Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Teknolojiya şarezayên zarokan ber bi windabûnê ve dibe

22/01/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Teknolojiya şarezayên zarokan ber bi windabûnê ve dibe
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

Di serdema niha de zarok bi rêjeyeke zêde teknolojiyayê bi kar tînin, ev yek dibe sedema lewazbûna têkiliyên wan ên civakî û çêbûna nexweşiyên piskolojîk. Ji ber wê girînge ku dayîk û bav her roj demekê bi zarokên xwe re derbas bikin, herwiha bi lîstokan zanyarî û zanebûna wan pêş bixin. 

Di serdema îro de zarok piraniya demên xwe bi teknolojiyayê re derbas dikin û piraniya demên xwe bi tenê ne, ji ber vê yekê tevlîbûna wan ji malbat û civakê re kêm e. Eger zarok di warê pêwendiyên civakî de şarezayiyên kêm bin, dema ku ew mezin bibin wê peywendiyên wan yên civakî bi xelkê re lawaz bin, ev jî zirarê dide jiyan û ew pîşeya ku lê kar bikin. Piraniya teknolojiyên ku zarok bikar tînin jî mîna lîstikên vîdyoyî, telefonên zîrek, televîzyon, kombiyuter, tablet, înternet, torên civakî, xizmetguzariyên axavtinê, amûrên hejmartinê û hwd…

Zarok bi rêjeyeke zêde teknolojiyayê bi kar tînin

Di serdema niha de, zarok bi rêjeyeke zêde teknolojiyayê bi kar tînin. Piraniya kompaniyên warê teknolojiyê ji bo zarokan çendîn amûrên elektronîkî berhem anîne û hejmareke zêde ji zarokan pê ve mijûl dibin. Lîstikên ku nifşên îro pê kêfxweşin weke PlayStation, Rollbox, Overcook, Minecraft, Angry Bird, Bobcî û gelek lîstikên din hene.

Pirsgirêkên ku zarok ji ber bikaranîna zêde ya teknolojiyayê rûbirûyî wê tên

Bikaranîna zêde ya teknolojiyayê ji aliyê zarokan ve, zarokan ji fêrbûna hest û hezkirina derdorê dûr dixe. Serdema ku em niha tê de dijîn, serdema teknolojî û geşekirinê ye, nabe malbat di pêşketina bilez a teknolojiyê de kêm zanyarî û kêm ezmûn be. Nehişyarnebûna dayîk û bavan ji teknolojiyê re, rola dayîk û bavê kêm dike.

Zêde bikaranîna teknolojiyayê dibe sedem ku zarok tenê dixwaze dema xwe bi teknolojî û amûrên zîrek re derbas bike, ev yek jî bandorê li ser peywendiyên civakî dike, herwiha heza zarokan ji bo tevlîbûna derdorê namîne.

Di heman demê de zêde bikaranîna teknolojiyayê dibe sedem ku têkiliya zarok bi zarokan re kêm be, herwiha zarok ji derketina derve û lîstina li tax û kolanan xwe dûr bigirin. Zarok piraniya demên xwe bi înternêt û lîstikên vîdeoyî re derbas dikin, herwiha bûne qurbaniyên vê yekê, di heman demê de ji ber kontrolkirina wan ji aliyê înternetê ve rastî zirarê hatine. Di encama van tiştan de bi zarokan re bêzarbûn û nexweşiyên piskolojîk çê dibe.

Zarok bi sedema bikaranîna zêde ji teknolojiyayê demeke zêde rûdinên û tevgereke kêm dikin, lewra qelewbûn li cem zarokan pêk tê, di heman demê de xwarinên bilez dixwin ev jî dibe sedema qelewbûna wan.

Qelewî jî dibe sedama nexweşiyên wek sistiya dil û nesaxiya şekir jî li pey xwe tîne û eger ev nexweşî rastî zarokan bên, derbaskirina wan gelek zehmet e.

Girînge dayîk û bav zarokên xwe ji zêde bikaranîna teknolojiyayê dûr bixin

Pêwîst e dayîk û bav bi lîstin di gel zarokên xwe dem derbas bikin, da ku bi berdewamiya rojê, ji mêzekirina televîziyon û lîstin bi lîstikên vîdyoyî re biparêzin. Yek ji sedemên sereke ku zarok zêde teknolojiya bikar tîne, ew vedigere li ser mijûlbûna dayîk û bavan. Divê her kêlî dayik û bav li zarokên xwe agahdar bin, wan di têkiliyên civakî de kur bikin, herwiha parastina wan ji teknolojiyayê û tiştên bê sûd bikin, pirogiramekî rojane ji zarokên xwe re ava bikin, zanebûn û hizkirina ji xwendinê li cem wan ava bikin. Tirsê nexin dilê wan û mîna hevalekî xwe bi wan re danûstendin bikin, da ku pêşeroja zarokan pêşerojeke ronî dagirtî zanist û zanebûn be.

 

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.