Kemal Necim
Tê gotin ku sedemên sereke yên şoreşa Fransî ne dijwariya neheqiyê an tengahiya rewşa jiyanê bûn, lê belê ji encama ramanên rewşenbîrên mîna Voltaire, Rousseau û Montesquieu de şoreş lidar ketiye. Ji ber li gorî agahiyên dîrokî Rewşa jiyanî ya gelê Fransî wê çaxê ji ya gelên Rûsya, Almanya û Spanya baştir bû.
Dibe ku ev bîr û boçûn li gorî rewş û mercên îroyîn ne gucaw be, ango em êdî nikarin behsa roleke wiha bi bandor a rewşenbîran bikin ku karibin şoreşên civakî yan netewî lidar bixin. Lê mirov nikare rola rewşenbîran di civakan de paşguh bike, çi ji bo xerabiyê çi jî ji bo başî û avakirinê, bi taybet di rewşên aloz û awarte de.
Dibe carna were bîra hin kesan ku dema em behsa rola rewşenbîran di pêvajoyên aloziyan û rewşên awarte de dikin, em ji wan dixwazin ku rahêjin pênûsên xwe û çîrok û helbestan binivîsin. Dibe ku ev jî yek ji delametên rewşenbîran be, lê tişta pir girîng ku em behsê dikin, helwest û bîr û bawerî ye. Ka çiqas dikarin bibin palpişt û alîkar ku barê aloziyê li ser civaka xwe û netewa xwe kêmtir bikin, çiqasî dikarin bibin egerên aramî, ewlehî û hêviyê.
De demên derbasbûyî de geşedanên pir lezgîn û awarte li tevahî Sûryeyê çêbûn, van geşedanan bi awayekî rasterast bandoreke mezin li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin. Di encamê hin rûdan û bûyerên bi êş çêbûn, mîna bûyera koçberkirina xelkên Efrîn û Şehbayê ku trajedyayeke mezin pêk hat. Di rewşeke wiha pêwîstî hebû ku xelkên herêmê erk û berpirsyariya xwe ya ji bo pişgirî û mêvandariya koçberan bike. Ji xwe di rewşên wiha de rola rewşenbîran berz dide, ne ku rahêjin pênûsê û binivîsin, lê dakevin tax û kolanan, destpêşxeriyan birêxistin bikin û bibin pêşengê piştgiriya gelê xwe yê koçber. Dibe ku hin rewşenbîran an jî hin saziyên rewşenbîrî ev erka xwe ji bîr nekiribin, lê mirov nikare behsa roleke ber bi çav û çalak bike.
Li kêleka vê rûdana koçberiyê, piştî hilweşîna rejîma Esed, rewşa Sûriyeyê bi giştî aloz bû, pêşeroj hîna nediyar e, rewş hîna zelal nebûye, dewleta Tirk jî çeteyên xwe û alîgirên xwe xistin liv û tevgerê û bi rêya nûçe û agahiyên derew xwestin civakê bitisînin, şaş bikin û bêhêvî bikin. Di rewşeke wiha de eger rewşenbîr tenê rexneyan bike û tenê tiştên reş bibîne û di platforimên xwe yên ragihandinê de reşbîniyê belav dike, wê çaxê ew roleke neyînî pêk tîne û bandorên aloziyê li ser civakê girantir dike.
Rewşenbîrekî pabend û durist, pêwîse karibe aramî û hevsengiyê di nava civakê de pêk bîne di demên aloziyan de û karibe bi şiyan û zanebûna xwe agahî û nûçeyên derew û reşbîniyê çêdikin, nas bike bi xelkê bide nasîn û li şûna wê, egerên xweşbînî, aramî û hevgirtina civakê belav bike. Dibe ku rewşenbîr nikaribin berê rûdanên mezin û guherînên mezn biguherin, lê dikarin bibin egera kêmkirina bandorên nebaş, kêmkirina êş û azaran û sepandina xweragirî, hişyarî û hêviyê.