Ronaz Silêman/Qamişlo
Welatiya bajarê Qamişlo Amîne Emîn diyar kir ku dagirkeriya Tirk her roj komkujiyan li ser gel pêk tîne, li hemberî vê dagirkeriyê QSD’ê ax û rûmeta gel diparêze û got, “QSD’ê zarokên me ne û erkê wan ew e ku ax û çavkaniyên jiyanê biparêzin.”
Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne nû ne, lê belê bi armanca dagirkirina beşên din ji axa herêmê, rojane êrişî herêmê dike. QSD’ê jî li hemberî êrişên wan li ber xwe dide û nahêle ew bigihêjin armanca xwe. Gelên vê xakê jî êdî ji aliyê leşkerî, siyasî, rêveberî ve xwe bi rêxistin kirine û ji hemû rewşan re amade ne. Ev gel mîna berê bê îdeolojî, bê rêxistin, bê bawerî, bêhêz nîne. Civakê êdî xwe ji aliyê fikir, paradîgma, rêveberî, bawerî, îrade û leşkerî ve xwe bi rêxistin kiriye, bûye xwedî hêze.
Li dijî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê ku ev zêdetirî 20 rojan e li Bendava Tişrîn û pira Qereqozaqê rû dide, bi hezaran gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê destekdayîn û piştevaniya xwe ji bo şervanên QSD, YPJ û YPG’ê nîşan dan. Di heman demê de rojane berê xwe didin bendavê da ku êriş bê rawestandin û aramî êdî pêk were. Herwiha bi saya berxwedana dîrokî ya ku QSD, YPJ û YPG’ê li bendava Tişrînê didin meşandin û tevî hemû şer û pevçûnên giran jî heta niha dewleta Tirk û çeteyên wê nikarin encamên ku dixwestin bi dest bêxin.
Girîngiya bendava Tişrînê
Bendava Tişrînê li Başûrê Kobanê dikeve, yek ji cihên herî stratejîk li Bakurê Sûriyê ye. Bendava Tişrînê di sala 1999’an de ser çemê Feratê hate avakirin. Di sala 2015’an ji aliyê HSD’ê ve ji çeteyên DAIŞ’ê hate rêzgarkirin. Ev bendav elektrîkê dide piranîya parêzgehên Heleb û Hesekê. Ew beşekî mezin eletrîkê dide Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ji aliyekê din ve bûye çavkanîya ava vexwarinê û avdana zeviyên li wê herêmê. Zêdeyî 400 hezar kes li Kantona Feratê ji çend aliyan ve sûdê ji bendava Tişrînê dibînin. Di warê pîşesazî de, dora 400 kargeh li vê deverê hene, jiyana gelek kesan bi van kargehan ve girêdayî ye, lewra eger rewşa ewlekarî li bendava Tişrînê têk biçe, ew ê gelek kes ziyaneke rasterast di encama wê rewşê de bibîne. Dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi kontrolkirina bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê Kobanê bike armanc. Ew diwaze Kobanê ji aliyê aborî û ewlekarî ve bixeniqîne.
Derbarê hevgirtina gelên herêmê bi QSD`ê re, welatiya bajarê Qamişlo Amîne Emîn ji rojnameya me re axivî.
Amîne Emîn diyar kir ku cîhan li hemberî komkujiyên dewleta Tirk pêk tîne çavê xwe girtî ye û got: “Bi destê dewleta Tirk a dagirker komkujî pêk tên. Erdogan bi serê xwe her tiştî li hemberî gelê kurd dike, bajar, binesazî, kargeh, av û elektirîka me wêran dike, komkujiyan li ser jin û zarokên me pêk tîne. Lê bile dewleta Tirk bi taybet Erdogan bizane ku gelê kurd ne gelê berê ye, ne gengaze ku em piştî ewqas destkeftî gavê bi paş de bavêjin, çi ji me bê xwestin em ê bikin û heya dawî li pişta QSD’ê, YPG û YPJ’ê bin. Herwiha wê hemû gelên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jiyan dikin bi kurd, Suriyan, Ermen, Çerkez û Erebê xwe, li hemberî tang û topên dewleta Tirk li ber xwe bidin. Niha jî dewleta Tirk û çeteyên wê bi hovitî bendava Tişrînê bombebaran dike, heger ev bendav bê hilweşandin wê karaset pêk bên, lê desteserkirina bendava Tişrînê ji Erdogan û xwînmijên weke wî re, xweneke gelekî zehmet e.”
‘QSD’ê zarokên vê axê ne’
Amîne Emîn anî ziman ku QSD’ê zarokên wan ne û wiha got: “QSD’ê wê axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêze. Ew jinên kezî sor ku çavên wan mîna çavê xezalan ne, xwe kirine mertalên zindî û li hemberî çeteyên herî hov şer û berxwedaniyê dikin. Bendava Tişrînê “bendava şehîdan û berxwedanê ye”, di şexsê van şehîdan de, em hemû şehîdên azadiya Kurdistanê bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî wan ditewînin. Gelê kurd di rojên dîrokî de derbas dibin û ev qonaxeke hestiyar û dîrokî ye ji bo hemû gelên Kurdistanê, bi taybet ji bo pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Van pêşketinên dawî li Kurdistanê pêk tên, ji bo me cihê kêfxweşiyê ye. Me sedsal li pey xwe hişt ku em leşkerê xelkê bûn, lê niha em ê leşkerê xwe bin, em tev QSD’ê, YPG û YPJ’ê ne. Destkeftî û pêşketinên ku li Kurdistanê, bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatine bi saya xwîna şehîdan e. Rêber Apo dibêje: “Her şehîdek parçek ji canê min e” û vê jî dibêje: “Tu welat û tu gelî, welatê xwe bê xwîn çênekiriye” ji bo wê heta dawî çi ji me bê xwestin em ê bikin. Wê sala 2025’an bibe sala kurdan û hemû gelan.”
‘Em ne şerxwazin em aştîxwazin’
Amîne Emîn axaftina xwe wiha qedand: “Ez bang li mafê mirovan û netewên yekbûyî dikim, bile ji xewa xevletê şiyar bin, çima çavê xwe ji van kumkujiyan digrin. Li her bajarekî me, dagirkeriya Tirk komkujiyan pêk tîne. Efrînê, Kobanê, Girê Spî û Serêkaniyê bajarê me ne Tenê daxwaza gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê aştî û demokrasî pêk were. Ji ber em ne şerxwazin, em aştîxwazin, lewra em bang li hemû hêzên navdewletî dikin ku van kumkujiyên ku têne meşandin rawestîne.”