Amara baran/Qamişlo
Çalakvanê siyasî û hiquqî Cebraîl Mistefa diyar kir ku çawa dewleta Tirk a dagirker di sala 2018′ an de li Efrînê sucên şer pêk anî û komkujî kir, îro jî dixwaze heman qirkirinê li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tevahî bide meşandin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayê wê binpêkirinên ku di Efrînê dikin gihaştiye asta sûcên şer li dijî mirovahiyê. Çalakvanê siyasî Cebraîl Mistefa di vê çarçoveyê de bi rojnameya me re axivî.
‘Dewleta Tirk li heremên dagirkirî hişmendiya tirkkirinê dide avakirin’
Cebraîl diyar kir ku dewleta Tirk li ser esasê hişmendiya şofînizmê qirkirin, dizî û guhertina demografîk li Efrînê pêk tîne. Dewleta Tirk li Efrîna dagirkirî nêzê 40 xewgihên mêtingeriyê ava kirine û pê re jî demografiya heremê da guhertin. Beriya dagirkirina Efrînê ji sedî 80 gelê kurd li wê dijiya, lê pişte ku Efrîn hat dagirkirin ji sedî 20 kurd tê de man, ew jî rojane ji aliyê dewleta Tirk ve têne revandin û qetilkirin. Dixwaze bi hişmendiya yek al, yek ol û yek zimanî tirkkirinê li heremên dagirkirî bide avakirin.”
‘Dewleta Tirk bi komkujiyan dixwaze xeyalên Mîsaqa Mîllî pêk bîne’
Cebraîl da zanîn ku Dewleta tirk di sala 1920 ‘an de bi hilweşandina osmaniyan re dixwastin bi awayekî xeyalên xwe yên Mîsaqa- Mîllî pêk bînin. Û wiha domand ” dewleta tirk bi vê syasetê derbasê axa suriyê dibe û sûcên dijmirovî pêk tîne. Li ser vê siyasetê gelê Efrîn hat koçberkirin û di sala 2018’an de bi darê zorê derbasê Şehba bûn û di herema Şehbayê de gel xwe bi rêxistin kir û saziyên sivîl hatin avakirin. Ji sala 2018’an heta sala 2024’an rojane ew herem ji aliyê dagirkeriya tirk û çeteyên wê ve dihat topbarankirin, û di wan topbaranan de gelek komkujî hatin çêkirin, di sala 2019’an de zêdetirê 10 zarok li Til Rifatê di komkujiyê de jiyana xwe ji destdan. Di heman salê de jî li gundê Aqîbê jî li ser gelê Efrînê yên sivîl û karker û yên ku ji bo debara jiyana xwe bikin li wir kar dikirin hatin qetil kirin.
Çeteyên dagirkeriya tirk gel neçarê koçberiyê kirin
Cebraîl anî ser ziman ku dewleta tirk û komên girêdayê wê di 29’ê Mijdarê de êrîşê herema Şehbayê kirin û dubare koçberî hat jiyankirin, gelek welatî bi taybet jin rastî qetilkirin û destdirêjiyê hatin, komên girêday dagirkeriya tirk û yên bi navê hêza hevbeş û çeteyên Hemzat û Siltan Murad li gundê Ehdas û Tilrifatê serê jinan jêkirin û gelek welatî revadin. Piştî Şehba û Helebê çeteyên dewleta tirk êrîşê Minbicê kirin û dixwazin ku bajarê Minbicê û gundewarên wê dagirbikin û bi taybet malbatên kurd yên ku li wir dijîn rastê komkujiyan tên û malên wan tên talankirin, ev jî li berçavê saziyên hiqûqî tê kirin, lê biryarên pir cidî li hemberê dewleta tirk nayê girtin, ger pêşî li van komkujiyan neyê girtin wê komkujiyên pir mezin li bajarê Minbicê pêk werin. Pêwîste hêzên navnetewî bi erkên xwe rabin û dewleta tirk wek dewleteke dagirker bihesibînin.Yekîtiya navnetewî heta niha li gor berjewendiyên xwe yên siyasî ji 2018’an de tu biryar heta niha ji bo Efrîn û heremên ku di bin dagirkeriyê de ne negirtiye.
Dewleta tirk dixwaze Rêveberiya Xweser ji holê rake
Cebraîl got Binpêkirinên dewleta tirk li ser herema Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaştiye asta sûcên şer û bi taybet jî cihên xizmetguzarî dike hedef û topbaran dike. Wiha domkir” Di sala 2023’an de li Bakur û Rojhilatê Suriyê nêzîkê 6 milyon mirov ji pêdiviyên jiyanê qutkir. Armanca dewleta tirk qirkirina gelê kurd e. Dewleta tirk dixwaze hebûna xwe di berdewamiya sîstema Mistafa Kemal Ataturk û di qirkirina gelê kurd de pêkbîne. Bi avabûna Rêveberiya xweser û QSD’ê peymana millî ya dewleta tirk li erdê ket, ji bo wê jî dixwaze rêveberiya xweser ji holê rake ku bikaribe projeya xwe pêk bîne. Ji bo ku li ser masaya qirîzê ya sûriyê hêza xwe pêk bîne dixwaze rêveberiya xweser zeîf bixe. Di milê qanûnî de gelek raporên navnetewî de binpêkirinên ku dewleta tirk li Bakur û Rojhilatê Suriyê pêk tîne gihaştiye asta sucê şer.
Erdoxan bi hişmendiyeke xeternak tevdigere
Cebraîl diyarkir ku Erdoxan bi hikumeta edaletê re li ser du zihniyetan dimeşe ew jî zîhniyeta herê xeter li dunyayê li ser mirovahiyê, û got” zîhniyeta ku erdoxan li ser dimeşe şovînîzim û nijatperestiye, ji derveyê xwe kesê qebûl nake. Çeteyên girêdayê tirkiyê di asta qanûnî de yên herê xeter di cîhanê de ne, dema em di aliyê edaletê de mêyzebikin dewleta ku alikarî bi çeteyan re bike ew dewlet hesab jê tê xwastin, wan çeteyên ku dewleta tirk avakirine tu pîvanên şer nasnakin. Heta niha dewletên navnetewî û yekîtiya netewî li hember wan Çeteyan tu biryarên cidî li hember alikarî û perwerdeyên dewleta tirk ji bo çeteyan dike nagire.
Yekîtiya Netewî bêdenge
Cebraîl di dawiyê de bang li yekîtiya netewî kir û got” Di milê dîplomasî de û di yekîtiya navnetewî de biryar were girtin ku dewleta tirk dewletekî dagirkere li ser axa suriyê. Û bide xuyakirin, binpêkirinên ku li heremên dagirkirî hatine kirin dewleta tirk berpirsiyare. Dewleta tirk beriya ku rejîma BAAS hilweşe di milê qanûnî de xapandin dikir û digot ku li gor pêymana Edeneyê bi erêkirina hikumeta Beşar Esed ez derbasdibim. Bi hilweşandina hikumeta Beşar el Esed re jî peymana heyî jî hildiweşe, pêwîste di asta dîplomasî û siyasî de biryar were girtin ku dewleta tirk dewleteke dagirkere û hesab jê were xwestin.