Farûk Sakik
Li Sûrî desthilatdariya rejima Baas a 61 sal bi dawî bû. Beşar Esad Sûrî terk kir.
Li ser pêşeroja Sûrî gelek seneryo hene. Herkes li gor berjewendiyên xwe sîstemekê dixwaze. Lê pêdivî bi aqilek maqûl ku midaxleyî vêder bike û berjewendiyên hemû gelan esas bigire, heye.
Ji bo gelên Sûrî çareseriya herî baş; sîstema Rêveberiya Xweser a demokratîke. 12 salên ev sîstem xwe dayî îspatkirin. Ev system di dîrokê de jî hatiye ceribandin. Di serdema desthilatdariya Frensa de ji vêderê hertişt belge dikirin û dişandin Fransa. Belgeyên di salên ku Fransa li Rojhilata Navîn bû û Sûrî eleqeder dikin de tiştên balkêş hebû. Ev belge ji aliyê dîroknazek Kurd Dr. Sedat Ûlûgana ve hatibû bidestrxistin. Daxwaznameyek rêveberiya heremî heye. Hemû pêkateyên kurd, Ereb, Ermen û Xiristiyan konsesuyek çêdikin, daxwaznameyek îmzedikin û serî li komseriya Fransa ya li Sûrî û Lubnanê (wê demê ev herdun herem dibin desthilatdariya Frensiyan de bû) didin.
Yek daxwazek wan heye, “rêveberiyek xweser”. Di van salan de ewqas netew dewletên nû avadibin, an jî ji bo vê yekê têkoşînek tê dayin, lê ev gelên heremê rêveberiyek xweser dixwazin.
Salên demdirêj dibin desthilatdariya Osmaniyan de hatine peliçiqandin. Bi komkujiyan re rû bi rû mane. Piştî împaratoriya osmaniyan evcar rejima nû ya Enqerê-Kemalîst tê gotin di serî de Kurd li serê hemû gelên heremê bûbûn bela. Ji bo Kurd nebin xwedî statuyek, Mûsil dabûn Îngilîzan.
Gelên heremê di bin metirsiyek de bûn û ji dewleta Frensa alîkarî dixwestin.
Fransa alîkarî neda. Berevajiyê vê yekê li heremê demografî guhert. Ji Kurdan tirsiyabûn. Behsa maf û doza xwe dikirin. Yekem kembera Erebê ji aliyê Frensiyan ve wê demê pêkhat.
Ji wê demê ve nêzîkî sed sal derbas bûn 2 şerê cîhanê yên nû pêkhatin. Di şerê cîhanê yê duyem de Frensa ji heremê vekişiya. Di dewsa xwe de hin sîstemên nû-rejimên Baas avakirin.
Di şerê sêyemîn yê cîhanê de ev sîstemên wan dihatin ruxandin, di dewsa wan de Kaos dihat avakirin. Di kaosa Sûrî de, Kurdan jî ew deklerasyona sala 1936‘an ji nû de anîn rojevê. Di nav Kurdan de bi navê Abdullah Ocalan rêber derketibû, bi paradigmaya xwe ev deklerasyon aktuel-updeat kiribû. Di 12 salên dawî de me şahidî kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûrî de rêveberiya xweser a demokratîk ji aliyê gelek kesan ve hat ecibandin. Rêveberiya xweser hatibû îlankirin. Ji pêkateyên heremê yên ol bawerî û gelan herkes dahilî vê rêberiyê dibû. Meclisên wan hebûn.
Li aliyekê ve sîstema xwe avadikirin û li aliyek ve jî ji bo parastina xwe di warê leşkerî de birêxistin dibûn. Bi salan e dewleta Tirkiyê û çeteyên xwe bê navber êrişî vê derê dikin.
Erdogan wan li Tirkiyê perwerdekir, lojîstika wan tedarek kir. Ev komên çete di dewsa ku berê xwe bidin Şamê, Erdogan berê wan da Şehba û Minbicê. Ev yek jî dide xuyakirin ku Erdogan ji bo Kurd di çareseriya Sûrî ya nû de rolek negirin çi ji dest were wê bike.
Kurd jî ji bo ‘rojavaya’ xwe biparêzin çi ji derstê wan were wê pêk bînin. Di kêliyên ku min ev nivîs dinivîsand (09-12-2024), di Stêrk Tv de bernama alikarî ji bo koçberên Şehbayê hebû. Zarokek 7 salî, bi 100 Euro yê ku di rojbûna xwe de komkiribû piştgirî kir. Ev hêvî da me. “Em ê Rojava biparêzin”.