Esma Mistefa/Qamişlo
Rojnamevan Bîlal Gûldem da zanîn ku Gelê Bakur, ji Silopiya heta Nisêbînê û ji Nisêbînê heta Hatayê xwedî li gelê Rojava û berxwedan û destkeftiyên gelê Kurd û hemû pêkhateyan derket. Her wiha teqez kir ku pêwîste sazî û dezgehên navneteweyî bi awayek baldar û seferber li dijî kuştin û girtina rojnamevanên Kurd rabin.
Êrişên dagirkeriya Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bê navber têne domandin. Li hember van êrişan gelê Bakurê Kurdistanê bi yek helwestê dest bi çalakî û xwepêşandanan li seranserê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê kirin. Têkildarî van geşedanan Rojnamevan Bîlal Gûldem bersiva pirsên rojnameya me dan.
- Ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve her tim gelê Bakurê Kurdistanê li rex gelê Rojavayê Kurdistanê di heman çeperê de sekiniye, girîngiya temamkirina vê berxwedanê hûn çawa dinirxînin?
Ji roja roj ve gelê Bakurê Kurdistanê ji nêz ve geşedanên li Rojavayê Kurdistanê û qewimandinên li Sûriyeyê dişopîne. Siyaset, sazî û gelê Bakurê Kurdistanê ji roja roj ve xwe wek hevkarê têkoşîn û berxwedana gelê Rojavayê Kurdistanê dibîne. Hem bi Şoreşa Rojava şanaz bû û hem jî her daîm piştevanê vê şoreşê ye. Ji ber ku gelê Bakurê Kurdistanê ti cûdahîyê naxe navbera xwe û Rojava. Çimkî berê sînorê di navbera her du aliyan de nebûn, berê digotin serxet û binxet. Xelkê serxetê û binxetê nasî hev û xizmên hev in. Her çiqas di van salên dawî de bi dîwarên ser sînor têkiliya wan a fizîkî hatibe qutkirin jî. Em ji roja destpêka Şoreşê ve lê binêrin heta berxwedana Kobanê û ji rizgarkirina Kobanê û deverên din bigire heta roja me ya îro gelê Bakurê Kurdistanê her tim li kêleka daxwaz û berxwedana Rojava cih girt. Bi hezaran keç û xortên ji Bakur bi can û xwîna xwe erda Rojava parast. Lewma gelê Bakur berxwedan û têkoşîna li wir wek a xwe dibîne. Gelê Bakur dibêje ku keç û xortên me bi xwîna canê xwe destkeftiyên Rojava bi dest xistin. Lewma dibêjin ku ew neçar in xwedî li berxwedan û şoreşa Rojava derkevin. Xelkê Bakur, her pêşketinek li Rojava wek pêşketina xwe dibîne. Mînaka şênber a ku gelê Bakur di çeperên berxwedana Rojava de cih girt jî berxwedana Kobanê û cihên din e. Dema berxwedana Kobanê me li Bakur dît ku sînorên-tuximên çêkirî bê wate ne û bi deh hezaran xelkê vir sînor tunekirin û hatin li Rojava ketin nava refên şoreşê û bedelên giranbuha dan. Nexwestin ku Rojava, Kobanê û deverên din bikevin ji bin serweriya komên çete yên bê armanc. Girîngiya temamkirina berxwedanê jî sekn û helwesta li dijî DAIŞê û çeteyên din e. Îro jî sekn û berxwedana gelê Bakur wek roja destpêkê berdewam dike.
- Bi qewimandinên pêvajoya dawî re çalakiyên piştgiriyê yên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin raberkirin. Asta van çalakiyan, li ku derê digire di nav xwe de û tevlîbûna gel çawa bûn?
