Esma Mistefa/ Qamişlo
Hevserokê Ofîsa Karûbarên Penaber û Koçberan Şêxmûs Ehmed da zanîn ku zêdetirî 30 hezar malbatên Efrîn û Şehbayê û 7 hezar kes ji deverên din yên Sûriyê berê xwe dan herêma Rêveberiya Xweser û got, “Neteweyên Yekbûyî li hember rewşa koçberan bi erkên xwe ranebûn.”
Piştî zêdetirî 60 salî ji serweriya Mala Esed li ser Sûriyê, di 8`ê Berfenbara 2024’an de desthilatdariya Bass bi temamî hate rûxandin û Heyet Tahrîr El Şam bi rêbertiya Ebû Mihemed Colanî li ser tavahî Sûriyê serwer bû. Heyet Tehrîr El Şam careke din berê xwe dan herêmên Kurdan, bi taybet Herêma Şehbayê ya ku gelê Efrînî piştî dagirkirina herêma Efrînî di 18`ê Adara 2018 an dagirkiribû, bi darê zorê koçberî herêma Şehbayê bûn. Gelê Efrînî ji 7 salan ve di herêma Şehba û Til Rifet de jiyan dikin, û bi gaveke nû li ser esasê vegera Efrînê dest bi jiyanê kirin.
Lê di 1`ê Berfenbara 2024`an de komên çeteyên girêdayî dagirkeriya Tirkiyê de berê xwe dan Şehbayê û ev gel ji ber qetlîameke giştî necar man ku terka malên xwe bikin û derbasî herêmên Firat û Cizîrê yên Bakur û Rojhilatî Sûriyê bûn. Têkildarî giştî rewşa koçberên ku ji tevahê xaka Sûriyê berê xwe dane herêmên Hevserokê Ofîsa Karûbarên Koçber û Penaberan ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêxmûs Ehmed ji rojnameya me re axivî.
Li hember rewşa Sûriyê ragihandina seferberiyê
Şêxmûs di destpêkê de bal kişand ser rewşa ku Sûriyê di demên dawiyê de tê re derbasbûye û wiha got: “HTŞ ê serweriya xwe li ser hemû Bajarên Sûriyê kir û di cend rojan de Rêjîma Bass hilweşiya. Komên çeteyên dagirkeriya Tirkiyê berê xwe dan herêmên gelê Kurd weke Herêma Şehbayê ya ku ji aliyê Hêzên YPG û YPJ`ê ve di sala 2016`an hatibû rizgarkirin. Di Şehbayê de bi deh hezaran koçberên Efrînê yên ku neçar mane ji Efrînê derkevin ji 7 salan ve tê de jiyan dikin. Komên çeteyên ku gelê Kurd her tim weke dijmin dibînin xwestin di wir de jî kiryarên xwe pêk bînin, lê bi lihevkirineke di navbera HSD, HTŞ û Kooalisyona Navnetewî gelê Kurd yên Efrîn û gelek hemwelatiyên herêma Şehbayê yên resen derbasî herêmên Rêveberiya Xweser bûn. Ji xwe Rêveberiya Xweser bi hemû hêza xwe kete nava seferberiyê di demeke ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastê êrîşên dagirkeriya Tirkiyê dihat.”
Hejmara kesên ku di herêma Rêveberiya Xweser de bi cih bûne
Şêxmûs girêdayê hejmara kesên ku berê xwe dane herêmên Rêveberiya Xweser wiha got: “Di encama serweriya HTŞ ê li ser herêmên Şehba û Til Rifetê de bi giştî, hejmara gelê Efrîn û welatiyên Şehbayê ku derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûne, zêdetirî 30 hezar malbat yani nêzî 121 hezar kes. Her wiha 7 hezar kes ji herêmên Başûr û Rojhilatî bajarê Helebê berê xwe dan herêmên Rêveberiya Xweser û niha ew li navenda pêşwaziyê yê li Reqa yê dimînin”.
Gel li hemû kantonan bicih bû
Şêxmûs di berdewamiya axaftina xwe de ev anî ziman: “Bi destpêkirina vê pêvajoyê re û pêlên koçberiyê hemû sazî û destgehên Rêveberiya Xweser ketin rewşa seferberiyê û li ser wê esasê tevgeriyan. Di rewşekê wiha awerte de bi lez tevgerandin pêwîst dikir, piraniya gelê ku derbas herêmê bûne di destpêkê de li navendên Tebqa û Reqayê hatin pêşwazîkirin, li gorî derfetan di dibistanan de hatin bicihkirin. Her wiha li hemû bajarên herêmê belav bûn weke Hesekê, Qamişlo, Dêrîk, Tirbespiyê, Amûdê û hwd ew jî li dibistanan de hatin bicihkirin”.
`Asta alîkariya Navnetewî divê ji vê zêdetir be`
Şêxmûs destnîşan kir ku ev rewş hêza Rêveberiya Xweser derbas kir û diviyabû alîkariya navnetewî zêdetir ba û wiha domand: “Di dema derbasbûna van koçberan de gelek saziyên navnetewî yên girêdayê neteweyên yekbûyê YN her wiha saziyên xwecihî û yên nefermî jî hinek alîkarî pêşkêş kirin û heyanî astekê niha jî berdewam in, lê li gorî hejmara zêde ya gelê Ku berê xwe daye van herêman ev yek zêdetirî hêza Rêveberiya Xweser bû. Li gorî vê yekê divê asta alîkariyê ji welat û rêxistinên navnetewî ji vê zêdetir be, da ku pêwîstiyên vî gelî werin bicihkirin. Di vê pêvajoyê de me gelek bangawazî kirin ku hin korîdor û derî bêne vekirin weke deriyê Til Koçer bê vekirin û alîkariya nevnetewî bê kirin. bê guman alêkarî ne tenê di aliyê pêwêstiyên jiyanî be divê di mile bicihkirina van gelî de jî bê kirin û bi tayebt di aliyê tenduristê de”.
Bicihkirina gel di dibistanan de bû asteng li pêşiya werzê xwendinê
Şêxmûs da zanîn ku gelek zehmetî derketin û wiha rave kir: “Astengiyên sereke di aliyê tebduristiyê de derkete holê, nexweşxaneyên li herêmên weke Tebqa û Reqa têrê nedikir ku ji gelê ku berê xwe dide wan nexweşxaneyan tedawî bibin. Her wiha zehmetiya mezintir jî ji ber bicihbûna gel di dibistanan de, hemû dibistanên li Tebqa, Reqa û qismek ji Hesekê hatin rawestandin. Ev yek jî bû sedem ku şagirt ji xwendinê dereng bikevin”.
`Dewletên Yekbûyî bi erkên xwe ranabin`
Şêxmûs di dawiyê de banga civaka navdewletî kir ku pêşî li dagirkeriyê bigrin da ku zêdetir gel êşa koçberiyê jiyan neke û wiha got: “Em careke din banga hêz û aliyên têkildar yên navnetewê dikin ku pêşî li koçberiyê bigrin, her wiha bi erkên xwe rabin ku alîkariyê pêşkêş van herêman bikin. her wiha bi helwestekî navnetewî li hember êrîşên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê derkevin ku ev yek bê rawestanidin. Ji ber bandora xwe li ser herêmê bi giştî dik û derfetên di destê Rêveberiya Xweser de gelekî kêm in. bi taybet dewletên yekbûyî bi erkên xwe ranebûn da ku deriyên alîkariyê ji gelê Efrîn û Şehbayê re vebibin”.