Lîloz Hisên/Qamişlo
Ibrahîm Şêxo diyar kir ku bêdengiya civaka navdewletî dibe sedema zêdebûna binpêkirin û kiryarên dijmirovî ku ji aliyên çeteyên dewleta Tirk ve li herêmên dagirkirî tên kirin .
Di sala 2018`an de, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kantona Efrînê dagir kirin, di encama vê êrîşê de zêdetirî 300 hezar şêniyên Efrînê bi darê zorê hatin koçberkirin û li malên wan malbatên çeteyên dagirkeriya Tirk bicih kirin. Çeteyên dewleta Tirk dest bi guhertina demografiya herêmê kir, hovtrîn binpêkirin li dijî şêniyên resen kir, di nav de destserkirina mal û milkên şêniyan, dizî, talankirin û xirabkirina deverên kevneşopiyên çandî, herwiha hejmareke mal û dibistan li tevahî navçeyan, bi taybet navenda bajarê Efrînê kirin zindann, tê de binpêkirinên dijî mirovahiyê derheqê sivîlan de pêk anîn.
Piştî rûxandina rêjîma Baas, piraniya girtiyên di zindanan de mîna Seydnaya hatin rizgarkirin, lê hîn jî li girtîgehên Efrîna dagirkirî binpêkirin dijî miorvahiyê derheqê girtiyan pêk tê, derbarê vê mijarê berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Ibrahîm Şêxo ji rojnameya me re axivî.
‘ Bi destekdayîna dewleta Tirk binpêkirin tên kirin’
Ibrahîm Şêxo di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Ev 6 salin dagrkeriya Tirk li Efrînê berdewam e, li kêleka wê jî sûc û binpêkirinên derheqê şêniyên resen zedetir dibe, ev bibpêkirin dikevin asta sûcên şer, lê sûcdar nayên muhasebekirin. Bi piştgirî û destekdayîna dewleta tirk komên çeteyan kiryarên hovane bi taybet derheqê gelê kurd pêk tîne, têkiliyên tirkiyê bi van komên tundraw berdewam dike. Ji bilî binpêkirin û kiryarên derheqê şêniyan, siyaseta guhertina demigrafîk ya sîstematîk bi kar tînin, da ku kurdan li vê herêmê qir bikin.”
‘Cihên fermî dibin girtîgeh’
Ibrahîm Şêxo destnîşan kir ku li tevahî navçeyên Efrînê derdora 21 girtîgeh hatine avakirin, her komeke çekdar li cihê ku lê bi cih bûne girtîgeh avakirine û wiha berdewam kir: “Herwiha girtîgehên navendî jî hene weke ya Marata ku du beşên wê hene ya sivîl û leşkerî. Cihên fermî weke dibistanan xistine cihê lêpirsîn û girtîgeh. Dibistana Tîcara li Efrînê bûye navenda Polîsên Leşkerî. Geleke şêniyên Efrînî ji 6 salan ve li van girtîgehan hatine girtin û çarenûsa wan ne diyare.”
‘Awayên îşkenceyê cuda ne’
Ibrahîm Şêxo wiha pê de çû: “Di hemû girtîgehan de eynî binpêkirin tê kirin, awayên îşkenceyê cuda ne, îşkenceya pîskolojîk û fîzîkî tê kirin, bi taybet derheqê jinan ferq û cudahî di girtîgehan de nayê kirin. Çi jin be an mêr, lêdan û lêpirsîn eynî çeteyan li jin û mêran dikin. Gelek awayên îşkenceyê tê bikar anîn lêdana xertûmên kesk ya elktrîkê, birçîbûyîn heye, destdirêjî li ser jinan tê kirin, heqaret di dema lêpirsînê de tê kirin, bi taybet li girtîgeha (Hewar Kilis û Ra`î), ji xwe hatiye tekez kirin ku yên lêpirsînê û îşkenceyê dikin Îstxbarata Tiriyê ye, piraniya kesên hatin girtin dema berdana wan ev yek tekez dikin.”
Ibrahîm Şêxo da zanîn ku girtîgehên berê yên rêjîma Bass hatin vekirin û girtî srrbest hatin berdan, herwiha navê kesên jiyana xwe ji dest dane hat eşkerekirin. Lê rewşa girtîgehên li Efrînê hîn wekî berê ye, binpêkirin û kiryar berdewamin, hîn jî welatî bi tawanbarkirin ku berê bi Rêveberiya Xweser re kar dikirin tên girtin.
‘Li hemberî berdana girtiyan pere tên xwestin’
Ibrahîm Şêxo wiha domand:“ Piştî dagirkirina Şehbayê, 300 kes vegeriyan Efrînê bi giştî hatin girtin û li hemberî berdana wan pere hate xwestin, di dema dawî de jî 6 xortên ciwan ji gundewarê Şêrawayê ji hêla koma Hemzat û Emşat hatin girtin, ew tesîlmî polîsên leşkerî kirin, li hemberî berdanê ji malbatên wan re 2 hezar dolar xwestin, ji ber ku malbatan nikarîbûn fidiyê bidin, ew şandin girtîgeha Ra`î.”
‘Li hemberî binpêkirinan bêdengî heye’
Ibrahîm Şêxo wiha anî ziman: “Gelek bangewazî ji bo hikumeta demkî heye da ku zextê li polîsên leşkerî bê kirin û girtî bên berdan. Em lêpirsîn û binpêkirinan radestî saziyên navdewletî û komîteya lêpirsînê dikin, gelek sazî jî binpêkirinên ku çêdibin belge dikin û rewşê dişopînin, lê tişteke rastî li ser erdê nayê kirin, ev jî sûceke ku li hember binpêkirinan bêdeng dimînin. Divê rewşa girtiyên li Efrînê bê çareserkirin.”
Ibrahîm Şêxo wiha axaftinên xwe bi dawî kir: “Gelek şêniyên Efrînê derbasî zindanên Tirkiyê weke Xazî Entab û Kilisê kirin, li gorî qanûnên navdewletî nabe ku dewletek dagirker girtiyên bajarên dairkirine li gorî destûraên xwe wan ceza bike, lê mixabin ev yek îro tê kirin û hîn çarenûsa tu kesî ne diyar e, ne li zindanên hundir an yên tirkiyê, bêdengiya civaka navdewletî îro dibe sedema zêdebûna van binpêkirinan.