Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hemû Kurd li dora HDP’ê dicivin

01/06/2018
in Uncategorized
A A
Hemû Kurd li dora HDP’ê dicivin
Share on FacebookShare on Twitter

Namzeta HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku dîl girtî ye, diyar kir ku Kurdên beriya niha deng dabûn AKP’ê ji ber sûcên dewletê yên li Kurdistanê kiriye êdî li dora HDP’ê dicivin.
Hevseroka Civaka Demokratîk KCD’ê û namzeta parlamenteriyê ya Colemêrgê Leyla Guven ku dîl girtî ye, bal kişand ser operasyonên qirkirina siyasî û got, “Bi hezaran hevalên me yên hêja li Kandira, Amed, Sîlîvrî, Şakran, Edîrne, Sîncan û gelek girtîgehên din dîl tên girtin. Ev yek nîşan dide bê desthilatdariya heyî çiqasî ji vê kevneşopiya siyasetê ditirse û nikare xwe lê rabigire.”
Guven da xuyakirin, ku AKP’ê hemû kredî û çavkaniyên li Kurdistanê qedandiye û got, “Em zanin ku Kurdên beriya niha dengê xwe didan AKP’ê di vê hilbijartinê de wê deng nede wan. Mirovên vê herêmê bi çavên xwe dîtin bê AKP’ê salên dawî teroreke çawa li Kurdistanê kir. Şaredariyên hatin desteserkirin, derxistina ji kar a karkeran, operasyonên qirkirina siyasî, girtin, girtina saziyan, kedkarên ji kar hatin avêtin, goristanên hatin xwerakirin, cenazeyên hatin teşhîrkirin. Bêguman gel wê vê zilmê ji bîr neke. AKP wê roja 24’ê Hezîranê çem û çem biçe.”
Guven li ser encamên hilbijartinê pêşdîtina xwe parve kir û got, “Ji rojava heta rojhilatê Tirkiyê, ji başûr heta bakur civak wê destekê bide HDP’ê. Wê Meclîsê bêyî HDP’ê nehêle.”
Leyla Guven bal kişand ser şert û mercên girtîgehê û got, bi bahaneya Rewşa Awarte bersiv ji gelek daxwazên wan ên bingehîn re nayê dayin, li qewîşa 22 kesî 32 kes dimînin û belasebep nayên berdan. Guven destnîşan kir ku tevî vê yekê jî ew bi coş in, bi moral in…MA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.