Bi destpêkirina vê qonaxa dawî ya li Rojava û li Sûriyeyê carek din gelê Bakur zend û bendên xwe bada û tevî hemû zextên li Bakur jî xwedî li berxwedana Rojava derket. Helbet em dizanin piştî pêşketinên li Helebê û paşê hilweşandina rejîma Esed ango Baasê û êrişên li ser deverên Minbicê, Bendava Tişrînê û Kobanê, gelê Bakur ji Silopiya heta Nisêbînê û ji Nisêbînê heta Hatayê xwedî li gelê Rojava û berxwedan û destkeftiyên gelê Kurd û hemû pêkhateyan derket. Nobet ango çalakiya parastin û xwedîderketina li ser sînorê Nisêbîn û Qamişlo hat destpêkirin û paşê li ser sînorê Pirsûsê û Kobanê berdewam kir, nîşaneya vê yekê bû gelê Bakur carek din amade ye ji zarokan bigire heta kal û pîran wê xwedî li statu û destkeftiyên Rojava derdikeve. Li Nisêbîn û Pirsûsê bi rojan nobeta xwedîderketina Rojava hat lidarxistin û peyamên ji van her du navendan dihat dayîn pir eşkere û zelal bû; ‘Rojava em in û Rojava axa me ye û warê bedeldayina zarokên me ye’. Li seranserî Bakur û bajarên Tirkiyeyê çalakiyên xwedîderketina li Rojava her berdewam kir û hê jî didomin. Di her peyamek û daxuyaniyek hat dayin de hat xwestin ku statuya Rojava bê nasîn û rê li ber êrişên komên çekdar û Tirkiyeyê bê girtin. Ji siyasetmedaran bigire heta welatiyan daxwaz kir ku di şexsê Rojava de êdî dema naskirina statuya gelê Kurd û pêkhateyên din hatiye. Lewma jî ji partiyên siyasî yên Kurdî bigire heta rêxistinên sivîl, rêxistinên jinan, ji her beşên civakê di nav van çalakiyên xwedîderketina Rojava de cih girtin û gotin ew bi her awayî piştevanên gelên Rojava ne. Çalakiyên nobeta xwedîderketina Rojava li ser sînor bi dawî bûn û ev çalakî berbelavî hemû Bakur û bajarên Tirkiyeyê bûn. Gelê Bakur jî bi qasî gelên Rojava bi hilweşandina rejîma Baas kêfxweş bû û hat xwestin ku êdî dor dora naskirina îradeya gelên Rojava ye. Her wiha gelê Bakur piştî pêvajoya dawî ya li Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê qewimî ji vir bang li partiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê kirin ku ji bo parastina statu û destkeftiyan yekrêziya xwe çêkin û ev yekitî û tifaq wê bandorê li Bakur jî bike.
3 . Li ser bingeha şerê gelê şoreşgerî divê li ser asta Kurdistanê kar û xebatên çawa bên meşandin?
Pêngav û bizavên li Rojava di vê dema nû de hat destpêkirin, ji aliyê gelê Bakurê Kurdistanê ve jî dilgermî hat pêşwazîkirin. Helbet her tim şoreş û berxwedana gelê Bakur jî ji bo her sê aliyên din ê Kurdistanê bûye çavkanî û moralê herî xûrt. Gelê Bakur di çarçoveya pêngava li Rojava hatiye destpêkirin dibêje, pêwîste di her warî de nirxên Kurdistanê ji parastina wan bigire heta ziman û çanda wan bên parastin. Gelê Bakur diyar dike ku êdî tu sebr û tehamula Kurdan ji windakirina sedsalek din re nîn e, ji ber vê yekê statuya li çar aliyên Kurdistanê û parastina her cure nirxên Kurdistanî girîng û dîrokî dibîne. Her wiha sazî û dezgehên siyasî û sivîl û gelê Bakur pêwîstî bi ruhê yekgirtî dibîne û radigîhînin ku dawî li siyaseta xiyanet û nokeriyê bê anîn. Hewceyî bi yekrêziya Kurdistanê heye.
4 .Di sedsala 21’emîn de çima rojnamevan tên armanc kirin? Rûxmî ku di asta navneteweyî de xwedî mafin jî û hesap nayê pirsîn?
