan sivîl qetil kirin.
Ji aliyekê ve Tirkiye bi Îmraliyê re hevdîtinan dike û bi lez û bez banga çekberdanê dike. Lê ji aliyê din ve jî, ji bona têkbirina kurdan plansaziyan dike. Ger piştgiriya ku dixwazin ji Trump bigirin, êdî hewcedariya wan bi pêvajoya Îmraliyê namîne. Ev wêneyê ku ew didin, ziman û hişmendîya wan jî pir jehr û tarî ye.