Leyla Weşûkanî
Wek tê zanîn ku di ser hişmendiya desthilatdariya, mêrê serwer re 5 hezar sal derbas bûye û pergala mêrperest; jin bindest kiriye û zext û zordarî li ser ferz kiriye. Û her çiqasî jinê li hemberî tundiya mêr, li berxweda be jî lê di roja niha de kêr gihaştiye hestî û zulim û zorî hew; têye debar kirin û qêrîna jinan ya azadiyê diçe ber esmanan. Û em tevahî jî di zanin ku şer û aloziyên heyî, berhema hişmendiya mêrê serwer û desthilatdare. Naxwe gerek meşa mirovahiyê ya 5 hezar sal, were lêkolîn kirin û dahurandin; gerek were zanîn ku heyanî hişmendiya mêrperest neyê derbas kirin wê mijokdarî her xwe li ser jin û civakê ferz bike. Û heyanî ku mijokdarî hebe teqez wê zext, zorî û şer jî hebe ji xwe yên herî zêde ji mijokdariyê; zererê di bînin jî jin û zarokin. Naxwe herî zêde jî gerek jin girêdayî tekoşîna ji bo pergala, demokratîk û konfederal be û ji bo wê her tiştî feda bike.
Û ya herî rast jî ew e ku jin bi xwe bawer be û ji dil û can, xwe beşdarî tekoşîna dijberî hişmendiya mêrperest û desthilatdar be. Gerek jin xwedî li vîna xwe ya azad derkeve û li her qadê, helwesta xwe bide nîşan dan û siloxana xwe; ya demê ku ew jî jin jiyan azadî ye bilind bike û bike bismilaha jiyanê. Teqez dem dema ku jin bi vîna xwe ya bi hêz qinyatê bîne û civakê jî, bi xwe re çalak bike û meydanê ji pergala kevinperest û kedxwar re; bi xwîne û bibe xwedî biryar. Dem hatiye ku jin ewrên reş û tarî ji ser şefeqa xwe belav bike û derkeve ronahiyê. Rêber Apo di her hêlê de rola pêşengtiyê daye, jinê û bawerî bi hêza jinê û vîna wê ya azad, aniye û gotiye ku jin hêviya me ya parastina xetê ye. Îro jî em di bînin ku bi hezaran jin ji bo azadiya, Rêber Apo a fîzîkî, li kolanên bajar, gund û serê çiyan çalak dibin û destanên; qehremantî û fedayetî xêzdikin. Jinên wek Bêrîvan, Bêrîtan, Ezîme, Zîlan, Sema û Zehrayan, bi qehremanî û di sengerên pêşîn de şer kirin û heyanî; hinasa xwe ya dawiyê ji bo azadiyê li berxwedan û gihaştin şehadetê.
Jinên dilêr nifş li pey nifiş, wek şilêran li serê çiyayan tekoşîn kirin û ji artêşa jinan re bûn; serkêş û rêzan. Her çiqasî di şoreşên karkiran (Piroleterya) de li ser pileya, cîhanî de jinan ciyê xwe wek leşger girtibe jî lê qet; ne bi qasî artêşa jinên Kurdistanê ya ku di sala 1992 an de bi pêşengtiya, fermandar û qehreman Bêrîtan (Gulnaz Karataş) de; hate saz kirin. Bêrîtan jina çalakvan bi wêrekî û ruhekî fedayane cara yekem, artêşa jinên Kurdistanê da saz kirin û ji tevahî jinan re; kire îlham û hêvî. Fermandar û şêre jin Bêrîtan bi destê, xayînên Kurd yê bi navên pêşmergên Berzanî hate şehîd kirin; qehreman Bêrîtan çalakiya xwe kire helwesta herî tund ya li dijberî xiyaneta Kurdî. Pêşeng û serkêş Bêrîtan ji bo ku nekeve destê, pêşmergeyên qirêj xwe ji serê zinarên çiyayê Lêlkanê; avête xwarê û ji xayînan re bû derbeyek dijwar. Û jinên ciwan xwe li ser wê çandê bi rêxistin kirin û dan ser, şopa dîlawer Bêrîtan û ala serkeftinê bilind kirin.
