Amara Baran/ Qamişlo
Rojnamevan Silêman Ehmed diyar kir ku dema wî dixwest ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Başûrê Kurdistanê bibe, ew bi komployekê ji aliyê PDK’ê ve hat revandin û wiha got: “Ez ê li ser hîmên Ragihandina Azad kar û xebatên xwe bidomînim.”
Rojnamevan Silêman Ehmed ku piştî 454 rojan serbest hate berdan, li ser girtin û revandina xwe ji rojnameya me re axivî .
Serpêhateya Rojnamevan Silêman Ehmed
Rojnamevan silêman Ehmed di destpêkê de wiha xwe da nasîn: “Di vê pêvajoyê de dibe ku her kes behsa Silêman Ehmed dikir, lê bi awayekî şênber ku ez xwe bidim naskirin ew derfet nebû. Ez di sala 1998’an li Efrînê hatime dinyayê, bê guman dema tu behsa Sûriyê dikî sîstema rêjîma Baas tê bala mirov. Ez jî weke Kurdekî min xwe di nava vê sêstema faodal de dît û min dest bi xwendinê kir û heyanî gihîştim zanîngehê jî em her di nava wê pergalê de bûn. Belkî her kes dizane ji bo me Kurdan xwendina beşa ragihandin di nava sîstemê de gelekî zehmet bû û derfet nebûn, ji ber wê jî min beşeke din hilbijart. Bi destpêkirina şoreşa 19’ê Tîrmehê re, min jî weke ciwanekî Kurd cihê xwe di nava vê şoreşê de girt. Bi taybet di aliyê xebatê ragihandinê de nûbûn hebû û hinek zehmetî hebûn, min jî bi mereqa xwe xwest ez cihê xwe di nav de bigrim. Piştî em ketin nav de nû têgihîştin ku ragihandin çi ye, ragihandina azad çi ye, ragihandina desthilatdar û ya rêjîmê çi ye me nû naskir. Bê guman di şerê Efrînê, Helebê û Şehbayê de jî me xebatê ragihandinê da meşandin.
Bi taybet di nava şoreşa weke şoreşa Rojavayê Kurdistanê de ku di hundir wê de gelek şoreş hebûn hatin destpêkirin, min dixwest ez rastiya vî gelî bigihînim raya giştî. Di destpêka tevlîbûna min ji ragihandinê re, min di Ajansa ANF`ê de kar kir, piştî wê derbasî Ajansa ANHA`yê bûm her wiha di ragihandina leşkerî de jî min cihê xwe girt. Piştî qonaxa Efrînê ez derbasî Ajansa Rojnews bûm û xwesteka min bû ku derbasî Başûrê Kurdistanê bibim û xebata xwe li wir bidim meşandin. Bê guman xebata min ne tenê di çarçoveya Ajansê de bû, weke rojnamegerekî di aliyê nivîs û tevlîbûnan de li ser paradîgmeya Rêber APO ez tevdigeriyam. Ji 2019’an heyanî 2023’ê min li wir kar dikir. Bi hîmên ragihandina azad bi awayekî aktîv min xebat meşand. Bi tayebt di navbera Başûr, Îraq û Sûriyê de roleke girîng a ragihandina azad hebû û derket pêş”.
`Girtina min plankirî bû`
Silêman di berdewamiya axaftina xwe de wiha behsa pêvajoya girtina xwe ji aliyê hikûmeta Başûr ve kir: “Ev bûn çend sal in ez li Başûrê Kurdistanê jiyan dikim, li wir her hatin û çûyîna min a Rojavayê Kurdistanê çedibû. Di aliyê qanûnî de ti pirsgirêkên min nebûn. Lê ji ber koça dawî ya bavê min, min xwest ez werin Rojava, yanê hatina min ya Rojava ji bo merasîma Bavê min bû. Di wê demê de min xwest ku ez derbasî Bexdadê jî bibim û xebatekî bidim meşandin. Li ser daxwaza min ji ber min vîza jî pêşkêş kiribû û hate derketin û diviyabû ku ez vegeriyama. Di 25’ê meha 10’an 2023 de dema ez vegeriyam li ser sînor weke planekê hatibe amedekirin û ez hatim girtin.
