Lîloz Hisên/Qamişlo
Helbestvan Reşîdê Kurd yek ji helbestvanê navdar yê ku ji ber Kurd bû, bi ziman, çand û nirxên xwe ve girêdayî bû, lê di encama siyaseta pişaftinê de ji ware xwe koçber bû, jiyana wî tijî êş, azar û bi hesreta welat derbas bû.
Gelek pêşeng û zanyarên kurd hene di dîrokê de, di xalên berxwedanî û têkoşîna li dijî zor û zexta li hember dagirkerên Kurdistanê dişbin hev. Di jiyana xwe de pir êş û zehmetî kişandin, ji welat hatin mişextkirin û bi hesreta bêrîkirina welat jiyana xwe qedandin. Yek ji wan helbestvanê navdar Reşîdê Kurd e ku jiyana wî di nav zext û işkenceyên di nava girtîgehan û mişextkirinê de derbas bû.
Reşîdê Kurd di Sala 1910`an li gundê Rewşatê yê bi ser Dêrika Çîyayê Mazî yê girêdayi bajarê Mêrdînê ve ji dayik dibe. Xwendina xwe li gundê Dêrikê, Mêrdînê û salekê li Dibistana Konyayê kiriye. Li gorî hinek çavkaniyan navê dayika Reşîdê Kurd Zînê ye. Dû hevjînê wî hebûn navê wan Seb`a Sorkî keça xalê wî ye zarokên wan“ Melfeya, Xeza û Zîn”, ya din navê wê Xatûn Mûsa bû ji gundê “Erban” ya bajarê Amûdê, zarokên wan“ Perwîn, Berwîz, Mhoş û Comer”.3 birayên wî hebû û du xwişk navê wan evîn: Bekir, Xalid, Ehmed, Sultana û Ayşe
Sedema ku paşnavê xwe dikin Kurdo yan Kurd; ji ber ku Kurd bû û hêj zagona dewleta Tirk ya dagirker ku navê Kurdan li gorî zimanê xwe ferz dikir nexistîbû meriyetê. Bi awayekî xwezayî bi rêya herî asayi, ji ber ku ji ziman, çand û welatê xwe hez dikir û dida hezkirin, bi wî navî dihat danasîn.
Sala 1930’yî berî qedandina xwendina xwe ya dersdariyê bi çend mehan hate girtin. Carekê ji girtîgehê direve lê dîsa tê girtin. Piştî gelek îşkence û zextê careke din ji girtîgehê direve û derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe. Li navçeya Amûdê bi cih dibe û lêkolînên xwe li ser zimanê dayikê û giramêr kûrtir dike. Li wir pirtûka xwe ya yekem ya bi navê “Zimanê Kurdî û Gramêra Wê” dinivîse û sala 1956’an li Beyrûtê dide çapkirin.
Reşîdê Kurd li gel Seydayê Cegerxwîn, Kamîran Bedirxan, Heciyê Cindî, Erebê Şemo, Qedrîcan, Osman Sebrî ji bo parastina zimanê dayikê û çanda Kurdî bi hevre kar meşandine. Ji ber tevgera wî kurdayetiyê dewleta Sûrîyeyê ew gelek caran girt û îşkence lê hate kirin. Li Sûriyeyê jî gelek zehmetî dikişand. Qeyranên siyasî derdiketin û di encama wê de ew jî neçar ma biçe Iraqê. Li Iraqê jî dema sala 1958’an ji bo penaberiyê serlêdan kir, serlêdana wî nehat qebûlkirin û ew vegrandin Sûriyeyê. Wê demê bi salan di girtîgehan de ma.
Yekemîn çîrok, gotar û helbestên xwe bi zmanê kurdî li Şam û Beyrûtê, di kovara Hawar û Roja Nû belav kir. Reşîdê Kurd di Desteya Edîtoriya rojnameya “Dengê Cotkar” ku bi navê kongreya cotkarên Cizîrê sala 1951`ê hate derxistin cihê xwe digirt. Sala 1949’an helbestvan Reşîdê Kurd li Sûriyeyê bi nexweşiya weremê ket û bi nexweşiyek giran ya kezebê re bi salan têkoşîna jiyanê dida. Sala 1967’an berê xwe da Yekîtiya Sovyetan û ji bo tedawiyê diçe Bulxarîstanê. Di 20’ê Kanûna 1968’an diçe ser dilovaniya xwedê û li bajarê Amûdê hate veşartin û bi şehîdê girtîgeh û zindanan hate bi nav kirin. Tê gotin dema dizane wê bimire van gotinên gelekî bi wate dibêje; “Hîn pir kar û barên min hene ku divê ez bikim, min ew karên xwe nebirine serî, na divê ez niha nemirim. Divê ez vegerim baxçeyên Dêrikê ku min ji mêj ve bêriya wir kiriye, paşê bila mirin were.”
Hîn berhemên Reşîdê Kurd;
Gelek nivîs li ser çand, wêje, ziman û tiştên din nivîsiye. Ji lew re wek evîndarê ziman, çand û wêjeya Kurdî dihate naskirin. Pirtûka bi navê “Rêzimanê Kurdî” ku li ser zimanê dayikê û gramera wê lêkolîn kiriye; pîrtûkên “Ez Reşîdê Kurdî” û “Kerwan”, “Zindan” li girtîgeha Sûriyê ya Meza nivîsandiye.