Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji çiraxên wêjeya kurdî

19/01/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
Ji çiraxên wêjeya kurdî
Share on FacebookShare on Twitter

Can Yûsif

Helbestvan Nezhet Sîdo Dengê jinên Kurd ên hesreta azadiyê Wêjeya femînîst parçeyek ji nasnameya jinê ye, afirîneriya ku ew dinivîse, bihişmediyek pêşketî û gihîştî û têkiliyên curbecur ên ku şert û mercên gihîştina vê afirîneriyê di nava pergala civakê de ji bo îfadekirina nasname, hebûn û mijarên wê kontrol dikin, digre ber çavan.

Gelê Kurd bi gelek nivîskarên jin ên Kurd ên ku di qada wêjeya Kurdî de cih digirin tije ye, ku di cîhana nivîskarî û helbestê de şopeke mezin hiştin, gelek jêhatî û afirîner bûn û karîbûn navên xwe di nav civaka wêjeyî de bi afirînin.

Di nav wan de helbestvan û nivîskara Kurd Nezhet Sîdo jî heye ku navê xwe bi tîpên zêrîn di cîhana afirînerîyê de bi rûmet nivîsandiye.

Helbestvan û nivîskara kurd Nezhet Sîdo (Dayika Raman) di 21/5/1968’an de li gundê Tel Hebeş yê girêdayî bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ji du dê û bavên kurd (Îsmaîl Sîdo û Besna Şêx Osman) hatiye dinê û di nava malbateke Kurd a welatparêz de mezin bûye, ku kevneşopî û qanûnên civaka kurdî parastibû, ku bi pabendbûna bi urf û edetên xwe yên olî û eşîrî û parastina nirxên welatparêzî û mîrata gelêrî ya resen a kurdî dihate naskirin .

Dibistana seretayî li gundê xwe (Til Hebeş) û ya navîn jî li bajarê Amûdê xwendiye, zewaca wê ya zû nehişt ku xwendina xwe biqedîne, lewra ew bi mezinkirina zarokên xwe re mijûl bû, ew dayika pênc zarokane (sê keç û du kur).

Meyla wê ya wêjeyî, hezkirina wê ya ji bo nivîsandina noşe û helbestan û hewesa  wê ya ji bo muzîk û stranbêjiya kurdî di temenê xwe yê biçûk de hîn di qonaxa dibistana navîn de dest pê kir, bi awayekî xwezayî meyla wê li ser muzîk û stranbêjiyê hebû, lê astengiyên civaka me ya kurdî li pêşiya wê bûn kelem nehişt di vî warî de bigihêje armancên xwe.

Piştî bûyerên xwînrêj, şerê navxweyî û êrîşên terorîstî li Sûriyê, di sala 2012’an de ew neçar ma ku bi malbata xwe re welatê xwe biterikîne, xizmê xwe, hezkiriyên xwe û welatê xwe li dû xwe bihêle û ber bi Ewropayê ve biçe ji bo ku bikarin azadiya xwe û canê xwe biparêzin û di dawiyê de li Elmanyayê bi cih bûn. Ji nav hinavê êş û derdan hêvî çêdibe û ji dilê kovaniyê (trajediyê) afirînerî çêdibe, li welatên biyanî, ji malbat û warê xwe dûr, hesret û bêrîkirina xaka welat wê ber xwe ve dikişîne, vê yekê deriyên afirîneriyê ji wê re vekir ku bi coşeke mezin biçe ser rêyên helbest û wêjeyê.

Wê dest bi xwendinê kir û bi xwendina pirtûkên dîrokî, siyasî û wêjeyî re nivîsarên bi zimanê erebî dinivîsand, wê demê biryar da ku hînî nivîsandina bi zimanê dayika xwe bibe, lê ne hêsan bû lê wê kir û di dawiyê de fêrî nivîsandina bi zimanê xwe bû û dest bi nivîsandina helbestan bi zimanê kurdî kir.

Wê gelek bawernameyên  pesindan û afirîneriyê wergirtine.

Jiyana wê ya nû ya li Ewropayê hişt ku ew fêrî serpêhatiyên helbestvan û nivîskarên li dervî welat bibe.

Wê di rêvebirina gelek yaneyên (forumên) wêjeyî de cî girtiye û xebitî ye.

Nezhet Sîdo helbestvana kurd a afirîner e, xwedana gotinên xweş û hesteke nazik, di tariyê de dikare peyvan bike çiraxên ronahiyê û dikare bi tîpên xwe yên xweşik gelek wateyên hêja xêz bike, hemû peyvên pesindariyê layîqê wê ne, di her helbest û malika ku vedihûne rihê wê yê afirînerî yê têde diyar dibe.

Helbest û nivîsên wê pestînên rastego û hêvîyên rast û hezkirina rasteqîn a ji bo welat bûn, wê gelek helbest li ser evîna welat û hesreta warê bav û kalan, li ser azadî û wekheviyê, li ser bedewiya xwezaya Kurdistanê, li ser evîn û jinan, li ser lehengên Kurdistanê û şehîdên azadiyê nivîsandine. Ew bi nivîsandina helbestên xwe bi şêweyek kevneşopî (klasîk), hevseng û rêzbend bi rîtmeke xweş û muzîkek şîrîn navdare.

Helbestvana Kurd Nezhet Sîdo gelek helbest û nivîsên bi Erebî û Kurdî di rojname û kovarên elektronîk û çapkirî de weşandine. Ji berhemên wê yên wêjeyî û çandî heta niha du dîwanên helbestan hatine çapkirin:

1-Dîwana yekem a bi navê” Deryak ji Derdan” bi zimanê Kurdî ye, ji çend helbestan pêk tê, di 2023’an de  hatiye çap kirin.

2-Pirtûka duyem bi navê “Şeperzeyîyên xerîbiyê” bi zimanê erebî ye, ew ji çend helbest û serpêhatiyên wê yên destpêkê pêk tê, ku di sala 2023’an de hatiye çapkirin.

Nezhet Sîdo helbestvanek afirîner û cudareng e ku bi her gava ku tavêje di cîhana afirînerîyê de cûdahiyek çêdike, di her warê ku dimeşe wêneyekî îlhamê xêz dike û li ser her rêyek ku li ser dimeşe şopa nûjeniyê dihêle.

Ew niha tevî hevjîn û zarokên xwe li Almanyayê dijî û ji bo amadekirin û weşandina pirtûka xwe ya sêyem, ku dîwaneke helbestan e bi zimanê kurdî ya bi navê (Vedenga dilan) dixebite. Ez di karê wê yê wêjeyî û çandî de serkeftin, afirandêrî û geşbûna zêdetir dixwazim.

Post Views: 154
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Cejna Heciyan
QUNCIK NIVÎS

Cejna Heciyan

09/06/2025
Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.