Dilovan Kêfo/ Amûdê
Pisporê çandiniyê Dr. Weys Wetê, da diyarkirin ku bi berhemên çandiniyê ji ber ne barîna baranê kêm bûne û wiha got: ” Çandinî yek ji kevintirîn û girîngtirîn çalakiyên mirovî ye di dîroka mirovatiyê de. Ew pêvajoya çandina nebatan û xwedîkirina ajalan ji bo hilberîna xwarin û çavkaniyên din ên çandiniyê.”
Çandinî di jiyana civakan de rolek girîng dilîze, xwarin peyda dike, di afirandina kar û zêdekirina domdariya jîngehê Çandinî wek stûnek bingehîn ji bo bidestxistina pêşkeftina domdar tê hesibandin û pêdivî ye ku baldarî û piştgirîya pêwîst ji hikûmet û civakan werbigire, da ku herî zêde sûd jê werbigire.
Di derbarê rewşa çandiniyê li herêma cizîrê, Dr. Weys Wetê, pisporê çandiniyê ji rojnameya me re axivi.
‘Berhemên çandiniyê nebe xweza dê têkbiçe’
Dr. Weys Wetê da diyarkirin ku çandinî bingeha pêşketina welatane û wiha domand: “Bi giştî rewşa çandiniyê li herêma Cizîrê ne gelekî baş e, ji ber ku çandiniya me bûye awayekî dişibe hev û heta roja îro jî ew alavên ku em hemû nas dikin tê bikaranîn. Çandiniya pêşketî derbasî herêmê nebûye, çandiniya me gelekî teqlîdî ye û her wiha rewşên ku em tê re derbas dibin, rewşên avhewa ne gelekî guncawe. ji ber vê yekê ye ku çandiniya wekhev jî berhemên wê gelekî tuneye. Çandinîya ku li herêma Cizîrê tê çandin çandiniya bejîye û bi giştî ev salên dawî û sala 2025’an jî gelek metirsî heye. Ji ber ku baran tune ye ji ber vê yekê heger çandiniya bejî neyê di wê demê, wê rewş ji hemû aliyan ve wê ne gelekî baş be. Di warê çandiniya avî de dema ku baran tine be neçare ku cotkar zeviyên xwe av bidin, lê belê ev tişt ne çareseriye ji ber ku wê cotkar gelek zehmetiyan bikşîne. Her wiha ya herî girîng ku çavê cotkaran li zeviyên wan be û dema ku nexweşî li zeviyan bikeve, di wê demê de divê werin derman kirin ji bu ku zirar neghêje zeviyan.”
‘Ne hatina baranê cotkar ji zehmetiyê de hiştin’
Dr. Weys Wetê herî dawîyê da xuyakirin ku bandora kerasetên xwezayî yên wek baranê li ser çandiniyê geleke û wiha axaftina xwe qedand: “Çandinî ji 2 beşan pêk tên çandiniya bejayî û çandiniya avî û ya herî girîng ku erd rehetiye xwe bistîne mîna salekê genim ya din bike gijnîj û hwd. Ew salekî biçîne û salekî şûv bihêle û di baweriya min de ku şûv bihêle wê çêtir be ji ber ku dema baran tûne be, tu kare sûdê jê bigire. Lê belê dema ku pirêzeba di wê demê de ne dihat çandin ji ber ku rewşe çandiniyê û aboriyê ne gelekî başe, divê alîkarî gelekî hebe û beşê çandiniyê neyê paşguhkirin. Ji ber ku ti çi bide erdê di wê demê de wê erdê jî wisa bi di te. Bi pêşketina çandiniya me wê aboriya me jî wê pês bikeve, wê rewşa gel û welatiyên herêmê yên cotkar bi giştî baş bibe. Hêviya me ewe ku baran bê û xwedê dilovaniya xwe li me bibarîne û zeviyên me bipareze.“