Xwedawend Bêrîtan bi çalakiya xwe ya bi biryar û ezm, navê xwe bi tîpên zêrîn li rûpelên dîrokê nivisand û bû pêşenga; civaka azadî xwaz. Fermandar Bêrîtan bi çalakiya xwe ya bêhempa, ji tevahî jinan re bû wek pira di navbera tevahî; jinên cîhanê de û yekîtiya jinan bi canê xwe sazkir. Û ew yekitî jî wê li ser bingeha bîrdûzîya, Rêber Apo ya rizgariya jinê were pêkanîn. Teqez bi yekitiya jinan wê civak jî gava xwe ya ber bi yekitiyê ve sazbike. Wek çawa pergalên desthilatdar xwe di her hêlê de, dikin yekpare gerek jin û civak jî xwe bikin yekpare û ji bo azadiyê tekoşîn bikin. Teqez gerek were zanîn ku ev yekitî û hevgirtin gelekî, giring û heyatiye. Gerek li tevahî cîhanê jin û ciwan di nava hewildanan, debin bitaybet jî mêr gerek di pileya bîrdûzî de; helwesta xwe ya tund li hemberî hişmendiya desthilatdar a mêrperest deynin.
Ji ber ku di serdema niha de wiha lêhatiye ku teqez, gerek her kes xeta xwe ya bîrdûzî û zelal bike û tekoşîna; xwe li gorî wê berdewam bike. Her mirovekî ku di xeta Rêber Apo û şehîdan de têdikoşe, gerek hedef û armancên xwe wek rojê zelal be û di xizmeta; civaka demokratîk debe. Li Rojavayê Kurdistanê û bi taybet jî piştî şoreşê, gelek xebatên jinan yên giring hatin pêkanîn. Nexasim ku şoreşa Rojava bi pêşengtiya jinên qehreman pêşket û gihaşte, pileya herî jor de. Û dema ku mirov li rewşa welat ya heyî temaşe dike, bi rastî mirov matmayî di mîne û dibêje: Çawa dibe ku di warê şoreşê de û di navbera, mehekê de bi dehan jin werin; kuştin û ya herî xerab jî ewe ku ji hêla civakê de bûyera kuştina jinan, xwezayî were dîtin. Û ya herî susret jî ev bi xweye û ya ku gerek neyê, qebûl kirin jî eve. Gerek jin û mêr vêya qet qebûl nekin û helwesta xwe ya, tund jî deynin holê û xeta xwe ya bîrdûzî zelal bikin.
Me tevahiyan jî di 25 mijdara îsal de helwesta jin û mêran, pir zelal dît bêka çawa li dijî tundiya li ser jinan; bi rengekî pir fehal (Aktîf) derketin çalakiyan û siloxana jin jiyan azadî bilind kirin. Bi rastî çalakiyên mêran ciyê kêfxweşî û şanaziyê bû. Di heman demê de çalakî nîşaneya bertek û neqebûl kirina, mêran jî li hemberî tund û tujiya li ser jinan; heye û wijdanê wan jî hew tehemûl dike. Lê teqez gerek were zanîn ku tenê, helwest û xwepêşandan têrê nakin û gerek hin gavên; piratîkê û ber çav hebin. Teqez gerek tekoşînek pir xurt ji hêla mêran de, were kirin û helwestek zelal û berdewam kirî gereke; naxwe wê xwepêşandan û çalakiyên wan yê 25 mijdarê badilhewa biçin. Naxwe wê piratîka berê berdewam bike û hîn xerab tir jî bibe, yan jî wê ji mêran re bibe dûrûtî û mêrantiyek mûnafiq. Naxwe gerek mêr bi bîr û bawerî tekoşînek berdewam bi meşînin û li keda ku; hatiye xerc kirin derkevin û qîmetê wê bi zanibin.
