Lîloz Hisên/Qamişlo
Di bîrdanka gelê kurd de gelek kevneşopên ku beriya hezarê salan maye, ji adetên kevin ku hatiye parastin adeteke civakî ye di werza çile de dema ku baran dereng dimîne jê re dibêjin(zêw) ya din jî(Bûka Baranê).
Di tevahî civakên cîhanê de, rêûresmên cuda hene ji hin mijarên civakî, her civak bi rengên cuda van rêûresman pêk tînin, yek ji van rêûresman jî dema baran dereng bibare, an jî qet nebare, civaka kurdî ji demê berê heya niha vê rêûresmê pêk tîne. Ev kevneşopî di bîrdanka kurdan de rûniştiye, weke çanda “Zêw û Bûka Baranê”.
“Zêw” Bi kurdî jê re tê gotin, bi sedêsalan e gelê kurd vê çandê pêk tîne, kevneşopiyeke di çarçoveya werza çile de tê kirin, dema barîna baranê dereng dikeve, ji bo rêgirtina li pêşiya hişkesaliyê ev yek tê kirin.
Li gorî çend lêkolîneran, rêûresma Zêw kevneşopî an rêûresmeke civakî ya kevnar a kurdî ye ku dîroka wê vedigere bi hezarê salan. Ev rêûresm di dîroka kevin de di riya pêşengehên salane bi dawîbûna werza havînê dihat kirin, ji bo amadekirina demsala baran û çandiniyê. Ji bo ku spasiya xwezayî îfade bikin, bi derbasbûna demê re êdî mirov derengmayîna barîna baranê ji ber derengmayîna mirovan di spasiya xwezayê de difikre, ji ber vê yekê berê xwe didan rêûresma Zêw her ku baran dereng dima.
Awayên rêûresma Zêw
Nimêj û dua: Mirov li cihekî diyarkirî wek mizgeft an cihên xwezayî kom dibin û ji Xwedê re dua û nimêj dikin ku baran bibarîne. Stran û dîlanên gelêrî: Di rêûresmên Zêw de stran û dîlanên gelêrî tê kirin ku daxwaza barîna baranê îfade dikin.
Di rêûresmên Zêw’ê de xwarinên kevneşopî tên çêkirin û bi hevre têne xwarin.
Rêûresma Zêw bi amadekirina şahiyekê tê lidarxistin ku hemû gundî an şîniyên taxê tê de beşdar dibin û tê de hemû niştecihên gund bi hev re xwarinê dixwin, bi berzkirina stranên girêdayî baranê jê wan jî strana “Bûka Baranê” û dua û nimêj têne kirin. Hin ji rêûresmên Zêw, ew e ku mirov cilên xwe bi hev diguherîne, an jî berovajî li xwe dikin, bi mebesta destnîşankirina xizaniya ku wê bi ser mirovan de bê dema ku baran nebare. Hin rêûresmên îslamî ketine di nava rêûresma Zêw’ê de, ku şênî nimêja Istisqa, ew ji du reketan pêk tê û bi îmam re nimêj dikin, daxwaza barîna baranê dikin. Weke ji her kesî re tê zanîn ku herêma Cizîrê, xwe dispêre ser çandiniya demsalê di jiyana xwe de, piraniya erd tên çandin û xwe dispêrin barana demsalî, yanî derengmayîna barîna baranê yan kêmbûna wê bi awayekî neynî bandorê li ser werzê çandiniyê dike.
“Bûka Baranê”
Bûka Baranê navê rêûresmeke çandî ye û di çand, kevneşopî û bîrdanka kurdan de rûniştiye ku her car ji aliyê zarok û civakê ve tê lîstin. Ew rêûresma çandî li hemû deverên kurdistanê jî tê meşandin, her sala ku baran nebare yan jî hişkesalî bi ser herêmekê de were. Dil û hêviyê cotkaran diçilmise, ji ber debara milet li ser zevî û çandiniyê ye, ji xwe heta roja îro jî wiha ye. Piraniya gelê kurd ji ber ku bi çandinî û axê re têkildar in, debar û dahata wan jî, ji vê ax û çandiniyê dihat.
Di heyamê berê de mezin diçûn talanan û zarokan jî ji xwe re bi rêya rêûresmeke ji aliyê zarokan ve Bûka Baranê çêdikirin û daxwaza barîna baranê dikirin. Ji ber tê gotin dua û daxwazên zarokan tê qebûlkirin û dibe sedem û badora ku baran bibare. Lê di ola islamê de ev daxwaz bi awayekî din tê kirin ku koma zilaman û ya jinan ji hev cuda dest bi nimêja daxwaza baranê dikin.
Çawaniya rêûresma Bûka Baranê
Destpêkê ji aliyê koma zarokan bûkek ji dar û paçikan çêdikin, bi stûneke dirêj ji jor ve hildidin û li kolan û gundewaran digerin û dest bi duayan dikin. Bi bangkirin û gazîkirinê re li deriyên malan didin, xwediyê malan jî tasek av tavêje ser wan an jî li pey wan direşîne. Ev rêûresmên mîna Zêw û Bûka Baranê beşek ji mîrata çandî û olî ya kurdî ye, lê di civak û çandên din ên cîhanê de jî kevneşopiyên bi vî rengî têne dîtin. Rêûresmên ku bi armanca hêvî û daxwaza barîna baranê di gelek çandan de têne kirin, nemaze di civakên ku debara xwe bi çandiniyê tînin û ew jî girêdayî barana baranê ye.
Çend nimûne, rêûresm, hêvî û daxwazên ji bona barîna baranê di çandên cuda de.
Hindistan: Rêûresmên wekî “Yajna”, ew rêûresmek agire ji bo gazîkirina baran û bereketa çandiniyê tê kirin. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê: Di hin eşîrên xwecih û resen yên Amerîkî de, dansên ku bi navê “reqsên baranê” têne nas kirin hene ku ji bo gazîkirina baranê têne kirin. Japonya: Rêûresmek kevnar heye ku bi navê “Ame-no-Torifune” tê nas kirin ku ji bo gazîkirina baranê tê kirin. Afrîka: Di hin civakên Afrîkî de, rêûresm bi vî rengî têne kirin ku ji bo baranê bi reqs, stran û duakirinê vedigirin.
Ev rêûresm mîrateya dewlemend û cihêreng ku hewcedariya mirovan a xwezayî ya ji çavkaniyên avê îfade dike nîşan dide, û çawa civakên cuda vê hewcedariyê bi awayên cuda diyar dikin.