Kemal Necim
Di demên dawî de mijara yekîtiya neteweyî, yan jî weke tê binavkirin yekrêziya tevgera siyasî ya kurdî ketiye rojeva kurdên Rojavayê kurdistanê. Her çiqas ev mijar bi salan e di rojevê de û weke daxwazeke civakî û cemawerî bû, lê piştî geşedanên lezgîn ên li Sûriyeyê rû dan, ev mijar êdî bûye pêdiviyeke jiyanî ya girîng ku siberoja kurdan li vî welatî destnîşan bike.
Gelek hewildan heta niha çêbûne, lê carê di nava vê liv û tevgerê de behsa rola rewşenbîran tê kirin. Ango ka rewşenbîr ji bo pêkanîna yekîtiya tevgera krudî dikarin çi bikin yan çi kirine.
Gelek derdor û kesayetên rewşenbîrî hewl didin vê valehiyê dagrin an jî bersiva vê pirsê bidin, lê di baweriya min de reftareke şaş dikin û tiştekî ji reftara giştî cudatir nakin. Ew derdor di wê baweriyê dene ku erka wan ew e çend rewşenbîr yan çend sazî xwe bidin ser hev û herin serdana navend û ofîsên partî û rêxistinan û derbarê girîngiya yekîtiyê de hin şîreta li wan bikin belkî bêne ser hişê xwe û nêzî hev bibin. Ji xwe hemû rewşenbîr û dezgehên rewşenbîran jî derbarê mijara yekrêziyê de ne hemfikir in, her wiha tevgera rewşenbîrî jî têra xwe belav û parçebûyî ye, lewma şîretên wan jî pir caran li ber bayê diçin. Bê guman mijara yekirin yan jî yekrêziya helwesta tevgera siyasî ya kurdî mijareke siyasî ye, heta niha bi şîret û fişar û helbestan çênebûye.
Li vir divê rewşenbîr rola xwe ya resteqîn nas bike û li gorî wê tevbigere.
Tê zanîn ku netew hebûna xwe weke netew bi çanda xwe diparêzin, çanda netewan çi ye? Ew nirxên hevbeş ên neteweyê ne, nirxên ku bi partiyan û tvgerên siyasî û sînoran nayê parçekirin, weke dîrok, ziman, nasname û xwebûnê. Ev nirx hemû hişmendî û kesayeta çandî ya neteweyê ava dikin. Ev nirx ew mertala netewan e li hember hemû astengî û arîşeyan, bi van nirxan netew dikarin hebûna xwe û axa xwe biparêzin.
Lewma dema ku behsa parçebûn û belavbûna tevgera siyasî ya kurdan dikin, em behsa qelsî û lawaziya van nirxan dikin, behsa lawaziya hişmendiya neteweyî dikin. Ji ber ku di rewşeke asayî de li erdnîgariyeke teng û civakeke hin din weke ya rojava de, hebûna bi dehan partî û rêxistinên siyasî nexweşiyeke mezin e û bêhişiyeke şerm e. Ev nexweşî ne tenê ya wan kesên ku wan partiyên lawaz ava dikin e, her wiha nexweşiya civakê ye jî ku bi hêsanî dikare rewşeke wiha bipejirîne û di nav de jiyan bike.
Tişta ku pêwîste rewşenbîr berê xwe bidinê ew lawazî bi xwe ye, divê wê valehiyê û lawaziyê dagrin. Bi helwest, reftar, raman û çalakiya xwe her wan nirx û hişmendiyan di nava civakan de biçînin û belav bikin. Di vê mijarê de qada rewşenbîran ya sereke qada raman û hişmendiyê ye. Pêwîst e bi alîkariya dezgehên ragihandinê û perwerdeyê herikîneke raman, hişmendî û çanda neteweyî pêk bînin. Çek û hêza herî mezin ya pêkanîna yekrêziya netewî hişmendî, raman û çand e.