Ronaz Silêman/Qamişlo
Berdevka Rêxistina Stêrk a Şopandin û Parastina Mafê Zarokan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cûliya Xelo diyar kir ku wan di 11’ê Berfanbarê de, ji bo alîkarî û destekdayîna zarokên koçberên Efrîn û Şehbayê dest bi kampaniyekê di bin dirûşmeya “Dest bi dest ji bo zarokatiyê” kir, herwiha ev kampaniya dema wê vekiriye.
Rêxistina Stêrk a Şopandin û Parastina Mafê Zarokan, rêxistineke mirovî, nehikumî, neqezencî û serbixwe ye, dirûşmeya wê “Azadî Ji Zaroktiyê Dest Pê Dike”. Rêxistina Stêrk di 6’ê Tebaxa 2023’an de li bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê ji aliyê komeke jinên ku parastina mafê zarokan dike, hat damezrandin, piştî wê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê şaxên wê hatin avakirin.
Armanca Rêxistina Stêrk
Rêxistina Stêrk li ser bingeha “Azadî Ji Zaroktiyê Dest Pê Dike”weke hêzeke çalak parastina zarokên ku ji mafên xwe bê par mane dike. Herwiha di aliyê derûnî, bedenî û pêşeyî de piştgiriya wan dike. Di heman demê de Rêxistina Stêrk destekdayîn û pêşxistina jêhatiyên zarokan bi riya bername û çalakiyên cûrbecûr dike û bi hemahengiya bi sazî û rêxistinên peywendîdar re, belavkirina bîreweriyê û vekirina bexçeyan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne. Rêxistina Stêrk kar û xebatên xwe, li gorî zagonên mafê mirovan yên navnetewî û herêmî li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dide meşandin, li gorî wê ji mafê her zarokekî ye ku bi zimanê dayikê fêr bibe û xwe pêş bixe. Rêxistina Stêrk hewl dide ku mafê her zarokekî/ê yê perwerde, jiyan, çand, huner û parastina bedenî biparêze û ji bo parastina her zarokî têkoşînê bide meşandin, herwiha şopandina doza her zarokekî ku rastî tundiyê tê bike, bê cûdahiya olî, netewî, zayendî û baweriyê, da ku zarok li ser çand û exalqê civaka xwe mezin bibe û zarokên azad ava bibin, ew zarok jî di siberojê de civakek azad ava bike.
Li ser van bingehan Rêxistina Stêrk gelek çalakiyên cûr bi cûr lidar dixe, kêfxweşiyê dixe dilê her zarokekî/ê de, di heman demê de gelek alîkariyên mirovî bi zarokan re dike. Herwiha di çarçoveya alîkarî û destekdayîna zarokan Rêxistina Stêrk a Şopandin û Parastina Mafê zarokan di 11’ê Berfanbarê de, dest bi kampaniya alîkarî, çalakî û lîstokan di bin dirûşmeya “Dest bi dest ji bo zarokatiyê” ji bo zarokên koçber ên Efrîn û Şehbayê kir.
Derbarê kampaniya “Dest bi dest ji bo zarokatiyê” Berdevka Rêxistina Stêrk a Şopandin û Parastina Mafê Zarokan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cûliya Xelo ji rojnameya me re axivî.
Cûliya Xelo diyar kir ku di koçberiyê de yên herî zêde zehmetiyan dikşînin jin û zarok in û wiha got: “Êrişên dewleta Tirk a dagirker bi hemû çekên giran ku di rêka komên çeteyên wê li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê, yek deqeyê nehatiye rawestandin. Di demên dawiyê de jî êrişên dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyên wê yên li ser Heleb, Şehba, Şêx Meqsûd û Til Rifat bû sedemên ku bi hezaran kes koçber bibin û berê xwe bidin herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, lê di heman demê de gelek zehmetî di rê de kişandin, ji ber rewşa hewayî û girtina hemû rêyan li pêşiya wan ku bû sedemên tîbûn û brçîbûna wan, bi taybet jin û zarok herî zêde ev zehmetî kişandin.”
‘Parastina zarokan ji zehmetiyên zivistanî bikin’
Cûliya Xelo axaftina xwe wiha qedand: “Heta niha zêdeyî 28 hezar kes koçber bûne û li cihên ewle hatine bicihkirin, lê pêwîstiya van koçberan bi alîkariyê heye. Lewra me weke Rêxistina Stêrk a Şopandin û Parastina Mafê zarokan, di bin dirûşmeya “Dest bi dest ji bo zarokatiyê” dest bi kampaniyeke alîkarî, çalakî û lîstokê li hemû cihên ku têde koçber hatin bicihkirin, kir. Ev kampaniya me di 11’ê Berfanbarê de hate destpêkirin û dema wê vekiriye. Kampaniya tiştê ku digire hundirê xwe, belavkirina pêdiviyên zivistanî li ser zarokan, wekî cil, çakêt, pêlav û hwd… heya niha ev pêdivî li ser zêdeyî hezar malbatî hatin belavkirin û hîn jî belavkirina pêdiviyan berdewam e.
Herwiha me kampaniya xwe bi daxuyaniyekê li Qamişlo ragihand, lê ev kampaniya li şaxên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê meşandin, çi kesên ku bixwazin alîkariyê bi zarokên koçber re bikin dikarin tevlî kampaniyê bibin, lê praniya alîkariyê ji kesên xêrxwaz e. Ji bilî belavkirina pêdiviyên zivistanê wê çalakiyên kêfxweşiyê ji zarokan re bê lidarixstin, ji ber gelek bûyerên bi êş li beramberî van zarokan hate qewmandin. Ji bo vê kampaniyê gelek beş hatine avakirin mîna beşê belavkirina pêdiviyan, beşê bi nexweşiyên zarok û çalakiyan ve mijûl dibin. Armanca me ew ku parastina zarokan ji zehmetiyên zivistanî bikin.”