Amara Baran/Dêrik
Di 27’ê Mijarê de Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi sed hezara koçberên Şehba û Efrînê berê xwe dan herêma Rêveberiya Xweser û li ser bajar û bajarokên herêmê hatin belavkirin. Rêveberiya Xweser û tevahiya gelên herêmê ji bo bicihkirin koçberan û dabînkirina pêwistiyên wan ketin nava seferberiyê.
Di 27’ê Mijdarê de Heyet Tehrîr El Şam(HTŞ) li Heleb, Şehba û heremên derdora wê dest bi êrîşan kir, bi êrîşên HTŞ’ê re gelê Efrînê yên ku koçî Şehbayê bûbûn careke din koçberî jiyankirin û derbasî heremên bi ewle yên Rêveberiya xweser bûn. Berdevka kongra Star a bajarê Derikê Wefa Elî Salih ku di komîteya amadekar a koçberên Şehba û Efrînê yên ku di Kampa Newroz de bicîh bibin pêşwazî dike girêdayî kar û xebatên ku ji bona vê yekê têne meşandin ji rojnameya me re axivî
‘Gelê Efrîn û Şehba yê bi darê zorê careke din hate koçber kirin’
Wefa diyarkir ku” Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) di 27’ê Mijdarê de li Heleb, Şehba û herêmên derdora wê dest bi êrîşan kirin. Piştî HTŞ’ê dest bi êrîşan kir û ketin gundan, leşkerên artêşa desthilata Şamê jî xwe paşve kişandin. Li Herêma Şehba û Til Rifhatê jî hêzên Rûsya û Îranê jî xwe paşve kişandin û komên çete yên girêdayî Tirkiyeyê dest bi êrîşan kirin. Di sala 2018’an de piştî ku dewleta tirk a dagirker bi awayekê hovane êrîşê herema Efrînê kir û dagirkir, gelê Efrînê derbasî Kampên Şehbayê bûn. Gelê ku ji Efrînê bi darê zorê koçî Şehbayê bû, rûxmê hemû zor û zehmetiyan û ambargoyên hikûmta şamê jî debara jiyana xwe pêk danîn. Di 27’ê Mijdara 2024’an de bi Êrîşên HTŞ’ê re welatiyên Şehba û Efrînê careke din bi darê zorê û ji neçarî koçber bûn û derbasî heremên bi ewle yên Rêveberiya xweser bû.
‘Rêveberiya xweser ji bona pêşwazîkirina koçberan kete nava liv û tevgerê de’
Wefa ragihand ku Dewleta tirk bi rêka çeteyên xwe êrîş birin ser Şehba û welatiyên Efrînê yên ku li Şehbayê debara xwe ya jiyanê dikirin û hertim hêviyên wan ew bû ku careke din vegerin Efrînê û li ser axa xwe jiyan bikin û wiha got” êrîşên ku di 27’ê Mijdara 2024’an de ji aliyê HTŞ’ê û komên çete ve hat kirin û di encamê de û di nav çend seatan de ji Şehbayê hate derxistin û derbasî heremên bi ewle yên Rêveberiya xweser bûn. Koçberên ku derbasî heremên rêveberiya xweser bûn û li Tepqa, Reqayê hatin bicîhkirin. Wek bajarê Dêrikê jî rûxmê ku îmkanên di destê me de kêm bûn jî me 400 malbat pêşwazî kirin û li gor îmkanên xwe bûn alîkar da ku malbatên ku cara dûyemîn koçberî jiyan kirin li derve nemînin û di mal, mizgevt û dibistanan de hatin bi cîhkirin.
‘Amadekarî ji bo 400 malbatên koçber tê kirin’
Wefa got ku 400 malbatên din ji Tepqa û Reqayê berê xwe bidin bajara Dêrikê ji bo wan Kampa Newroz tê amadekirin û got” Di sala 2014’an de dema Çeteyên DAIŞ’ê êrîşê Şengalê kir, li bajarê Dêrikê Kampa bi navê Newroz ji bo koçberên Şengalê hat avakirin, piştî ku şengal rizgar bû gelek malbat derbasê ser axa xwe bûn. Kampa Newroz ku niha di destê me da ye gelek malbatên Heleb , Efrîn, Tepqa û Dêrezorê têde dijîn. Biryar hat girtin ku 400 malbatên ku ji Tepqa werin di kampa Newroz de bên bicîhkirin, li ser wî esasê amadekarî tên kirin hem rêveberiya Kampa Newroz hem jî şaredariya gel a Bajarê Derikê ji bo koçberan ketin nav amadekariyan de û li gorî vê yekê wê hazirî û amedekî werin kirin. Piştî wê jî pêwîstiyên gel yên sereke wê werin pêşkêşkirin. Heta niha 50 malbat derbasî Kampê bûne û pêdiviyên wan yên jiyanê hatine amadekirin.
‘Gelê Şehba di pêvajoyek zehmet re derbasbû’
Wefa diyarkir ku li ber çavê cîhanê jin, zarok, pîr û ciwanên Şehbayê êşên pir giran kişand û wiha anî ziman” Şoreşa Rojavayê Kurdistanê yek ji şoreşên herî girîng yên ku di Rojhilata Navîn de ji bo tevahî mirovahiyê hatiye destpêkirin. Di heman demê de yek ji cêwaziyên vê şoreşê ewe ku tevahî pêkhate bi awayekî bêferq û cudahî di nav xwe de dihewîne. Ji ber vê yekê heya niha çiqas êrîşên hatine kirin, lê li hemberî êrişan gêlê Rojava bi rihê şerê gelê şoreşgerî, li Bakur û Rojhilatê Suriyê li hemberê hemû êrîşan têkoşîn dikin. Şerê ku îro bi rihê şerê gelê şoreşgerî yê ku li bendava Tişrînê tê meşandin hêviyên me ewê ku di zûtirîn dem de dagirkerî bi dawî bibe û em vegerin ser axa xwe Efrîn.
‘Emê heta dawiyê li kêleka Koçberan bisekinin’
Wefa di dawiyê de got ” Em çiqas bêjin jî em ê kêm bimînin, êşa gelê Efrînê giran e, em jî wek komîta amadekar tiştê ku bikeve ser mile me em amedene bikin û heta dawiyê jî em ê, li kêleka gelê xwe bin. Ji bo alîkarî û pêwîstiyên malbatan Rêveberiya xweser wê bibe alîkar, herwiha rêveberiya bajarê Dêrikê jî wê li gorî derfetên xwe bi koçberan re alîkar be. Gelek malbat ji cem xwede û bi peywendiyên takekesî dixwazin derbasî heremê bibin, em dibêjin her kesê ku bixwaze were bajarê Dêrikê bi cîh bibe pêwîste ku bi rêka rêveberiyê werin, ji bona ku hatyê me ji wan hebe û em bi rengekî rêk û pêk bi wan re bibin alîkar.