Argêş Vîyan/Qamişlo
Rojnamevan, nivîskar û edîtorê zimanê Ermenî yê rojnameya Agosê Pakrat Estûkyan bi bîr xist ku kujerên Hrant Dînk pir bi plansazî hatine erkdarkirin û wiha got; “Di çapemeniya alîgir de, hewildan hatin kirin ji bo ku qetilkirina Hrant Dînk rewa bikin.”
Damezirîner û Rêveberê Giştî yê Rojnameya Agosê, rojnamevanê Ermenî Hrant Dînk ku di 19’ê Çileya 2007’an de ji aliyê kujerên girêdayî dewleta Tirk ya dagirker ve hat qetilkirin, di 18’emîn salvegera wefata Hrant Dînk de hîn kujerên Hrant Dink li derve ne. Du sûcê Hrant Dink hebûn, yek Ermenî bû, duyemîn rastî dinivîsandin
Di derbarê xebatên rojnamevanî û qetilkirina Rojnemavan û Rêvebirê rojnameya Agosê Hrant Dînk de, hempişeyê wî, edîtorê rûpela beşa zimanê Ermenî û Nivîskar Pakrat Estûkyan, ji rojnameya me re axivî .
‘Agos ji bo bersivdayîna dezenformasyonê hate damezrandin’
Pakrat Estûkyan di derheqê jiyana Hrant Dînk ya pêşxistina çapemenî û ragihandina azad de, diyarkir ku armanc girtina Hrant ji ber rastî nîvisandin bû û wisa dest bi axaftina xwe kir: “Zivirîna Hrant Dînk ji rojnamegeriyê re bi gotina ‘mafê bersivdayînê’ an ‘pêdiviya bersivê’ tê ravekirin. Di salên beriya damezrandina rojnameya Agosê de nasnameya ermenî bi taybetî di warê medyayê de veguherî nefretê. Di dîroka komarê de zextek hebû ku berê belkî bi şiddetekê kêmtir berdewam kir. Axaftina nefretê ya ku li dijî gelên ne-misilman ên welêt di avakirina netewî de hatî çêkirin, ji bo kesên ku li paş xwe mane bi hev re bihêlin, hate bikar anîn. Kîjan netew çi dibe bila bibe, her kesê ku digot ”ez tirk im” wek perçeyek wî netewê dihat hesibandin. Di 50 salên piştî damezrandina komarê de, ji bo ku hindikahiyên ku nikarin di welêt bên bişaftin, bi darê zorê bên tûnekirin û bi derxistina zagonên cudaxwaz wan ji holê rakin, siyaset hatin meşandin. Gelek xizmetên leşkerî, Baca Dewlemendiyê, Trakya û Komkujiyên 6-7 Îlonê hwd. Wan kevirên bingehîn ên polîtîkaya dewletê ya demdirêj sererast kirin. Darbeya leşkerî a 12’ê îlonê pêk hatî, bi taybetî li hemberî ASALA û tevgera PKK’ê, hewl da ku kîna Ermeniyan hîn zêdetir gur bike. Li dijî bomberdûmana dezenformasyonê ya ku bi vê armancê dihat kirin, dengê civaka ermeniyên hatine pişaftin ti carî derneket. Sedema ku Hrant Dînk rojnameyek derxist jî ew bû ku xwest valahiya di vî warî de tije bike û vê nerazîbûnê bîne ziman. ”
‘Yên ku plansaziya kuştinê meşandine ber bi çavin’
Pakrat da diyarkirin ku ji bona armancgirtina û qetilkirina pêşengên civakê û endamên ragihandina dengê rastiyê pir bi zanebûn tên plansazîkirin û axaftina xwe wisa berdewam kir: “Eşkere bû ku ji bo têkoşîna li dijî polîtîkayên hilweşandin û bêbandorkirina hindikayiyan ku hikûmetên komarparêz bi salan bi awayekî sîstematîk dimeşandin, dê berdêlek bê dayîn. Berhevkirina ku yek ji wezîrên berê yên karên hundir Mehmet Agar bikar aniye, bûye parçeyek ji wêjeya siyasî ya Tirkiyeyê. Nivîs û gotinên Hrant Dînk ên di bernameyên xwe yên televîzyonê de ji aliyê kesên ku xwe ji mayîndebûna dewletê berpirsyar didîtin, weke rakirina ‘kuna di dîwêr’ de hat şîrovekirin. Dema ku em li dîroka nêz a Tirkiyeyê dinêrin, em rastî gelek mînakên bêhejmar tên ku pêşî li hember bilindkirina dengên dijber an jî dengên dilgiran kampanyayek bêbextî û rûreşiyê dimeşînin û dû re jî kesên armanc hatine girtin ji holê tên radikin. Di lîsteya ku ji Sabahattîn Alî bigire heta Tahîr Elçî yek ji lingên bingehîn Hrant Dînk bû. Ev cure operasyonan hewl didin bi ‘avahiyeke dewleta kûr’ a ku ravekirin û pênaseya wê ne zelal e, hinekî jî ji bo çavdêriya desthilatdaran were ravekirin. Lê hêmanên ku binesaziya qetilkirina Hrant Dînk ava kirine, wek daraz, MÎT, Serfermandariya Giştî û bi taybetî jî çapemenîya alîgir rista xuyaye, li ser rûyê erdê û li ber çavan in “.
‘Tûndiya bêsînor a serdestan’
Estûkyan tûndî û gefên li rojnemavanan û dengê rastiyê şermezar kir û di salvegera qetilkirina rojnamevan Hrant Dînk de, hemû şehîdên Ragihandina Azad bibîranî û axaftina xwe wiha qedand: “Hişmendiya ku Hrant qetil kir, şêwazeke hebûnê ya netewperest nûnertiyê dike ku li dijî nêrînên cuda bi fikir û gotinan tevdigere. Serpêhatiya mijara gotinê gav bi gav, bi salan, bi lehengiyeke ku ji dibistana seretayî dest pê dike, tê afirandin. Desthiltar ji bo perestina tundiyê, berî her tiştî axaftina “Her kes dijminê me ye.” Bikar tînin.
Lêbelê, rastiyek hêsan heye. Desthilatdar, yên ku li Tirkiyeyê û li cîhanê sermayeyên mezin di destê wan de ne, hemû yekbûnekê pêk tînin. Li herêmên ku berjewendiyên wan li hev dikevin dibin dijmin û li herêmên ku dikevin hev de, ew dibin dost. Ew dudilî nabin ku bikaranîna dewlemendiyên binerd û jorîn û çavkaniyên xwezayî yên dewleta ku serdest in, bixin ser maseya danûstandinê. Cewhera wan ew e ku mirovan li hember hev şer bikin û ji bo parastina hêza xwe bi derxistina dubendiyên olî û etnîkî şer çêkin. Eşkere ye ku xebatkarên çapemeniyê jî wê para xwe ji vê şîdeta bê sînor bistînin.
Ji ber vê yekê her sal li welatên cuda yên cîhanê û li bajarên cuda yên Tirkiyeyê bîranînên Hrant Dînk tên lidarxistin û kesên di rêya aştiya cîhanî de têkoşiyane tên bibîranîn.”