Amara Baran/ Qamişlo
Şerê Gelê Şorşgerî li beramberî tevahî şert û mercan xwe û civaka xwe parastine. Dî dîroka mirovahiyê de ji bo ku mirov bikaribe nifşê xwe pêş bixe û bi tenêbûnê re rû bi rû nemîne xwe parastin mercekî sereke yê jiyanê ye.
Şerê gelê şorşgerî li beramberê tevahî şert û mercan xwe û civaka xwe parastine. Dî dîroka mirovahiyê de ji bo ku mirov bikaribe nifşê xwe pêş bixe û bi tenêbûnê re rû bi rû nemîne xwe parastin şertê sereke yê jiyanê ye. Xwe parastin li beramberî hemû şert û mercan mirov xwe biparêze. Bi derbasbûna jiyana xwe cihîre ev bi aweyekê sistematîk hin bêtir pêşket.
Mêrê serdest jiyan kir nav metirsiyekî mezin
Bi pêşketina mirovahiyê re aqilê mêrê serdest jî bi hemû qurnaziya xwe re pêş dikeve, dest bi komkirina ciwanan li derdora xwe bi armanca qutkirina ji dayika xwedawend û îlankirina şerê li derdora xwezayê kir û jiyan kir nava metirsiyeke mezin û tunekirina çanda civakbûyînê ji xwe re esas girt, çav berdana li ser derdora xwezayê tunekirina yên ji xwe bê hêztir qirkirina xwezayê tunekirina netew, çand û baweriyên cuda jî pêşket. Qewm û netewên ku karibûne li beramberê dewlet netewan xwe biparêzin karibûne xwe bigîhinin roja me ya îro. Dema ku em şûnwarên dîrokê tamaşe dikin û dibînin gelek netew û qewm hene ku nekarîbûne li beramberê hêzên serdest xurt bibin û li ber xwe bidin û qet şopên wan jî di nav kûrahiya dîrokê de nemaye ew jî bi şêweyekî zelal nîşan dide ku çiqas pêwîstî û girîngiya xwe parastinê heye, li beramberê çi û bi çi awayê xwe biparêzin.
Gelê kurd bi têkoşîn û berxwedanê şerê gelê şoreşgerî serxist
Dema em li dîroka gelê kurd mêyze dikin dibînin ku di nava dirêjahiya dîrokê de çi bi serê gelê kurd hatiye, û gelê kurd bi kîjan rê û rêbazan karîbûne xwe bigihînin vê serdemê. Tu rojên kurdan bê berxwedanî û bê şer derbas nebuye sedema van şeran jî tunekirina netewa kurd û desteserkirina xaka bi bereket a kurdistanê ye. Qewmê herê pîroz yên li Mezopotamya yê, ji avabûna mirovahiyê re melovanî kiriye û çanda xwadewendiyê hetanî roja me ya îro anîne qewmê kurd e, hetanî vê kêliyê jî bi qirkirin û êrîşan re rû bi rû tê. Li beramberê van êrîşan divê nîv sedsalê de bi pêşengiya tevgera azadiyê, şerê parastina netew di asta herî jor de li beramberê êrîşên herî hovane têkoşîn didin meşandin. Di tu dirokê de gelê kurd bi qansê vî nîvsedsalê nebuye xwedî şans ku bibin xwedî îrade ku bikaribin xwe bi xwe rêve bibin. Gelê kurd bi çanda xwedayên bi bereket xwastine xwe hertim biparêzin û jiyana civaka xwezayî jiyan bikin. Dema em li rûpelên dîrokê mêyzedikin vê pîroziyê di bermahiyên dirokê de jî dibînin, gelê kurd bê ku xwe bispêre hêzekî dewletê bi çanda eşîrtî li berambermê hemû cûre erîşên mêtîngeriyê û qirkirinê xwe parastiye, hêzên serdest di ferqê de ne ku ev şêweyê jiyanê ji bo pêşketin û pilanên wan yên tunekirina jiyana civakê metirsiyek gelek mezine, li gor wê roj bi roj bi rêbaz û taktîkên cuda erîşên gelê kurd dikin.
Ne wek berê tê jiyankirin ne jî tê şerkirin
Rêber Apo dibêje ku “ne wek berê tê jiyankirin ne jî tê şerkirin.”Divê li dijî şerê topyekun ê qirkirinê, em ji şerê topyekun ê berxwedan, hebûn û azadiyê re amade bin. Ji bo ku neyên qirkirin, ji qirkirinê xilas bibin, hebûna xwe û azadiya xwe misoger bikin, divê xwe amade bikin û li gorî vê jî amadekariyên xwe bikin. Xema min a sereke pêk neanîna wê ye. Ji ber ku bi rastî jî weke tevger û gel xwe ji bo Şerê Gel ê Şoreşgerî amade nekirine.