Dema ez li korîdora Pêşxabûr bûm her hewil didan ku dem derbas bikin, piştî çend seatan nêzî saet 2 û nîv bû hêzeke awlekariyê ya PDK ê hat û ez lêpirsîn kirim. Pişt re bi plan ji min re gotin here êdî saet bibû 5 ê êvarê wesayîtên çûnûhatinê nîn bûn. Ji min re gotin ka em te bigihînin keraca Dihokê, wê demê de min zanî ku planek heye û min bawer nekir. Dema ez bi wan re hatim em derbasî çolekê bûn, her der tarî; bi rastî jî tirsek di hundir min de hate avakirin û êdî pirs di serê min de geriyan. Wê demê bi awayekî fermî gotin ku ez êdî hatim girtin û nêzîkatiya wan bi min re hate guhartin”.
`Di beşa Terorê de hatim girtin`
Silêman bilêv kir ku ew di zîndana PDK ê di beşa terorê de hatibû binçavkirin û wiha got: “Bê ku agahiya min jê hebe ez ber bi ku ve diçim û wê çi bi serê min bikin, ez anîm cihekî. Dema em gihîştin wir û çavên min vekirin ronahiyeke gelek bi hêz hebû min nedikarî ku pêşiya xwe bibînim. Wê demê min zanî ku ev sîstema zîndanê ye û ez anîme zîndanê, di wir de bi awayekî bilez lêpirsîn kirin, kî me, girêdayî kê me, çi kar dikim û hwd. Pişt re ez derbasî odeyekî bûm nêzî 30 girtî tê de hebûn, min welatparêzek li wir nas kir ew jî ji 6 heyvan berê de hatibû girtin; wê demê wî ji min re behsa cihê ku ez anîme kir. Ew beş ji zîndanê beşa Terorîstan bû, gelek DAÎŞ li wir hebûn. Ji aliyê PDK ê ve weke meşandina şerê psîkolojîk, hêza ku li hember DAÎŞ şer kiriye û bi bin xistiye di heman cihê de digirtin gel hev. Li gorî wan ên girêdayî PYD û PKK ê di beşa terorê de li gel DAÎŞ ê digirtin”.
‘Li gorî yasayên ragihandinê nêz nebûn ‘
Silêman diyar kir ku li gorî qanûn û pîvanên rojnamevanan nêz wî nebûn û wiha domand: “Li hember min şerekî psîkolojîk gelek dijwar dan meşandin, di dosyaya min de hatibû nivîsandin ku min îtîraf kiriye ku ez ji bo karê sîxurtiyê hatime Dihokê. Min ji wan re got ger min îtîraf kirye wê demê cezayê min deh salan jî bidin min, lê min îtîraf nekiriye û ti îsbatên wan li hember min nebûn. Ger ez karê terorê dikim ez ê çima bi salan li vir bimînim û hemû tiştên min li gorî qanûnê ne, ez ê çima vîzza Bexdadê daxwaz bikim? Her çiqasî ez îşkence kirim û zext kirin, lê ji ber ez ne terorim, min ev îtîraf qet nekir. Hemû nêzîkatiyên wan li hember min ne li gorî yasayên ku ez rojnamegerim bûn, ti pîvanên parastina mafê rojnamevanan nedan min û bi tewanên derew nêz min bûn. Lê di wê demê de min zanî ku hemû qadên ragihandina azad wê bê deng nemînin”.
