Hemza Sêvo/ Qamişlo
Rewşenbîr Gernas Koçer da zanîn ku Dadgeha Birûksil bi amadebûna 26 kesên biyanî hat lidarxistin, 4 ji wan dozger û 7 dadwer û yên din jî xebatkarên mafnasiyê di saziyên hiqûqî de ne. Gernas eşkere kir ku ev dadgeh wê bibe bingehek ji bo cezakirina dewleta Tirk li ser asta cîhanî.
Di 5’ê vê mehê de bi navê ‘PERMANENT PEOPLES` TRAIBUNAL ROJAVA VS. TURKEY’ dageheke li Belcîka, bajarê Birûksil hat lidarxistin. Ev yek jî bi pêşengtiya çend sazî û kesayetên dozgerî yên cîhanî, rêxistin Almanî, Belcîkî, dozgerên cîhanî û 10 saziyên kurdî dest pê kir. Dadgeh ji bo cezakirina dewleta Tirk, çeteyên wê, serokê Tirkiyê Erdogan, wezîrê derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan, serokê MÎT a Tirkiyê Ibrahîm Galîn, wezîrê berevaniyê Yeşar Coler û hin kesên din. Ev dadgeh ji bo destpkirin cezakirina dewleta Tirk a dagirker a sûcdar li dijî gelê kurd û hemû pêkhateyên Bakur-Rojhilatê Sûriyê de bi dirêjahiya Şoreşa Rojava kiriyarên qirêj daye meşandin.
Deerbarê heman mijarê rewşenbîrê kurd Gernas Koçer ê ku tevlî dadgehê bûbû, ji rojnameya me re axivî.
‘8 dosiya di dadgehê de hatin pêşkêşkirin’
Rewşenbîr Gernas Koçer destnîşan kir ku 8 dosiya ji bo dadgehkirina dewleta Tirk hatin pêşkêşkirin û wiha got: “Dadgeha ku hat lidarxistin bi giştî li ser kiryarên dewleta Tirk ji destpêka Şoreşa Rojava ve heta niha ye, çi kiriyarên ku dewleta Tirk rasterast kiribe an jî bi riya DAIŞ û komên çete. Kiriyarên ku çêbûn û hîna jî tên kirin li ser 8 xalan bi dosiya û belgeyên taybet hatin pêşkêşkirin. Nemaze, dosiya dagirkirina Efrînê, qetlkirin û revandina jinan, qirkirina xwezayê, bikaranîna çekên fosforî û qedexekirî, dosiya Hevrîn Xelef û Yisra Derwîş, destdirêjiya li ser cihên dîrokî, hedefgirtina saziyên berhemdar û jiyanî. Li ser van xalan jî belegeyên bi wêne û nivîs hatin pêşkêşkirin. Di heman demê de şahidên bûyeran li dadgehê hazir bûn û bi belgeyên li gel xwe, bersiv didan. Dadgeh bi amadebûna 26 kesên biyanî hat lidarxistin, 4 ji wan dozger û 7 kesên din dadwer in, yên din jî kesayetên ku xebatê di rêxistinên mafê mirovan ên cîhanî de dikin. Piraniya van kesên dadwer, dozger û çalakvanan ji dewletên weke Başûrê Afrîka, Ipaniya, Îtaliya, Belcîka û hwd… beşdar bûne. Kesayetên wiha ne ku xwedî rol in û xebateke wan di dîroka mafê mirovan de heye.”
‘Cara duyem e ku dadgeh ji bo Tirkiyê tê lidarxistin’
Koçer diyar kir ku ev cara duyem e ku ji bo dagirkeriya Tirk dadgeh li dar dikeve û wiha domand: “Dozger û mafnasên cîhanî bi serê xwe ev dadgeh amade kirin, ne ku me ji wan xwest vê dadgehê li dar bixin. Ev kesan çûbûn Rojava, di derbarê kiriyarên dewleta Tirk de lêkolîn û pirsiyarî ji gelên Rojava kirbûn, dosiya û belge amade kiribûn. Ev cara duyem e ku dadgehe ji bo cezakirina dagirkeriya Tirk tê lidarxistin, berî niha di sala 2018’an de li Parîsê li dar ket, lê ne mîna vê dadgehê ku bi berfirehî û rêxistinî bû. Ji wê demê heta roja îro jî kiriyarên dagirkeriya Tirk li ser gelê kurd hîn mezintir bû, her kes dizane ku dagirkeriyê çi kiriye, çi dike û wê çi bike. Dostên kurdan êdî li ser asta cîhanê çêbûne, gelek kes bi sazî û rêxistinên kurdî yên li Oropa dixebitin, helbet destpêkirina dadgehê li ser daxwaziya dozger û parêzerên biyanî ye, lê dîsa jî bi pêşengtiya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) hat lidarxistin. Herwiha 9 saz û dezgehên din, rewşenbîr û kesayet tevlî bûn. Nêzî 500 kes ji tevahiya dewletên cîhanê di vê dadgehê de beşdar bûn, piraniya wan kesan jî biyanî bûn. Lewma jî bêtirî 3 zimanan axaftin dihatin kirin û wergerandin.”
‘Dadgeha Birûksil wê dergehekî ji bo dadgeheke cîhanî veke’
Rewşenbîr Gernas Koçer eşkere kir ku Dadgeha Birûksil wê bibe bingehek ji bo cezakirina dewleta Tirk li ser asta cîhanî veke û axaftina wiha qedand: “Wekî em dizanin dewleta Tirk gelek kiriyarên xirab li Başûrê û Bakurê Kurdistanê kiriye, piştî dosiya Rojava wê dosiyaya parçeyên din jî bikeve rojevê. Dadgeha ku tê kirin, tenê ji bo ku doz û dadgehên fermî li kiriyarên dagirkeriya Tirk bên vekirin, niha tenê em li ser Rojava rawestiyane. Dadgehkirina dewleta Tirk niha tê domandin, xebatek li ser asta navnetewî çêdibe û ev dadgeha ku hat lidarxistin wê bibe bingehek ji dadgeheke cîhanî re, pê re jî bi berferehî dadgeh bê kirin. Xebata me cidî ye û bi awayekî rêxistinkirî tê meşandin. Ji xwe armanca me ji vê dadgehê ew bû ku dewleta Tirk a sûcdar bi rengekî fermî were ceza kirin. Di encamê de wê kesên dozger, dadgeh û çalakvan hemû dosiyayên binpêkirinên dewleta Tirk û çetên wê, kom bikin, biriyaran bigirin, piştre jî wê ji raya giştî re belav bike. Lewma jî ev dadgeh wê bibe gaveke dîrokî ku bi riya wê dewleta Tirk were cezakirin.”