Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

AKP ji jinan û ji HDP’ê ditirse

01/06/2018
in Uncategorized
A A
AKP ji jinan û ji HDP’ê ditirse
Share on FacebookShare on Twitter

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan bal kişand ser polîtîkayên AKP’ê yên dijminatiya li jinan û got, “Jin wê mohra xwe li hilbijartinên 24’ê Hezîranê bixin.”
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan tevlî merasîma vekirina Buroya Hilbijartinê ya Jinan a li Sancaktepe ya bajarê Tirkiyê Stenbolê bû.
Bûldan li vir axivî û got, “Jin ku nîvê civakê ye, timî ji nedîtî ve hatin. Têkoşîna me ya wekheviyê timî nedîtin. Beden, ked û nasnameya me bi her awayî hatin talankirin. Hê jî ev talan dewam dike.”
Bûldan bi bîr xist ku jin herî zêde di vê serdemê de hatin kuştin û got, “Jin herî zêde di vê demê de mexdûr bûn. Her tiştên me înkar kirin. Dest li kincên me, li hejmara zarokên me, li makjaya me werdan. Hewl dan me li malê bikin hepsî. Lê belê me got ku em ê zilm û zexta kesî qebûl nekin. Li her cihî, li kolanan, li kargehan, li meydanan em têkoşiyan.”
Bûldan da xuyakirin ku parlamenterên jin herî zêde di nava HDP’ê de hene û wiha dewam kir: “Ji ber ku HDP partiyeke jinan e. Ji ber ku em partiyeke jinan e, ji ber ku em mafên jinan diparêzin, ji ber ku em ji bo wekhevî û azadiya jinê têdikoşin, ji me ditirsin.”
Bûldan destnîşan kir ku AKP ji jinan, ji HDP’ê ditirse û wiha dewam kir: “Lewma Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tûncel, Gultan Kişanak li girtîgehê ne. Parlamenterên jin girtin û li şûna hevşaredarên me jî qeyûm bi cih kirin. Êrîş birin ser saziyên jinan. Lê belê em soz didin ku ev têkoşîn wê mezin bibe. Têkoşîna jinan a wekhevî û azadiyê ku li kolanan, li meydanan dikin, wê mezintir bibe. Ji ber ku jin hene, jinên azadîxwaz û wekhevîxwaz hene.”
Di dewama axaftina xwe de Bûldan got, “Em soz didin hevrêyên xwe yên li girtîgehê. Em soz didin Gultan Kişanak, Çaglar Demîrel, Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tûncel. Hûn ê di 24’ê Hezîranê de bi hêza jinê azad bibin. Jin ji 24’ê Hezîranê re amade ne. Jin wê 24’ê Hezîranê dengê xwe bidin û xwedî li sindoqan derkevin. Yên ku mohra xwe li hilbijartinên 24’ê hezîranê bidin jin in, jinên azadî û wekhevîxwaz in.
Heta roja hilbijartinan li malan, li kolanan em ê bixebitin. Em ê ji her kesî re bêjin; bila êdî AKP welêt bi rê ve nebe, bila Recep Tayyîp Erdogan biçe mala xwe û li ber neviyên xwe be.
Yên ku vî welatî bi rê ve bibin hene. HDP û Selaheddîn Demîrtaş wê vî welatî bi rê ve bibin. Selaheddîn Demîrtaş dîl girtine, ji ber ku ji cesareta wî ditirsin. Lê belê heta ku jin hebin wê rêzdar Selaheddîn Demîrtaş bibe Serokkomarê vî welatî.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.