Teqez wê xebat û ezmûnên dembûriyê ji serdema dahature, bibin ronahî û mîrateya pêşeroja azad. Hger ku em ê bûyera kuştina hersê xwişkên, kedkar û çalakvan yên bi navê Mîrabel bigirin dest û helwesta; xwe deynin li dijî dektator û faşîst Firanko. Lê Firanko ji zûve miriye û hestiyên xwe jî, riziyaye. Lê gerek were zanîn ku di hişmendiya her mêrekî de, Firankoyekî dijwartir heye û hişmendiya wî hîn jî zindiye. Û teqez gerek Firankoyê di hişê her mêrekî de, were kuştin û tunekirin. Gerek ku wiha nebe wê gelek Firanko werin holê û gelek, jî bûyerên wha susret yên 25 mijdarê werin serê jinan û civakê. Ger ku hişmendiya kevnar ya mêrê serwer neyê, derbas kirin wê di serî de jin û tevahî civak jî bi xeteriyên; mezin re rû bi rû bimînin û wê sedsalek din di ser tund û tujiya desthilatdariyê re derbasbe.
Li vir ya herî giring û lezgîn ewe ku mirov ji kiryarên, dermirovî yên pergala mêrperest û desthilatdariya wan re; bibêje stop, rasewte, dur, wayse, weqif, beseeeeee. Bese ji kuştina jin, civak û xwezayê re. Di mijara şer û kuştinê de teqez gerek were zanîn ku ji derveyî, xwe parastinê tevahî cûreyên kuştinê ji derveyî pîvan û exlaqê; mirovahyê û xwezayê ye. Û her wiha li vir tişta herî giring jî ewe ku, helweseta jin û civakê li hemberî şer û tundiyê gelekî; dijwar be û ya din jî gerek tevahî akademiyên civaka demokratîk li ser, perwerde kirina jin, zarok û tevahî civakê bi rengekî aktîf bi xebitin. Gerek tevahî gel li ser parastnameyên, Rêber Apo werin perwerde kirin û bi lezgîn; bi rastî pergalên destpot qet derfeta perwerde kirina azad nedane civakê û bi aybet jî nedane jinan. Pergalên dewletparêz her pesindana xwe, kirine û di perwerdeyên xwe de her civak fêrî ser tewandin û koletiyê kirine; naxwe gerek li ser mijara perwerde kirina civakê pir baş were lêhurbûn kirin.
Li gorî nerîna min ya takekesî teqez wext û mekan, guncavin ku tevahî civak û taybet jî jin û mêrên ciwan û navsere; tev bi hevre tekoşîna xwe xurt bikin û li hemberî her cure zilm, tundî û faşîzmê serî rakin û pergala desthilatdar hilweşînin. Ji bo ku pergala konfederal û kemokratîk ava bikin û ji zar û zêçên, xwe re sibe rojek wekhev û azad ava bikin. Wek têye zanîn em di serdema şerê cîhanê yê siyemîn de, jiyan dikin û pir zelal têye teyisîn ku roj bi roj; pileya vî şerî jî bilintir dibe. Û wek em tevjî di zanin ku pileya dijwariya vî şerî, kêlî bi kêlî bilintir dibe û germahiya xwe dide herêmên xweseriya kemokratîk; jî û tişta ku …em bi xwazin yan jî nexwazin teqez şer, li ber deriye û xwe li ser her kesî ferzdike. heyî wek agirê dojehê berbelavî tevahî cîhanê, dibe û ter û hişk tevahî bi hevre di şewitîne.
Teqez gerek were zanîn ku pergala desthilatdar û bi taybet, jî nûnerê wan yê dawiyê ku bi navê sermayê û azadiya ferd; civak û xweza gîhandiye rewşek ji roja qiyametê ( Roja mehşerê) xerabtire. Wek hêza şoreşger yê ku tevgera azadiyê, nûnertiya wê dike û têye 50 salî ku Rêber Apo tekoşînek; bêhempa daye û hîna jî bi hemû enerjiya xwe; wê tekoşînê di pileyek bilind e dide û pirojeya sedsalan ji mirovahiyê re xêzkiriye. Civaka mirovî ya azadî xwaz ji paradîgma Rêber Abdulah Ocalan, bawer kiriye û li ser wê bingehê; tekoşîna xwe berdewam dike. Ji xwe hêza bingehîn ya pergala demokratîk, jî jin û ciwanin û tekoşîna jin û ciwana jî; di pileyek bilinde berdewam dike û em jî wek jin di azadiyê de, bi îsrarin û ti hêz û tundî nikare; berê jinan ji azadiyê wergerîne. Û teqez pêlê tekoşîna azadiyê wê tundiya hişmendiya desthilatdar, bi binbixe û hişmendiya azadiyê berbelavî cîhnê bike.