Gel ji bo Şerê Gel ê Şoreşgerî amade ye. Lê ji bo vê jî divê bi awayekî rast were rêxistinkirin û bikeve pozîsyona ku vî şerî bimeşîne. Emê mîna berê şer bikin, emê tiştan xilas bikin, di encamê de emê xwe zindî bihêlin. Fikirandineke wiha tê wateya ku tu tişt ji min, ji tiştên ku min gotiye fêm nekirin e. Biryardariya min a “ne wek berê jiyîn û ne jî wekî berê şerkirin” perspektîfek bingehîn e. Divê her heval rewş û helwesta xwe li gorî wê diyar bike. Ji niha û pê ve divê şoreşger, milîtan bi hest û berpirsyarî tevbigere. Ji aliyê îdeolojîk, siyasî, exlaqî û rêxistinî ve divê xwe têxe rewşeke berhemdar û ji bilî serkeftinê tiştekî din qebûl neke.”
Di Jiyanê De Azadî, Di Şer De Serkeftin
Xebatên meclîs û komunan ku xwerêveberiya rêxistinbûna gel û têkoşîna demokratîk e, bingeha avakirinê ye. Avakirin di heman demê de karê avakirina civakeke azad e. Civakeke ne azad, di bin gefa qirkirinê û nava şer de be, ne pêkan e ku di wateya klasîk de xebatên avakirinê bimeşîne. Divê meclîs û komun weke meclîs û komunên şer bin. Divê her tax, her kolan, gund û navçe bi xweparastinê were birêxistinkirin. Ger Kurdek nikaribe tax, mal û bajarê xwe biparêze rêxistin bê wate ne. Pêdiviya welatparêziyê ev e ku kesên zanebûna parastina cihê xwe di wan de pêşketî, li gorî wê di nava amadekarî, rêxistinbûn û perwerdeyê de ne jî divê bi dilxwazî di nava parastina welat de bin.
Hêzên desthilatdar ciwanan dikin armanç
Di nav vî şerî de jî rol û misyona sereke dikeve ser milê jin û ciwanan ji ber ku yên ku civakê pêş bixe û biparêze ciwanin. Ji bo wê jî hêzên desthilatdar ji bo ku destpêkê civakê tune bikin ciwanan dikin armanc bi rêbazên fihûş madeyên hişbir û tiştên ne li gor ehlaqê civakê di nav ciwanan de belav dike, bi teknîk û teknoljoyê ciwanan ji civakê qut dikin û hestên takekesî di ciwanan de dide avakirin, bi vî awayê bi rêbazek hêsan û xwezayî ciwanan tune dikin. Jinên ciwan û ciwanên kurd pêwîste bi awayek aktîf di nava şerê gelê şoreşgerî de cihê xwe bigrin û civaka xwe li hember hemû êrîşan biparêzin, pêwîste her ciwanek kurd xwe li herderê bi rêxistin bike û li gorê paradigma netewa demokratîk xwe perwerde bikin.
Jinan bi yekbûna xwe şerê gelê şoreşgerî ser xistin
dewletên hegemon û desthiladar, navenda şerê cîhanê wek herêma Rojhilata Navîn hilbijartin e, li gorî berjewendiyên xwe dimeşînin. Îro li seranserê cîhanê şerekî mezin diqewime. Ev alozî û gengeşiya li holê herî zêde bandorê li Rojhilata Navîn dike. Rojhilata Navîn 200 sal in bûye navenda şerên desthiladarî û berjewendiyan. Di nav herêma Rojhilata Navîn de wek her çar parçeyên Kurdistanê jî şerekî mezin diqewime. Di roja me ya îro de em dibînin ku êrîşên hovane û pir dijwar li ser gelê kurd tê meşandin li rojava şengal û li Bakurê kurdistanê rojanê jin zarok kal û pîr tên qetilkirin bi van komkujiyan dewleta tirk dixwaze ku gelê kurd tune bike, gelê kurd hertim xwe parastin esas girt. Me li Rojava jî dît ku gelê kurd bi jin, zarok û bi kal û pîrên xwe şev û rojên xwe kirin yek û li hemberê çeteyên DAIŞ’ê çawa ku li berxwedan. Jinan hem li çiyayên azad hem jî li hemû gund, tax û bajaran li beramberê îxanetê şerê xwe parastinê bi hemle û bi têkoşîna xwe gihaştine asta herî bilind. Jinê li her derê bi yekbûna xwe ya şoreşê, şerê gelê şoreşgerî ser xist.