Nehîr pale
Li Sûriyê di navbera 21`an rojan de bûyerên gelekî giran qewimîn. Jina Kurd a koçber bi dilekî êş digot:` Em li ber kerameta xwe dikevin`. Li gorî min şopand li Şehba, Minbic û hemû bajarên Sûriyê rûmeta jinê hat binpêkirin. Çeteyên Tirkiyê li Şehba û Minbicê destpêkirin destê xwe tavêjin rûmeta jinê. Hikûmeta Sûrî ya ku nû hatî ava kirin jî li gorî ku diyar dibe wê ji Talîban ne çêtir bin. Ji niha ve saziyeke bi navê polîsên exlaqî ava kirine û destpêkirine wê hêdî-hêdî jinê ji hemû xebatan dûrbixîn in. Wezîrê Dadê ku hatiye diyar kirin di axaftina xwe ya destpêkê de qedexe kir ku jin bibin parêzer û dozger.
Jinên Efrînê ji sala 2018`an heyanî 2024`an li bendê bûn ku vegerin ser xaka xwe Efrîn. Roja 1`ê Kanûnê çeteyên Tirkiyê Şehba dorpêç kirin û ji her kesî re hat gotin ku xwe amade bikin wê ji Şehba derbasî Tebqa û Reqayê bibin. Jinên Efrînê yên ku li Şehba bûn heyanî niha bawer nakin ku çawa ji çeteyên Tirkiyê rizgar bûne û neketine destê wan de. Her tirsiyane ku ew jî mîna jinên Şengalê esîr têkevin destê çeteyan de. Çete destdirêjî wan û keçên wan bikin, an jî wan li bazaran bifroşin.
Jin li kîjan welatî be dema ku şer li gel wan biqewimê tişta destpêke tê bîra wan rûmeta wan e. Ji sedsalî û vir ve jinên Kurd ji bo nekevin destê leşkerên Tirk an jî nekevin destê pêşmergeyên PDK`ê, çeteyên DAIŞ û çeteyên Tirkiyê çalakiya fedayî kirine. Ax, çand, ziman, rêgez hemû ji bo jinê rûmet e. Dayîka şehîd Arîn Mîrkan Wehîde Henan her digot:` Keça min em li ber kerameta xwe ketin`. Ev tê wateya xak rûmeta wê ye û li gel wê rûmet ji av û nan binirxtir e.
Rûmet wê çawa were parastin? Di navbera feraseta namûs, şeref û rûmetê gelekî cûdahî heye, eger em nikarbin vê cûdahiyê bibînin an îfade bikin, dibe ku rûmeta me her tim were binpêkirin. Civaka zayendperest bi feraseta namûs û şerefê ci ji rûmetê re nehiştiye, dawî li hebûna wê aniye û niha namûs û şerefa civakê jin e. Girêdana rûmetê bi ax, exlaq, zanebûn, çand, ked û rêgezan ve heye. Ew xaka ku dayîka Wehîde Henan rûmeta xwe lê hîs dikir, hat dagirkirin, ew û hemû jin neçarî koçberiyê kirin, ji ber vê yekê ew hîs dike ku destdirêjî rûmeta wê kirine. Dayikeke Kurd ku temenê wê 76 salî ye li ber rûmeta xwe ketiye. Eger xak were parastin wê rûmet jî were parastin. Hemû jin mîna dayîka Wehîde tenê li ber rûmeta xwe ketine. Ji ber rûmet her tiştê jinê ye. Jin dema daxwaza mafên xwe dikin, ew dixwazin rûmeta xwe biparêzin. Parastina rûmetê jî bi rêxistinkirinê tê kirin. Çiqasî jin xwe birêxistin bike ew qasî dikare rûmeta xwe biparêz e. Dewleta Tirkiyê û çeteyên wê êrîşî rûmeta jinê dike û her tim rûmeta wê binpê dikin. Kîjan jin ji bo rûmeta xwe têbikoşe sîstemên desthilatdar êrîşî wê dikin û dixwazin dawî li hebûna wê bîn in.