Zekî Bedran
Hilweşandina rejîma Baas ji bona gelên herêmê serkeftinek bêhempa bû. Lê pirsgirêka herî bingehîn şûna rejîmê kê bê danîn? Carna hêvî û bendewarî vala derdikevin. “Bihara Ereban” lêgerînek mezin û serhildanek bû, lê berovajî bendewariyan bihar zivîrî zivistanê. Bihara gelan ji gel hat dizîn. Gel jî ne hatibûn birêxistin kirin. Partî û rêberên ku pêşengiyê bikin, derneketin holê. Berjewendparêz û hevkar bi hêzên emperyalîst re peyman çêkirin û rê li guhertin û şoreşan girtin. Rojhilata Navîn hê jî bi pirsgirêkên giran re têdikoşe, rûpelên bi xwîn û tarî nehatin girtin. Hebûn û hêza emperyalîstan li Rojhilata Navîn ji lawazbûnê zêdetir xurttir bûye. Di heman demê de, Rojhilata Navîn ji milê Israîlê ve jinûve tê dizayn kirin.
Tê xuyakirin ku hewildan ji bona dizîna deskeftiyên şoreşa Rojava hene. Li şûna şoreşê bendewarî ji guhertina desthiladariyê ve tê girêdan. HTŞ’a ku li Şamê bicih bûye, pey li Sûriyeke gor xwe avakirinê ye. Daxuyaniyên Ehmed Şeraa jî, tê xuyakirin ku wê şoreşê bidin kêlekekî. Bi xulase gotin ku şoreş qediya, em ê bi avakirina dewletekê dest bi kar bikin. Ev dewleta tê avakirin jî, pir zelal e ku ne berhemekî hişmendiyekî demokratîk e. Bi israr hewildidin ku dewletekî navendî bidin avakirin. Êdî eşkere bûye ku armanca wan dewleteke ku her tişt ji yek dest û navendê tê birêvebirin e.
Di devê rêvebirên HTŞ’ê de têgeha demokrasîyê nayê bihîstin. Ew ê çawa şoreşa Sûriyê pêş bixin û destkeftiyên xwe mayînde bikin. Bêyî ku hişmendiyekî demokratîk ku bawerî, nêrîn û çandên cuda tê de nebe û li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev bê avakirin? Divê hemû derdorên rewşenbîr û demokrat di vê pirsê de, israr bikin. Me berê jî gotibû, xweşîya ji hindir de vala xeter e. Serokên HTŞ’ê ji kevneşopiyeke dijî demokrasîyê tê. Baweriya wan bi wekheviya gelan û nêrînên azad nayê. Gelo ev hişmendî dikare bibe pêşeng ji bona hemû gelê li Sûriyê tevahî de bi awayekî wekhev bijîn?
Eşkere ye ku Sûriyê ku navendîparêz e û xwe dispêre desthilatdariya yekpartî, di çi rewşê de ye li holê ye. Gelo netew-dewletek navendîparêz, ku dikare Sûriyeya hilweşiyayî ji nûve vejîn bik e? Gelo ger serkirdeyên HTŞ’ê rihên xwe hinekî dirêj bikin û kirevatan li xwe bikin hewl bidin ku xwe ji aliyê hêzên biyanî ve bidin pejirandin, dê azadî bikeve Sûriyê? Dibêjin ew hatine guhertin, lê kiryarên wan li gorî pergala Baas’ê ye. Tenê rêveberên HTŞ têne cem hev û diyar dikin ku dewleta nû çawa ava bikin. Serokatiyê vesaz dikin. Saziyên dewleta kevin, makezagon û hwd. Ji holê radikin, biryara avakirina artêşeke nû didin. Ew ê desteya makezagoneke nû diyar bikin. Ew jî wê kongreya netewî bixwe kom bikin.
HTŞ dixwaze şoreşê yekdestdar bike. Ji ber wê jî nûnertiya gel û nêrînên cûda paşguh dike. Ev lihevkirinek bi zanebûn e. Rêveberiya Erdogan di vî warî de wêrekîyê dide wan. Du sedemên sereke hene ku Erdogan ev yek kir. Ya yekem tine hesibandina kurdan û bê statûya kurdan e. Ya duyemîn jî serdestiya Îxwan (birayê Misilman) û Îslama Selefî ye. Erdogan li Misirê li ser Mûrsî sermiyanekê mezin kir. Lê, ew tasfiye kirin. Di heman demê de xwest bi Hamasê re jî tevgerê bike, lê encamek ku tê xwestin neda. Niha jî dixwaze polîtîkayên xwe yên berfirehkirina li Rojhilata Navîn ya ku xwe dispêre HTŞ’ê bidomîne. Ew jî armanc dike ku vê yekê li ser siyaseta navxweyî nîşan bide û desthilatdariya xwe mayînde bike.
Di asayî de diviyabû HTŞ’ê nûnerên hemû gelan û hêzên rêxistinkirî yên li Sûriyeyê dijîn bigirta. Ev ne karekî pir dijwar e. Ne hewce ye ku ew di destpêkê de bêkêmasî be. Divê li ser mijarên ku biryarên jiyanî tên girtin desteyên hevpar ava bikin, goftûgoyan bimeşînin û encaman ji raya giştî re ragihînin. Niha ew bi kesên derdora xwe yên ku bi tevahî jî alîgirê wanin, li ser hemû mijarên girîng biryaran didin. Li beşeke girîng a welêt Rêveberiya Xweser heye. Ev rêveberî jî ji kesên xwedî ezmûn û rêxistinkirî pêk tên. Hejmara herêmên Rêveberiya Xweser nêzîkî 5 mîlyon e. Dev ji van herêman berdin, ew jî hewce nabînin ku bidin diyarkirin ew ê lêkolînek wiha bikin. Gel û komên baweriyên din ên wekî Durzî, Elewî, Asûrî, Siryan jî hene. Kêm û zêde, ew jî birêxistinkirî ne, di wê pozîsyonê de ne ku nûnerên xwe hilbijêrin. Lê HTŞ’ê naxwaze van hêzan tevlî avakirina Sûriyeya nû bike. Dixwaze qaşo meclisa neteweyî ya ku dê bicive û herwiha desteya makezagonê jî bixwe diyar bike.
Di rewşa heyî de, ev gelê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jiyan dikin, weke welatiyên xwe nabînin. Li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê ti gotinan nabêjin. Dewleta Tirk bi çeteyên di bin fermandariya xwe de komkujiyan pêk tîne. Bi 100 hezaran welatiyên Şehba û Til Rifatê neçar man koçber bin. Gelê Efrînê û herêmên din ên dagirkirî nikarin vegerin warên xwe. Tişrîn û Qereqozaqê bi mehan e di bin êrîşan de ne, HTŞ’ê li hemberî van kiryaran bêdeng e. Di vê rewşê de wê çawa pêk were ku hemû gel û hemwelatiyên Sûriyê bibin yek û dibin sîwanekê de jiyan bikin? Gelê Sûriyê bêyî ku xwe birêxistin bike û hêzên xwe bike yek nikare diziya şoreşê rawestîne. Di rewşa heyî de Sûriye jî mîna rejîma Baas ber bi avahiyeke tundrew û navendî ve tê birin.