‘Bi Şehadeta rêhevalên Gulistan, Hîro, Jiyan û Nazim bandor bûm’
Silêman di berdewamiya axaftinê de behsa bûyerên herî zehmet ên ku rastî wî hatine kir û wiha got: “Bê guman gelek tiştên ku mirov diêşîne hene. Lê tişta ku herî zêde ez êşandima dema ku min agahiya şehadeta heval Gulistan û heval Hîro bihîst, çawa ku balefira dagirkeriya Tirkiyê ew hedef girtine. Ya din jî di van demên dawiyê de agahiya Şehadeta herdu hevalan; Jiyan û Nazim. Ku me bi hev re gelek xebat meşandin di aliyê jiyanê de em gelek bi hev re mabûn, ev herdu agahî êşekî mezin bûn. Dema min ev herdu agahî girtin ez derbasî zîndaneke din bibûm, ew zîndan jî ya kesên ku dizî kirine bû. Mirov wê çawa hestên xwe bi kesekî dizek re par ve bike? Ew ê çawa te fêm bike? Helbet zehmet bû ew êş bi min re man. Lê tişta xweşik bi min re çêbûye, dîtina hevalê min yê rojnamevan Qehreman Şikrî bû. car caran me hev di karîdoran de didît û suhbet dikir, lê ji ber em her du rojnamevanin em ji hev dur xistin”.
`Ez di wê baweriyê de bûm ku li pey min hêzek çiyayî heye`
Rojanevan Silêma da zanîn ku dema ew hatiye girtin bawer bû ku li pişta wî hêzek heye û wiha got: “Min cara yekem nûçeya li ser xwe bihîst piştî mehek û 5 rojan bû li ser radyoya Dengê Goran bû. min nedizanî hevalekî min yekîtî bû ji xelkê Zaxo bû, got were ev kenal car caran tiştê baş parve dike. Cara yekem min di sernûçe de navê xwe bihîst û derbasî nûçe bûn, wê demê em gelek xêfxweş bûn lê me li xwe diyar nekir. Min ji hevalê xwe re got dêmek hêzek li pişta min heye û behsa min dikin. Bi rastî jî ez her di wê baweriyê de bûm ku li pişta min hêzeke çiyayî heye û wê ji bo dengê rojnamevanan her tiştî bikin”.
‘Destûra hevdîtinê ne didan‘
Silêman destnîşan kir ku destûr ne didan ku bi parêzeran re hevdîtin pêk werin û wiha pê de çû: “Dema ez derbasî dadgehê bûm, parêzeran xwestin ku min bibînim û bi min re biaxivin, ruxmî ku qadî got ku herin pê re biaxivin. Lê hatin pêşiya min sekinîn û nehêştin ku hevdîtin bikin. Pişt re dadgehkirina min taloq bû dema ez derbasî wê dadgehê jî bûme careke din hewil dan ku min bibînin, lê mixabin dîsa jî destûr nedan. Piştî 7 heyvan cara yekem parêzeran ez dîtim ew jî bi şaşîtî hate pêk anîn, lê piştî wê jî dîsa rê nedan ku hevdîtinan bi min re pêk bînin. Heyanî dadgeha dawiyê tenê yek carî hevdîtin hate pêk anîn û ev biryar tenê li ser min hate ferizkirin”.
‘Divê mafê rojnamevanan were parastin’
Rojnamevan Silêman di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku ew bi moralekî serkeftî pêvajo derbas kir û hêvî kir ku mafê rojnamevanan li Başûrê Kurdistanê were parastin û wiha got: “Bi rastî jî ruxmî hemû nêzîkatiyan û tewanên derew yên li min bar kirine jî, lê yek carî moralên min nehatin şikandin ji ber di hundir min de baweriyek hebû ku ev pêvajo wê derbas bibe.
Lê di dawiyê de ez bi hêvî me ku hikumeta Başûrê Kurdistanê yê bê ji ber wê hilbijartin jî pêk werin, li gorî yasayên rojnamevanan nêz girtiyên ragihandinê bibe. Mafê wan divê were parastin. Ji ber di Başûr de mixabin ti mafekî rojnamevan û girtiyên siyasî nîn e.
Ezê bi rêgezên ragihandina azad karê xwe bidomînim. Ev xet girêdayî partiyan an jî hêzên siyasî nîn e, girêdayî civakê ye û rêya rast nîşanî wê dide. Di vê oxirê de gelek hevalên me şehîd bûn.