Amara Baran/Qamişlo
Sûad Mistefa dayika siyasetmedara kurd û sekretêra Giştî yê Partiya Sûriya Pêşerojê şehîd Hevrîn Xelef, diyar kir ku cihê kujêrên keça wê dadgehe, ne li parlemantoya Sûriyê ye û wiha got: “Ez kujerên keça xwe ti caran weke nûnerên xwe nabînim.”
Di konfernsa ku qaşo bi navê ‘Konferansa Serkeftinê ’ li Şamê hat lidarxistin, serçeteyê koma Ehrar El-Şerqiye Hatim Ebû Şeqra (Ehmed Îhsan Feyad El Hayîs) yê ku Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef qetil kiribû, beşdar bû. Di wê konfrensê de nûnerên Rêveberiya Xweser û Kurdan tinebûn. Bi gumane ku rêveberiya demkî ya nû a Sûriyê dikare bi wê hişmendiya tundrew ji bona gelên herêmê bibe bersiv?
Di derbarê Konfrensa Serkeftinê a li paytexta Sûriyê Şamê hatibû lidarxistin de, tevlîbûna kujerê bi navê Ebû Şeqra yên qetilkirina Sekreterya ya partiya Pêşerojê Hevrîn Xelef te cih girtibû, dayika Hevrîn ji rojnameye me re axivî.
‘Hevrîn pir ked ji bona avakirina pergala biratiya gelan da û bidestê dagirkeran şehîd bû’
Dayika şehîd Hevrîn Xelef Sûad Mistefa da diyarkirin ku keda keça wê ti caran nayê birkirin û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Di destpêkê de, şehîd Hevrîn û şehîdên şoreşa Rojavayê Kurdistanê hemûyan bibîrtînim û bejna li ber wan ditewînim. Ev şehîdên pêşeroja Sûriyê ne. Hevrîn keça min bû, di heman demê de, mamosteya min a jiyanê bû. Raste ez dayika wê me, lê ev mamosteya min bû. Hevrîn beşa zanîngehê ya endezyariya avahsazî û wêjeya Ingilîzî xwendibû. Ji hemû aliyên jîyanî de jî, xwe pêş xisti bû. Piştî şoreşa Rojava zimanê Kurdî bû zimanê perwerdehîyê, bawernameya zimanê Kurdî jî wergirti bû. Di aliyê xebatên mafê mirovan jî xwe perwerde kiribû. Ji bona pêşxistina rojnamevantiyê saziyek avakir binavê Nûrî Dersimî. Di aliyê herkesê dihat hezkirin û di dilê civakê de cihekî girîng hebû. Rojev dişopand û rojevê re dibû bersiv. Pir bi zanebûn hate armanckirin û qetilkirin. Ji ber agahiya herkesê pê hebû ku Hevrîn jineke tekoşer û serhilder e. Bi destê dagirkeran em û pêkhateyên ku wê derê jiyan dikin taybet gelê Ereb re kirin dijminên hev. Lê Hevrînê ev kiryar ne pejirandin û got em birayê hevin, wê bi ramanên Rêber Apo xwend û ev kir felsefeya jiyana xwe. Ev pêkanîn jî ne hêsan bû. Mejiyên ku bi dijmintiyê hatibûn avakirin guhertina wî mejî û hişmendî ne hêsan bû. Hevrîn jiyana xwe di oxira pêşxistina felsefeya Rêber Apo de, da. Li gor zagonên navnetewî û cîhanî jî, siyasetmedar, aktivîst û parazvanên mafên mirovan dikarin xwe bighînîn herderê ku kiryarên dervî mirovî tê de dimeşin. Hevrîn Xelef jî ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk yên li ser bajarê Serêkaniyê û Girêspî hewilda bişopîne û xwe bigîne wê derê. Lê bi desten çeteyêm dagirker hat qetilkirin. Taybet jî li ser riya Reqa hat şehîdxistin. Ev darbeyekî ji bona pêşxistina biratiya gelê Ereb û Kurdan bû.”
