Wednesday, June 11, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Wê her armanca me vegera Efrînê be’

22/01/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Wê her armanca me vegera Efrînê be’
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa/ Qamişlo

Gelê Efrînê yên ku careke din êşa koçberiyê jiyan kirin û li Kantona Cizîrê bi cih bûne. Bi salvegera êrişên dagirkeriya Tirkiyê li ser herêma Efrînê re, bi seknsa xwe ya berxwedêr soza vegera li ser axa bav û kalan nû kirin.

Tevgera Azadiya Kurdistan bi felsefeya xwe di dilê her malekê Kurdistanî de cihê xwe girt. Efrîna Rojavayê Kurdistanê jî bi vê felsefeyê re bû yek û di parastina mîrasê vê tevgerê de bi canbexşane xebat kir. Efrîn tev zarokên xwe di pêvajoya Berxwedana Serdemê de bi sekna xwe ya berxwedêr têkoşîneke bê dorveger dan meşandin. Di pêvajoya nû ya qonaxa duyemîn ji vê berxwedanê li herêma Şehbayê bi vîn û îradeya vegera Efrînê careke din bi bedelên gelek giran 7 salin êşa koçberiyê jiyan dikin.

Bi serweriya HTŞ’ê li ser tavahî Sûriyê, ev gel di oxira vê berxwedaniyê de careke din di şert û mercên zehmetir re neçar ma ku azarên koçberiyê jiyan bikin û berê xwe dan herêmêm Rêveberiya Xweser. Têkildarî sekna gelê Efrînê di pêvajoya duyemîn ya koçberiyê û helwesta wan li hember dagirkeriyê, welatiyên ku li bajarê Qamişlo bi cih bûne Ferîda Tarî û Şoreş Mecîd ji rojnameya me re axivîn.

Bi Sistema xwe ya netewa demukratîk bû armanca dagirkeriyê

Ferîda da zanîn ku dagirkeriya Tirkiyê îradeya gelê azad kir hedef û wiha got: “Efrîn bi rengê aşîtiyê û wehkeviyê ku bajarekî bi xweşikbûna xwe temsîla aşîtiyê dike, bû armanca pilanên dagirkeriya Tirkiyê. Bê guman di vê pilanê de aliyên wê yên siyasî jî hebûn, lê di asta yekem de îrade û tezê ku li wir bi felsefeya azadiyê hatibû avakirin kir hedef. Gelê Efrînê di destpêka aloziya Sûriyê de bi sekna xwe ya girêdayî xeta şoreşa azadiya Kurdistan, bedelên gelek giran dan û Xweseriya xwe tevî hemû pêkhateyên herêmê îlan kir. Ji ber wê Efrîn êdî bû armanca dagirkeriya Tirkiyê û bi vê helwestê bi pilaneke navnetewî di 20’ê Çileya 2018’an de bi 72 balkafiran êrişê Efrînê kir”.

‘Ji bo me Şehba Efrîna biçûk bû’

Ferîda diyar kir ku jiyana li Şehbayê hatibû avakirin bi berdêla hezaran ji şehîdan bû û wiha got: “Ev gel di Berxwedana Serdemê de bi têkoşîna xwe hate naskirin û ev yek heyanî niha jî tê berdewamkirin, gelê berxwedêr yê warê zeytûnan hemû pilanên navnetewî valederxistin. Herêma Şehbayê jî di sala 2016’an bi bedelên gelek giranbuha ji şervanên Efrîn, YPG û YPJ e ji komên çeteyan hate rizgarkirin. Şehba ji bo me bû Efrîna biçûk ku li ser hêviyên vegera Efrînê careke din jiyan hate afirandin. Li Şehbayê bi hezaran zarok, sivîl û şervanên vî gelî li hember dagirkeriyê canê xwe feda kirin, veqetîna ji şehbayê bê guman ji bo me gelek giran bû, êşa wê jî mîna êşa Efrînê giran bû, ji ber ew warê hêviya me ya vegerê bû.

Lê bila dagirkeriya Tirkiyê tu carî hêvî neke ku me dev ji berxwedan û têkoşîna xwe berdaye, hebûna me li kuderê bibe bila bibe wê li ser soza vegera axa Efrîn û tinekirina dagirkeriyê be”.

‘Çawa me planên NATO’yê vale derxistin, emê bendava berxwedanê jî biparêzin’

Her wiha Şoreş xuya kir ku îsrara me pilanên dagirkeriyê têk biriye û wiha pê de çû: “Dagirkeriya tirkiyê hemû pilanên xwe li ser gelê Kurd û bi taybet gelê Efrînê di van salên dawiyê de pêk anîn. Di qirkirina gelê Kurd de ev dagirkerî bi îsrare ji ber wê jî destwerdana wî ji Sûriyê re her mayînde ye, mebesta wî ya yekem ku gelê Kurd di vê xakê de tunebike, ji lewra ev bû 14 sal in êrişî gelê Kurd di hemû Sûriyê de dike. Dibe ku em her dibêjin Efrîn, lê hemû herêmên Rojavayê Kurdistanê û tavahî Kurdistanê perçeyek di dil û hebûna me ye. Ji ber wê jî hedefgirtina wan ji Bendava Berxwedanê re em qebûl nakin û emê careke din bibin mertalên zindî li hember dagirkeriyê.

Armanca dagirkeriya tirk ya dagirkirina tevahî xaka Kurdistanê  tê kirin, destwerdana li rûmeta me ye. Çawa ku me bi îsrara xwe ya berxwedanê hêza dagirkeriyê û NATO’yê eşkere kir û têkbir, emê careke din van pilanên dagirkeriyê bi bin bixînin”.

Bêdengiya navnetewî rewakirina dagirkeriyê ye

Şoreş di dawiyê de bang li hemû hêz û rêxistinên navnetewî dike ku erkên xwe bînin û berxwedaniya wan jî mayînde be û wiha qedan: “Li hember kiryarên dagirkeriya Tirkiyê yên ku ji 7 salan ve têne pêkanîn herwiha ji bo bidawîkirina dagirkeriya Tirkiyê û komên çeteyên girêdayî wê; divê raya giştî, rêxistin û hêzên navnetewî xwedî helwest û biryarbin. Ji ber hemû kiryarên dagirkeriyê hatine belgekirin û ji hemû cîhanê re hatine eşkerekirin. Efrîn herêmekî ji xaka Sûriyê ye, ji lewra ger raya giştî bê deng be, ew rewakirina dagirkeriyê ye.

Em careke din sekin, helwest û hebûna xwe ji hemû dinyayê û bi taybet ji dijmin re dubare dikin. Ger yek neviyên warê zeytûnê bimîne sax, wê ji bo rizgarkirina Efrînê li hember dagirkeriya tirk û çeteyên wê şer bike”.

Post Views: 111
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Piştî hilweşandina rêjîma Baas Sûriye di nav aloziyeke mezintir de dijî
NÛÇE

Piştî hilweşandina rêjîma Baas Sûriye di nav aloziyeke mezintir de dijî

10/06/2025
Gelo komên biyanî yên di nava HTŞ û Tirkiyê de amadekariyên derbeyê dikin?
POLÎTÎKA

Gelo komên biyanî yên di nava HTŞ û Tirkiyê de amadekariyên derbeyê dikin?

10/06/2025
Cejna Heciyan
QUNCIK NIVÎS

Cejna Heciyan

09/06/2025
Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.