Ahmet Aktaş
Di serî de dewleta tirk û hinek hevalbendên wê, gelo çima ewqas dijwar dijminatiya gelê Kurd dikin?
Mirov bala xwe dide dîrokê, erê dijminatî pir in û ji aliyê gelek dewletan an hêzên desthilat ve, zulum û qirkerin hatiye serê pir gelan.
Lê qasî tê dîtin, ti dijminatiya ji ya desthilatên Tirkan mezintir nîne.
Erê, desthilatên vê dewletê, ne tinê di vê sedsalê de û ne tinê li dijî Kurdan, belê li dijî gelên Kurdistanê, gelên herêmê, pir gelên Ewrupayê û yên cîhanê jî, her cûre şêwazên kotekî yên dijî mirovahiyê bikar anîne. Herwiha ev zihniyet taybetî dujminê jinê, ekolojî û xwezayê jî.
Îca ev êrişkarî û zihniyeta dijî mirovahiyê ji kuderê tê, çavkaniyên wê çine(?), divê were zanîn.
Herwiha divê ev mijar bikeve rojevên Enstituyan, Akademiyan, Universitan û rewşenbîrên bi ûjdan, divê li ser vê nexweşiyê lêkolinê bikin, bi bingehîn were nas kirin û ji kok ve, mîna penceşêr an virûsên din ên pandemî werin çareser kirin.
Nexweşiyek civakî heye bi navê Sadizm(hezkirina ji kuştina mirovan), lê ez bawer dikim nexeşiya desthilatên tirk, ji vê jî mezintir û navekî nuh ê postmodernîzmê jê re lazim e!
Hema em, ji dîrokê yekser derbasî siyaset, hilwest û kiryarên vê dewleta nuha ya tirk a di bin desthilatiya Receb Erdogan û Devlet Bahçelî bibin.
Van diktatorên faşist, bi sedan caran bi gotinên û kiryarên xwe dujminatiya xwe ya beramberî gelê Kurdistanê nîşan dane û nuha jî her heman hilwestê û siyasetê didin meşandin.
Lê tu bala xwe didê, weke ku qet ew gotinên dijminkarane û ew kiryarên qirkerane ji wan nehatibe bihîstin, bê eyb û şerm dikarin derkevin li çavên gelên Kurdistanê û mirovahiyê binêrin û bêjin, “em dost û birayên gelê Kurd in, em aştîxwazin û dîroka me jî nîşaneyê ewqas qenciyên mirovahiyê ne û hwd.”
Hema, em deverên din bidin rexekê û em yekser bala xwe bidin gotin û kiryarên wan ên li Rojava, yên vê dawiyê.
Ji hilweşandina pergala Beşar Essed, xwe bêşdar dibîne û ji vê bûyerê sûd digrin û hîn dijwartir û xedartir êrîşî ser deskeftiyên gelê me, Şoreşa Rojava dikin.
Erê yên Beşar şikandin, Netanyahu û Erdogan e; Netanyahu yekser bi hêza dewleta xwe êrîş kir, lê Erdogan ne yekser bi navê hêza dewleta xwe, belê bi pêşengiya navê Mihemmed Colaniyê HTŞî, li gel çeteyên/kirêkirên wekîlên xwe Arteşa Netewiya Sûriyê û hinek komên din ên cîhadistên xwînrij û talanker êrîş kir.
Belê ev êrîşa ser pergala Beşar, bi plangeriya Ingilistanê, DYEyê û hevalbendên xwe pêkhat. Netanyahû û Receb, bi tinê organizatorên kiryarî bûn.
Erê mijara ji bo me giring û balkêş ev bû ku, Colanî bi komên xwe ve êrîş birin ser sazî û hêzên dewletê, lê komên talanker, diz, kujer ên kirêgirên Erdogan, berê êrîşên xwe dan ser gelê Kurdistanê û destekftiyên Şoreşa wan û hîn jî dewam dike.
Li vira jî, dîsa zihniyeta dijminkarane ya Tirk derket pêş.
Dîsa baweriya bixwe û bi gelê xwe bû para me; û ji me re “serîtewandin diçe xiyanetê, berxwedan diçe serkeftinê” derket pêş.