‘Heya kujer bên darizandin em ê berxwe bidin’
Yadê Sûad bibîrxist ku kujerên Hevrîn Xelef di asta navnetewî de pêwiste bên darizandin, kongreya ku kujerên Hevrîn Xelef tevlî bibû şermezar kir û axaftina xwe wiha domand: “Ez weke dayika şehîd Hevrîn û şopdara riya hemû şehîdane, em ê tola wan li erdê nahêlin. Ev tê zanîn ku berî niha çend rojan kongreyek ji bona diyarkirina pêşeroja Sûriyê hat ragihandin. Ebû Mihemed El Colanî (Ehmed El Şera) weke serokkomarê demkî yê Sûriyê hat diyarkirin. Kûjerên Hevrîn jî yê bi navê Hatim Ebû Şeqra (Ehmed Îhsan Feyad El Hayis ) jî cih girtin û wê kongrede jî nûnerên Rêveberiya Xweser tine bûn. Ev tê wê wateyê ku Kurd di Sûriyê nûve bê avakirin de, bê maf bên hiştin. Em weke kurd, ti caran biryarên wê kongre de napejirînin, ger ku em bipejirînin ev tê wateya ku em kujerên Hevrîn û pêşengên civakê, jinên din hatine qetilkirin di pejirînin. Ev kongre kongreya dagirkera ye û ne yên mafên gelên Sûriyê naparêzin. Ez weke dayika Hevrîn Xelef jî dibejim riya Hevrîn Xelef rêya pêkanîn xeyalên zarokê Kurdistanê tevahî bû. Ji bona wê yekê em ê xeyalên zarokên Kurdistanê nîvço nehêlin. Em ji bona kujerên Hevrîn bên darizandin serlidana gelek saziyên mafên mirovan kir, lê bêbersiv hat hiştin. Edelet tenê kiraseke ku hatiye pêkirin lê, rastiyê de tine ye. Li Ewropa bajarê Swîsre konfransek hat çêkirin, ji bona kujerên Hevrîn Xelef bên darizandin birayê wê amade bû. Di encama wê konferansê de hat gotin ku Hevrîn hatiye qetilkirin ev weke fermî jî birayê wê re hat ragihandin. Ji ber ku ev qetlîamên wisa derveyî mafê mirovan e. Heya dawiya temenê xwe jî ez ê bendê bêm ku kujerên keça min bê darizandin. 24’ê meha Sibatê li li welatê Italya doza Hevrîn Xelef dê pêk bê û me bi riya whatsabê parêzerek girt. Ev jî jin bû me hevî lê kir ku mafên hemû jinan bê parastin, doza Hevrîn doza serxistina mafên jinane. Ji ber ku dagirkeriya Tirk ne tene li ser jinên Kurd, li ser jinên cîhanê tevahî zextê dide meşandin.”
‘Ji bona meşandina şoreşgeriya Hevrîn Xelef navê gelek zarokan bû Hevrîn’
Yadê Sûad got ku ew weke malbata Hevrîn ti caran riya keça xwe venagerin û wiha axaftina xwe qedand: “Gelek malbatan piştî şahadeta Hevrîn Xelef navên zarokên xwe kirin Hevrîn. Dema rojekê ev nifş mezin bûn û wateya navê wan hate pirsîn dê bêjin “Hevrîn nîşaneyeke wateya serkeftin û şoreşgerîyê ye.” Hevrînên ku dê bibin, sîyasetmedar, parêzer û leşker dê mafê Hevrîna min li erdê nehêlin. Ji ber ku jinên Kurd bûne mînak ji bona şoreşa jinên cîhanê. Ji ber ku pêşengên wan jinan jî Sara, Rojbîn, Ronahî û yên weke Evîn û Hevrîn Xelefin. Sema, Zîlan û Zekiye neban em jî niha tine bibûn. Em dîsa dibêjin em pey doza Hevrînê ne, ji ber ku em dikarin birçî bimînin, lê em nikarin bêrûmet jiyan bikin. Rûmeta me ax û welatê meye, şopandina Doza Hevrîn Xelefa û azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye. Em weke jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ti cara kujerên jinên Kurd weke nûnerên xwe na pejirînin. Em dîsa dubare şermezar dikin ev kongreya kujerên jinan û biryarên li wirde bi giştî red dikin.”