Amara Baran/Qamişlo
Lîstikvanê kurd ê şanoyê Cuma Xelîl Îbrahîm bi navê din(Bavê Teyar) ê ku di êrişa dewleta Tirk ya li ser Bendava Tişrînê de bi giranî birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da. Bavê Teyar di hevpeyvîna xwe ya berya êrişê de gotibû ”Em ji mirinê natirsin, em ê heta dawiyê axa xwe biparêzin.
Bavê teyar ku bi şano û pêkanokên xwe li çar parçê kurdistanê dibû çavkaniya kenê ser lêvên zarok û mezinan, di encama êrîşên dewleta tirk a dagirker de û piştî ku birîndar bû û birîna wî giran bû û rixmî hemû hewildanên bijîşkan jî şehîd ket.
Kurte jiyana Bavê Teyar
Bavê teyar yek ji navên girîng yên ku bi şanoya kurdî dihat naskirin û bi karekterê xwe dibû sedema coş û kenê ser lêvên zarokan. Bavê Teyar ku bi navê xwe yê rast Cuma Xelo Îbrahîm di sala 1957’an de li bajarê Qamişlo ji dayîkbuye û li wî bajarî zewiciye û bavê 8 zarokane. Bavê Teyar di sala 1989’an û vir ve di nava xebatên çand û hunerê de cihê xwe digirt û di hemû kar û xebata xwe ya şanogeriyê de pirsgirêkên civakê bi awayekê zelal vedigot.
Koma Bavê Teyar di sala 2001’an de hat damezrandin
Koma Bavê Teyar di sala 2001′ an de li bajarê Qamişlo hat damezrandin û Bavê Teyar di damezrandina wê komê de ne tenê şano, mûzîk, fîlm, rep û gelek bername lidardixistin. Di komê de bi giştî 10 endam hene ku 6 ji wan endamên fermîne. Herwiha 3 endamên jin jî hene bi navê Eyşo, Fato û Zelîxe dileyîzin. Bavê Teyar bi sedan bername û 6 jî kurte fîlim çêkirine. Tenê daxwaza wî ew bû ku biçe tirkiyê û xwepêşandanan li dar bixe.
Bavê Teyar bi hunera xwe rastiyan bi civakê dide nas kirin
Armanca Bavê Teyar ji vê xebatê ew bû ku pirsgirêkên di nava civakê de bi awayekê zelal bîne ser ziman û civakê bike ferqa rastiya wan de. Di nav komê de bi kurdiyeke dewlemend diaxivin ku gelê xwe teşwîqê zimanê kurdî bikin. Hemû bernameyên ku hatine kişandin li ser esasê pirsgirêkên civakî ne û di heman demê de çareseriyê jî nîşan didin. Rexneyê li paşverûtiya nav civakê dike bi taybet di nav civakê de ku jin pir biçûk û kêm tê dîtin û gelek caran tên zewicandin û vîna jinê piştgoh dikin. Koma Bavê Teyar hewil dide ku bi hunera xwe civakê hişyar bike û civakê têxe ferqa ku jin çiqas bi qîmete.
1995’an de dibe mêhvanê Rêber Apo
Daxwaz û xeyalê her welatparêzekê ew e ku rojek Rêber Apo bibînin û pêre wêneyekê an jî sohbetekê germ bide meşandine. Bavê Teyar di temenê xwe yê ciwaniyê de xeyalê xwe pêk tîne û di sala 1995’an de diçe cem Rêber Apo. Bavê Teyar welatparêziya xwe û girêdanbûyina xwe ya bi tevgera azadiyê re tu car kêm nekir. Keça Bavê Teyar Amara ku îro di girtîgehên Tirkiyê de ye, Bavê Teyar wê diyariyê tevgera azadiyê dike û dibêje ku ez bi keça xwe ser bilindim. Bavê teyar li çar parçên kurdistanê bi pêkenokên xwe dihat naskirin, dema ku mirov li Bavê Teyar mêyze dike dibîne ku çiqas girîngî dide civakê, hertim bi şanoyên xwe dilê gel şad dikir.
Bavê Teyar bi hunera xwe dibe cihê coş û kelecana tevahî civakê
Bavê Teyar dema ku dibîne civak di nav êş û xizaniyê de jiyan dike, dixwaze bi pêkenokên xwe bibe cihê coş û kêfxweşiya gel. Bavê Teyar dibêje” Ji ber ku gelê kurd bi hezaran salin di nav êş û zilmê de dijîn. Divê gelê me dîrok, welat û nirxê xwe nasbike û biparêze. Êş û azarên bav û kalên xwe ji bîr neke ku bizanibe û wek civakên din bi coş û kelecan be. Ji bo wê jî em hewil didin bibin çavkaniya coşê ji gelê xwe re ”
Me kefenê mirinê çirand
Bavê Teyar ji bo parastina axa xwe di 18’ê çileyê de bi hevalên xwe re berê xwe dide bendava tişrînê. Bavê Teyar ku berxwedanê wek felsefeya afrandina jiyanê dibîne. Bavê Teyar di hevpeyvîna xwe ya li ser bendava berxwedanê û şehîdan bang li dewleta tirk dike û dibêje “tu nikarî bi tang û topên xwe coşa me bişkînî em ji êrîşên we natirsin me kefenê mirinê çirandiye. Bendava tişrînê ji bo min qada berxwedanê ye.” Bavê Teyar di 18’ê meha Çileyê de di encama bombebarana dewleta tirk de bi giranî birîndar bû û di 19’ê çileye de jiyana xwe ji dest dide.