Beriya her tiştî rojnamevanên ango rojnamevaniya li ser xeta Çapemeniya Azad a Kurdî alîgirên aştiyê û parastina nirxên Kurdistanê ne. Mirov dikare bêje ku rojnamevaniya Çapemeniya Azad rojnamevaniya aştiyê, azadiyê, demokrasiyê, edaletê û wekheviyê dikin. Ji ber ku rojnamevanên Kurd her tim bûne hedefa şer û mexdûrên şer, her daîm rojnamevaniya aştiyane kirin e. Ji bo hemû bawerî, netew û çandan bi hurmetî weşan kirin e. Rojnamevanên Kurd li çar aliyên Kurdistanê her dem sûcên şer belge kirin e, piştrast kirin e û ji raya giştî ya cîhanê re eşkere kirin e. Lewma rojnamevanên Kurd dibin armanca êrişan û tên kuştin. Çimkî hêzên serdest naxwazin ku êriş û sûcên wan şer ên li ser Kurdistanê werin eşkerekirin, ji ber vê yekê rojnamevanan dikin hedefa êrişan. Em bala xwe bidinê beriya her pêvajo û qonaxên girîng rojnamevanên Kurd li çar aliyên Kurdistanê dibin armanca êrişan. Di serî de Tirkiye û hêzên din naxwazin ku rastiya deng û rengê Kurdistanê bi cîhanê re were parvekirin. Em mînaka vê yekê dikarin di şexsê kuştina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn de bidin nîşandan. Çimkî wan li Rojava sûcên şer ên komên çekdar ku bi destên hêzên serdest êrişî Rojava dikin eşkere kir. Di oxira vê yekê de jî hatin kuştin. Bi zanebûn û armancgirtin hatin bombebarankirin. Nazim Daştan ji berxwedana Kobanê bigire di her pêngavên li Rojava de li çeperên herî pêş ên berxwedana Kurdan û pêkhateyên din de bi kamera, wênegir û pênûsa xwe rojnamevaniyê kir û bû dengê Kurd û hemû pêkhateyan. Lewma her du cangoriyên me jî hatin şehîd xistin.
Divê meriv pirs bike gelo rojnamevanî tenê ji bo Kurdan sûc e? Çima hemû rojnamevanên li cîhanê dikarin rojnamevaniya “şer” bikin û li qadên şer karên xwe bikin lê çima rojnamevanên Kurd nikarin bikin. Rojnamevanên Kurd kar û xebatên wan tên ‘terorîzekirin’. Helbet em li tu devera cîhanê naxwazin rojnamevan bibin armanca êrişan û bên kuştin. Gelo rojnamevanên li Filistînê, Xezeyê û li deverek din ê cîhanê dema tên kuştin, rojnamevan in lê gelo yên Kurd ne rojnamevan in? Divê ev pirs ji Tirkiyeyê bên kirin. Sed heyf û mixabin sazî û dezgehên navneteweyî ku parastina rojnamevanan dikin jî mijara binpêkirina mafên rojnamevanên Kurd de bêdeng in.
Tevî ku rojnamevan di qanûn û peymanên navneteweyî de xwedî maf û heq in jî lê dîsa hedef tên girtin û bi awayekî hovane tên kuştin. Lê bi taybetî rojnamevanên Kurd dibin armanca êrişan. Rojnamevanên Kurd dema tên kuştin wek rojnamevan nayên dîtin. Çima? Ji ber ku xwedî nasnameya Kurd in û dibin berdevk û nûnerê heqîqetê. Pêwîste sazî û dezgehên navneteweyî bi awayek baldar û seferberî li dijî kuştin û girtina rojnamevanên Kurd rabin û xwedî li hemû mafên wan derkevin. Pêwîste sazî û dezgehên navneteweyî ji bo Nazim Daştan, Cîhan Bîlgîn, Gulistan Tara, Hêro Bahadîn… dinyayê bihejandina lê mixabin qels û bêdeng man. Nemaze rayedarên Tirkiyeyê ji bo rojnamevanên li Filistînê hatin kuştin, rondikan dibarîne û ji bo kuştina rojnamevanên Kurd jî kêfxweşiya xwe tîne ziman. Ka gelo ev durûtî û nakokî wê çawa bê qebûlkirin.
Lê helbet bi kuştin û girtinan wê ne Tirkiye û ne jî hêzek din dikaribe deng û têkoşîna rojnamevanên Kurd qut bike. Çimkî ev nêzî 35 sal in çi li Bakur çi jî li aliyên din ên Kurdistanê di serî de Tirkiye û dewletek din nikaribûye ku deng û azweriya rojnamevanên Kurd û dostên wan têk bibe. Her ku em hatin girtin û kuştin, em hin bêtir zêde bûn û belavî cîhanê bûn. Her ku ji me girtin û kuştin, bi dehan û bi sedan şagirt li pey wan rabûn.