Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kodên hevdîtina li Îmraliyê

01/01/2025
in QUNCIK NIVÎS
A A
Sed salên Komara Tirkiyê
Share on FacebookShare on Twitter

Farûk Sakik

Di sicîla dewleta Tirk a sala 2024’an de yek tiştek baş derket pêş. Bawerî bi nexşeriya çareseriya Rêber Apo anî  û heyetek şand Îmraliyê. Endamên heyeta DEM Partiyê Pervîn Bûldan û Sirri Sureyya Onder bi Rêber Apo re 3 saetan hevdîtin pêk anîn.

Dewleta Tirk di pêvajoyek ku li Rojava ji bo tunekirina Kurdan çi ji dest dihat pêk danî de, çima serî li vê hevdîtinê da?  Dewleta Tirk geşadanên îroj li erdnîgariya me pêk tên de, serdemek dijwar dijiya. Bilî Kurdan deriyek ku lê bide tunebû. Li çareseriyek digeriyan. Ev yek 3 meh berê ferq kiribûn lê dîsa jî şansê xwe diceribandin. Li aliyek jî hin şertên bi tenê berjewendiyên xwe derdixistin pêş û dixwestin bi Ocalan bidin qebûl kirin. Rêber Apo ev yek qebûl nedikir. Herî dawî neçar man û xwe avêtin ber deriyê zanyariya Rêber Apo ya salan.

Heyetê, fikir û nêzîkatiyên Rêber Apo yên ji 7 xalan pêktên bi raya giştî re parve kirin.

Em ê ji van heft xalan, xala;  Heyet wê vê nêzîkatiya min hem bi dewletê re hem jî bi derdorên siyasî re parve bike. Di vê çarçoveyê de amade me ku gava pozîtîf a pêwîst biavêjim, bangawaziya pêwîst bikim. Rêber Apo, di demek waha ya dîrokê de, dixwaze herkes dahîlî pêvajoyê bibe. Divê civak nîqaş bike. Naxwaze bi tenê Erdogan û Bahçelî re, di heman demê de derdorên siyasî hemû tevlî vê pêvajoyê bibin. Hin kes çewt dinirxînin û digihîjin encamên şaş. Rêber Apo tucarî gavek li dijî berjewendiyên gelê Kurd û Tirk û gelên Rojhilata Navîn navêje. Dema ku em li 26 salên sekna wî ya Îmraliyê binêrin ev rastiyê were dîtin. Hin kes û alî bi taybet ji Rêber Apo xwestin ku bangawaziya çek danînê bike. Di daxwiyaniyê de em dibîni ku Rêber Apo ev yek bi hin şertan ve girêdayiye. Dema ku ev şertên wî werin cîh wê banga vê yekê bike. Şert û lihevkirinek çawa? Lihevkirin wê di rojên pêşde zelal bibe. Lê em vê yekê dizanin û wî baş nas dikin, tu carî biryarek li dijî doza Kurdistan nagire. Ji bo ku ew dîroka wan a sed salî baş dizane. Kurd çawa hatine xapandin baş dizane. Wê demê xwişk û biratiya Tirk-Kurdan çawa hatibû heba kirin, baş dizane.

Îroj, heta hin tişt di destûra bingehî de mîsoger nebin, an jî di pratîkê de nekevin meriyetê, ew bangê neyê kirin. Ji xwe Kurdan çek û rextê xwe li dîwarê xwe daliqandine. Kurd li benda aşitiyê ne. Roj were û pêwistî pê hebe wê were bikaranîn. Heger Rêber Apo were guhdar kirin û hin gav werin avêtin, ji xwe wata ya çek namîne.

Em vê yekê ji ku dizanin? Heger hin şert îroj zelal bibûna wê Rêber Apo banga çekdanînê bikira. Lê nekir. Her wek bibêje hên wext heye. Gelê Kurd ji Rêber Apo bawer dike. Ne tenê gelê kurd di heman demê de gelên Ereb, Ermen, Tirk û Cihû jî dizanin Rêber Apo mafê wan esas digire û pê bawerî tînin. Gelên Kurd bi hemû hêzên xwe li kêleka Rêber Apo cîh digire.

Piştî vê hevdîtinê û kodên çareseriyê, berpirsyariyek di nav civakê de derdikeve pêş. Divê civak ji bo azadiya Rêber Apo zextan bide hikumeta Erdogan. Divê dewleta Tirkiyê jî vê yekê bibîne û ji bo Rêber Apo di çareseriya pirsgirêkan de hîn aktîv rol bileyîze, azadiya wî esas bigire.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.